PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



TE ÇEND QAT JIMARTÎYE


Zemanekî xortek ji gundê "Baxde§"ê, qeza Erxenî diçe Diyarbekir ê. Xort li nav bajêr digere rastê bînayek mezin tê. Mêze dike ev bîna gelek mezin û bilind e. Bi ecêb û heyret dibêje:

- Hela, hela. Ev çi ye kuro, me re dibêje belkî ezman qul kiriye, biderketiye ser ewran û bi wan henekan dike.

Xortê me serê xwe wek zurefekê rakiriye, li bînê ezman mêze dike. Wê gavê pêxwasekî Diyarbekirê jî bi kêf li vî xorte me mêze dike û dibêje:

- Kewek xwesh ket nav destê min.

Situyê xortê me êdî diqerime, serê xwe datîne û vedigere ku here, ew carê mêze dike dengek li pa§ wî tê:

- Hop birra! Deqqekê bisekine!

Xortê bajarî:
- Birra te heta anka li vir çi dikir?

Xort:
- Wele keko min ti§t nedikir. Min hew li vê bîna mezin mêze dikir. Min got hele ev çend qat e.

Xortê bajarî:
- Law qe§mer ev bîna ya bavê te ye?

- Min tisht pê nekiriye.

Xortê bajarî:
- Berde lo berde! Qilo-pilo meke! Dibêjî min ti§t nekiriye. Jimartina qatên vê bînayê bi peran e, bi peran! Ji bo her qatekî em quri§ekî distênin. De bêje te çend qat jimartiye?

Xortê me:
- Himmm! Welle keko, min bi temamî heft qat jimartiye.

- Temam wê çaxê derxîne heft quri§an.

Xortê me mêze dike kêrek wek §ûr di ber qawi§a wî de ye. Ji tirsa derdixîne heft quri§a dide. Ew bi rêya xwe ve diçe, pêxwas jî li pa§ xwe mêze nake û bi kêyf dûr dikeve. Xort li bajêr î§ û karê xwe diqedîne û tê Erxaniyê. Gava tê Erxaniyê, dibêje ka ez herim vê qehwexanê ji xwe re çayekê vexwum. Diçe qehwê rûdine, li derdora xwe mêze dike ji gundê wan jî yek hatiye li qehwê rûni§tiye, ew jî çayê vedixwe. Diçe nêzîkî wî dibe û li cem rûdine. Gundîyê wî jê dipirse:

- Bixêr hatî! Tu çuy bajêr, çi heye çi tuneye?
Xortê me bi ken:
- Wele keko li bajêr pirr ti§t hene, lê ehmeq li bajêr pirtir in.

Hevalê wî:
- Çima lo! Çi bû?

Xort:
- Keko ez çûm tam rastê ehmeq û dînan hatim.

Hevalê wî:
- Ho hooo! Kuro, dirêj neke, çi bû?

Xort:
- Temam keko vay ez ji te re dibêjim. Ez çûm bajêr min li bajêr bînayek gelek mezin dît û min dest pê kir qatên wê jimart. Di wê gavê de xwediyê wê hat ji min re got, jimartina qatê vê bînayê bi pera ne, te çiqas qat jimartiye derxîne ji bo her qatî quri§ekî.

Hevalê wî:
- Êêêê te çi kir!? Xortê me yê baqil:
- Ma ezê çi bikim, min pere dayê, feqet min ew xapand.

Hevalê wî
- Te got çi, te got çi!? Kuro agir mala te neketo, te ew çawa xapand?

Xortê me:
- Ne qêre heval, min tam yanzdeh qat jimart, feqet min ji wî re got ku min heft gat jimartiye û min derxist heft quri§ da wî. Çawa, min ew xapandiye, wer ne?

Hevalê wî
- Rast e rast e. Ez hîn nuh fam dikim ku kî ehmeq û dînê bêhi§ e. Kuro dolê keran, ez hertim diçim Diyarbekirê û ez hertim wê bînayê dijmêrim. dema yek tê dibêje te çend qat jimart? Ez dibêjim ku min sê qat jimartiye.

Xort:
- Lê tu dibêjî min çi kiriye?

Hevalê wî:

- Ne xeyde, feqet tu ji min ehmeqtirî ku te negotiye min du qat jimartiye.