PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Sewîlê sofî


Hebû tunebû, carekê ji caran, sofiyek hebû. Rojekê sofî sewîlê xwe girt çû serê kaniyê, da ku destmêj bigire. Sewîlê xwe danî bin latekê û çû ko destê xwe biþo. Vegeriya cem sewîlê xwe, dît ku lat bi ser sewîlê wî de ketiye, sewîl þikestiye.

Sofîyî gote latê:
- Çima te sewîlê min þikand?

Latê got:
- Nexwe çima giya di bin min de þîn dibe?

Sofiyî gote giyê:
- Ji bo çi tu di bin latê de þîn dibî?

Giyê got:
- Nexwe ji bo çi pez min dixwin?

Sofiyî gote pezan:
- Ji bo çi hûn giyê dixwin?

Pezan got:
- Nexwe ji bo çi gur têne me?

Sofiyî gote guran:
- Çima hûn têne pezan?

Guran got:
- Nexwe çima se têne me?

Sofiyî gote seyan:
- Çima hûn têne guran?

Seyan got:
-Nexwe çima kebanî me têr nan nakin?

Sofiyî gote kebaniyan:
- Çima hûn seyan têr nan nakin?

Kebaniyan got:
- Nexwe çima miþk hebanên me qul dikin?

Sofiyî gote miþkan:
- Çima hûn hebanên kebaniyan qul dikin?

Miþkan got:
- Nexwe çima kitik me dikujin?

Sofiyî gote kitikan:
- Çima hûn miþkan dikujin?

Kitikan gotin:
- Em birçî ne, em miþkan dikujin û li dora mala xwe çivan didin xwe.

Sofî dîna xwe dayê ku dawiya van pirs û bersîvên bi bahane nayên. Her kes li hev li bahanan digere. Dev ji wan berda û perçeyên sewîlê xwe dan hev û vegeriya mala xwe.

Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.