PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bab A ( elîf ) : Dîwana Melayê Cizîrî


01. Newaya mutrib û çengê :
_________________________


Newaya mutrib û çengê
Fixan avête xerçengê
Were saqî heta kengê
Neþûyîn dil ji vê jengê

Heyata dil meya baqî
Binoþîn da bi muþtaqî
Ela ya eyyuhe s-saqî
Edir ke’sen we-nawilha

Ko katib dêmî cedwel kit
Þikeste xet muselsel kit
Ji yek herfan mufessel kit
Kî ye yê muþkilê hel kit

Dizanî rûd û ‘ûd ewwel
Çi tavêtin sirûd ewwel
Ki ‘iþq asan nimûd ewwel
Welê uftadi muþkilha

Ji mihra wê þefeqse‘dê
Þirînle‘lê þekerwe‘dê
Dinalim þubhetê re‘dê
‘Ecîb im lê ji vê ce‘dê

Ki dil ra tabi herçîneþ
Bi kufrê mîbered dîneþ
Zi tabi ce‘di muþkîneþ
Çi xûn uftadi der dilha

Di vê taqê di vê xanê
Me ‘eyþ û êminî kanê
Kesê dest dit ji dewranê
Nihalik vê gulistanê

Der axûþeþ çû meyared
Ki ez dil caneþ buspared
Ceres firyadi mîdared
Ki ber bendîdi mehmilha

Bi Qur’anê bi ayatê
Eger pîrê xerabatê
Bebêjit secde bin latê
Murîdên wî dibin qatê

Murîd er bêbeser nebwed
Zi fermaneþ bider nebwed
Ki salik bêxeber nebwed
Zi resm û rahi menzilha

Þevê zulmat û deryayê
Ji mewcan qet xeber nayê
Þikestî keþtiya bayê
‘Ecacê wê þefeq dayê

Ji herfan mah û sali ma
Nehat der þikli fali ma
Kuca danendi hali ma
Sibikbarani sahilha

Me ra ji ewwel çi bir xamî
Kiþand axir bi bednamî
Ji rengê Se‘dî û Camî
Ji þuhret pê hisîn ‘amî

Bi deng û bang û awazê
Dibêjit nexmeya sazê
Nihan key manedan razê
K’ez û sazendi mehfilha

Ji hafiz qutbê þîrazî
Mela fehm er bikî razî
Bi awazê ney û sazî
Bibî ber çerxê perwazî

Tuzed min hubbihe s-sefwa
Bihi ehlu l-hewa neþwa
Meta ma telqe men tehwa
De‘i d-dunya we-ehmilha


*****


02. Ismê te ye mektûb-i di dîwanê qidem da :
___________________________


Ismê te ye mektûb-i di dîwanê qidem da
Herfek qelemê ‘ilim bi teqwîmî reqem da

Eþkal û xetên da’ireya nuqteyê 'ilm in
Ev neqþ û misalên di xiyalatê 'edem da

Mîm metle‘ê þemsa ehed ayîne sifet kir
Lami‘ ji ‘ereb berqê li fexxarê ‘ecem da

Da þahidê esma bi hemî wechî binasîn
Yek mestê semed kir bi yekê neqþê senem da

Yek girtiye zulfê we yekê xalê nima’î
Ayîne bi Eskenderî û cam-i bi Cem da

Erwahê muqeddes þebê qedran te dixwazin
Nûra te ye misbah-i di qendîlê Herem da

Da weqtê liqayê bi te hey bin di beqayê
Min neqdê dil û can di fenayê bi selem da

Yaqûtifiroþan di kef elmas-i þikestin
Ev sefheya elmas-i ko neqqaþî reqem da

Ya reb ji çi rû leb bi senaya te kuþayem
Subhaneke len uhsiye fî þe'nike hemda

Minnet ji Xudayî ko bi ‘ebdê xwe Melayî
Iksîra xema ‘iþqê, ne dînar û direm da


******



03. Meþþateyê husna ezel :
___________________


Meþþateyê husna ezel
Çengalê zulfan tab-i da
Da 'iþq-i hil bit pêli-pêl
Qelbê me bê cellab-i da

Husna hebîb û lutfa yar
Avête dil 'iþqa xedar
Lew selb-i kir jê ixtiyar
Wê husnê ev îcab-i da

Min dî seher zulfên di mest
Hatin sema ihram-i best
Çûn secdeya xalê bi qest
Lew haciban mihrab-i da

Rûh û rewanê min hebîb
Dîsa bi telbîsa reqîb
Rencîde kir miskên xerîb
Terka dilê ehbab-i da

Mehbûb û reyhan pir gulav
Ker kir li min cerg û hinav
Zehra helahil bû di nav
Lew saqî ew cullab-i da

Wan dest û zend û sa'idan
Mey dane þeyx û zahidan
Mestî be çeþmê þahidan
Ew nêrgiza sîrab-i da

Miskê reþandî ez dibêm
Wan nuqteyan hin bûne kêm
Lê xettê reyhanî li dêm
Katib ji nû i'rab-i da

Nazikqeda nûrînbeþer
Ew bû li min neqþê beser
Dîna xiyalê her seher
Nav dîde'ê bêxwab-i da

Ew tilliyên nazik reqîq
Pir da me fincana 'eqîq
Ew badeya nûrîn rehîq
Minnet bi min wehhab-i da

Da xef nebit bejna ferê
Mey hate þehkasa sirê
Minnet ko îro dêmdurê
Dîsa þeraba nab-i da

Mey hate fincana sedef
Kes dê vexwit îro bixef
Saqî bi çeng û nay û def
Ferfûriya mehtab-i da

'Îd e w hebîbê nezre lê
Yan dê bi qurban bî Melê
Ya reb bibînim roj hilê
Sikkîn di dest qessab-i da



Melayê Cizîrî


******