PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



SILKO


Hebû tunebû, jin û mêrek hebûn. Navê jinikê Fatê, yê mêrik Silko bû.

Rojekê gava Fatê çûbû nava malan, dîzikfroþ hatin nava gund ku dîzikên xwe bifroþin. Silko jî çû dîzikek kirrî. Bû êvar, Fatê hat malê. Silko got:
- Fatê ma tu zanî ku min îro dîzikek kirrîye? Fatê got:
- Ka hela bîne, ez bala xwe bidimê.

Silko dîzik anî, nîþanî Fatê da. Fatê got:
- Baþ e ma te ji wan pirsî ku meriv çi qas av û çiqas dan dixe dîzika xwe? Silko got:
- Na.
Fatê got:
- Nexwe nabe, heke em nizanibin em ê çi qas dan û çi qas ave têxin dîzika xwe em nikarin tê de þîvê bikelînin.
Silko got:
- Ez ê herim dîzikfiroþan bibînim, ji wan bibirsim.

Rabû bi rê ket. Lê dîzikfiroþ ji zû ve gund bi cîh hiþtibûn û berê xwe dabûn gundên din. Silko bi pey wan ket, ha li vî gundî û ha li wî gundî, de, de, di dawiyê de ew li gundekî zeft kirin. Çû nik wan pirsiyar kir:
- Dîzikfiroþno, min dîzikek ji we kirrî, we negot ez çi qas av û çi qas dan têximê û bikelînim. Dîzikfiroþan bala xwe dan hev, di bin simbêlan re keniyan, lê bi Silko nedan diyarkirin, jê re gotin:
- Here, gava te þîv da serê hema çengek av û alîçengek jî dan têxe dîzikê û bikelîne.

Da rê ku vegerre mala xwe. Lê gundê wî dûr bû, diviya di ser çend gundan re derbas bibûya heta ku bigihîþta mala xwe. Ji bo ku tarîfa þîvê jibîr neke, dest pê kir got:
- Çeng-alîçang, çeng-alîçeng, çeng-alîçeng.........

Hat ber gundekî, havîn bû xelk li ser bênderan bûn, her kesê bêndera xwe li ba dikir. Got:
- Selamun aleykum, çeng-alîçeng, çeng-alîçeng.... Her kesî bala xwe da wî. Gotin qey ji bênderên wan re wiha dibêje. Hemî beziyan ser Silko, têra wî lê dan, gotin:
- Çawa tu dikarî wiha bibêjî! Ev xêr û bereketa ku îsal di bênderên me de ye, tu dibêjî çeng-alîçeng...
Silko got:
- Lê bibêjim çi?
Gotin:
? Bibêje tim a wiha be!...
Silko got:
- Tim a wiha be, tim a wiha be, tim a wiha be... Ber bi gundê xwe ve da rê, çû. Çû çû, gîhaþt gundekî. Dîna xwe dayê ku peyayên gund hemî li ser gorristanê ne, yek ji wan miriye wî defin dikin. Silko di ber wan re derbas bû, got:
- Selamun aleykum, tim a wiha be, tim a wiha be, tim a wiha be.... Gundiyan gotin qey li ser wan wilo dibêje. Hêrs bûn, çûn têra Silko lê dan, gotin:
- Mala te xera nebe, ev e yek ji me mirîye, em li ser gorra wî ne, tu hatiyî dibêjî ªtim a wiha be!ª Ma ev heqqê Xwedê ye?!
Silko got:
- Lê bibêjim çi?
Gotin:
- Bibêje eve bû yekî din nebe. Silko got:
- Baþ e û ber bi gundê xwe ve birê ket.
- Eve bû yekî din nebe, eve bû yekî din nebe, eve bû yekî din nebe....... Hat hat, ber gundekî, dîna xwe dayê ku þahî ye, dawet e, bûkê tînin. Silko hat ber berbûriyan, got:
- Selamun aleykum, eve bû yekî din nebe, eve bû yekî din nebe... Gundî þaþ man, hêrs bûn çûn têra wî lê dan, lê dan û ew berdan.
Silko ji meþ û lêdanê perîþan bûbû. Berê xwe da malê, bi rê de bû êvar, baranekê dest pê kir. Silko di wê tarîtiyê de, di wê þil û þepeliyê da hat hat, ber deriyê mala xwe. Derî daêxistî bû. Teq teq li derî da. Jina wî Fatê ji hunduro bang kir got:
- Ew kî ye?
Silko got:
- Ez im!
- Tu kî yî?
Lê Silko hingî lêdan xwaribû, westiya bû û þil bûbû, navê wî nehate bîra wî. Got:
- Ez im hû, ez!
- Tu kî yî?
- Ez ewko me!
Jinikê di pencerekê re bala xwe dayê, dît ku Silko ye. Baran hîn jî dibariya, Silko perîþan bûbû. Jinikê di dilê xwe de got heta ew navê xwe nebêje ez derî lê venakim:
Got:
- Erê kuro tu kî yî?
Got:
- Keçê ez ewko me, ewko!
Got:
- Ma tu binerdiko yî?
Got:
- Aha te li ber xist!
- Ma tu pîvazo yî?
Got:
- Na, na tu dûr çûyî!

Silko got:
- Baþ e!

Kir nekir jinikê jî navê wî yê rastîn jê re negot. Dawiya dawî jinikê got:
- Ez derî li te venakim.
Silko mecbûr, çû li ser tendûra ber malê kilor bû, heta sibehî li wê derê nivist. Heke bû sibe, roj hilat, Fatê ji hunur derket, hat ber tendûrê dît ku mêrê wê, wa ye li ser tendûrê ye. Got:
- Kuro ev Silkoyê me ye! Silko ji niþka ve veciniqî got:
- Errik, hela bala xwe bidê, navê min Silko ye, ji do de min dikir nedikir nedihat bîra min.

Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.

Fatê Silko anî hundur, serê wî þûþt, kincên ziwa lê kirin. Heþê Silko hat serê wî, çîroka xwe ji serî heta binî ji jina xwe re veguhast û di dawiyê de got:
- Tobe, ez careka din kêmaqiliyeka wiha nakim.