Bab C ( cîm ) : Dîwana Melayê Cizîrî 26. Dîsa ji nû bêhal e dil : ____________________ Dîsa ji nû bêhal e dil Saqî werîn cama zucac Muþtaqê xemra al e dil Lê xweþ-i anîbit mizac Saqî ko dêm mehweþ bitin Kagul ji þêva reþ bitin Qerqef bila ateþ bitin Em dê bi wê dil kîn 'ilac Da em bi wê dil hey bikîn Pê sîne dax û key bikîn Sed menzilan pê tey bikîn Ew dê di seyrê kit rewac Bê nûr û narê muhbetê Bê neqþ û sun'ê qudretê Naçîn meqamê wesletê Nûrun lena we- l-leylu dac Ev narê sîqala dil e Da'im li wê qala dil e Newroz û sersala dil e Weqtê hilêtin ew sirac Hetta bi nûra badeyê Rengîn nekî seccadeyê Dûr î ji wê þehzadeyê Durdaneya gerden ji 'ac Durdaneya gerden bilor Reyhan ji ser werdên di Cor Hey hey bi mestî têne dor Xala li nik ferqê bi tac Mihra te pir ebter kirîn Xalan ji ber biskan derîn Zulfa muselsel 'enberîn Çîn çîn ji Çînê tête bac Tenha ne Kurdistan didin Þîraz û Yeng û Wan didin Her yek li ser çehvan didin Ji Espehan têtin xerac Çehvên belek qewsên helek Çerx û felek xalib melek Fî hubbiha 'umrî delek We-l-hubbu yecrî fî 'ucac Þahid hezar reng xemmilîn Reqs û sema pê kemmilîn Îro Mela em sed dil în Saqî werîn cama zucac Melayê Cizîrî ***** |