PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



SÊR Û KERGUH


Daristanek hebû, pirr xweþ bû, yên tede dijîn, pirr çavxweþ û dilgeþ bûn. Lê çi mixbin li wir þêrekî dijwar dijîya. Ji tirsa wî, heywanan tu car nediwêrîn ku bihatana vê daristanê. Nikarîbûn giya biyun û ava xwe vewxun. Heywanan ji vê rewþê piir xemgîn diman.

Rojekî dixwazin biçin cem þêr vê zordestî û neheqiyê ji ser wan rake. Ji bo vê, ji þêr re dibêjin:

- Þahê me, em ji tirsa te, ji vê daristana xweþ ne dikarin bixwin û ne jî dikarin vexwin. Em dixwazin tu îznê bidî, em werin vê daristanê û li warê xwe bijîn; li hember vê, emê her rojî xwe yekî ji bo xwarinê bidin te.

þêr daxwaza civata heywanan qebûl dike. Heywana jî, her rojî bo xwarinê hevalek xwe dibin didin destê þêr.

Di vê bûyerê de gelek roj û gelek hevalê wan diçin. Paþê dor tê kerguh. Kerguh naxwaze di bin lepê þêr de bimre. Ji ber vê, dixwest ji destê þêr xelas bibe. Loma hemû heywana li derekî berhev dike û ji hevalên xwe re dibêje:

- Hevalno! Heger hûn guh bidin min, ezê we ji vî þêrê devbixwîn û zordar xelas bikim,
Hevalên wî jî dipirsin:

- Bi çi awayî tu me xelas bikî?

Kerguh dibêje:
- Pirr û pirr rehet e.

Hevalên wî guh didinê.
Dibe sibeh, dema kerguh tê. Kerguh dixwaze hinek dereng biçe cem þêr. Loma di rê de dest bi leyz û lîstikê dike. Ji ber vê, gelek dereng dighe cemþêr.

þêr pirr bi xeyd ji kerguh dipirse:
- Hey kerguhê tirsonek! Tu çima wer dereng mayî? Tu li ku mayî? Haydê ji min re bêje !

Kerguh bi tirs bersiv dide:
- Þahê me! Dema min ji bo te kerguh dianî, di daristanê de þêrek din derket pêþya me û ji min pirsî:
- Hey kerguh! Hûn diçin kûderê?

Min bersiva wî da:
- Ezê vî kerguhî bibim cem þahê me.

þêr bi qêrîn ji min re got:
- Li min mêzeke kerguh! Here ji wî þahê xwe yî tirsek re bêje, " Ji vir û þûnde þahê vî daristana ez im!" Û dawiyê kerguh ji dest min girt û xwar.

Þahê daristanê ji vî halî pirr diqehire: ji guhê digre û dibêje:
- Kerguh! Kerguh! De ji min re bêje ew þêrê genî yê ku li hember þahiya min derketiye, ka li kû ye. Bide pêþiya min û min bibe cem wî. Ezê hûr û pizûrê wî der bixînim.

Kerguh þahê daristanê digre û dibe ser bîrekê. Ev bîr gelekî kûr bû. þah serê xwe dirêjî devê bîrê dike, hew mêze dike ku di bîrê de þêrekî dinheye.

Þêr bi awazek bilind dibêje:
- Ey þêrê tiral! Nereve vaye ez têm! Tuê bibînî ka þahê vê daristanê kî ye !

Þêr bi lez xwe davêje bîrê. Lê nizane ku di bîrê de tu þêr tune. þêrê di bîrê de, siya wî bi xwe bû
Piþtî ketina þêr hindek deng û awazê wî derdikeve, lê dawiyê deng jê diçe.

Belê, þêr di bîrê de dixendiqî. Bi mirina þêr, dîsa li daristanê þahî û kêfxweþî çêdibe. Ji vir û þûnve kerguh dibe þahê daristanê û jiyana wan pirr xweþ derbas dibe.