PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Mîh û & THORN; êr û Gur


Hebû tunebû, carekê ji caran êleke koçeran bar kir, mîhek li þûna waran ma. Mîhê jî rê girt ûçû, çû rastî mêrgekê hat; mêrgeke pirr xweþ. Mîhê di mêrgê de warê xwe çkir û za; du berxên mê anîn.

Rojekê mîhê dît ku vaye þêrek bi ser de hat. Þêr jê re got:
-Tu çima li vê derê yî?

Mîhê got:
-Bi saya serê te, ku tu siltanê heywanan î, ez û berxikên xwe li vê derê, di vê mêrgê de diçêrin.

Þêr got:
-Qet tu hesaban meke, dilaram be, ez parêzerê te me. Þêr çû bi riya xwe de mîh û berxikên xwe man di mêrgê de.

Rojekê mîhê dît ku va ye gurek hat. Gurî jê re got:
-Matu nizanî ku ev mêrg a min e? Tu bêyî prsê ji min bikî hatiyî tê de diçêrî.

Mîhê got:
-Ev mêrg, ya þêrî ye. Gurî got:
-Na, ev mêrg a min e û ez ê her du berxên te ji dêlva çêreya xwe bixwim.

Êrîþ bire ser her du berxikan û ew xwarin, piþtre vegeriya bi ser mîhê de:
-Heke careka din ez vegerim û te li vê derê bibînim, ez ê te jî bixwim. Gurî da rê û çû. Rojekê þêr li welatê bin destê xwe digeriya, hat ser mêrgê jî. Mîhê hal û hewalên xwe û gurî jê re gotin. Þêr gava mesele bihîst got:
-Guhê xwe bide min bê ez ji te re çi dibêjim. Ez ê xwe di piþta vî kevirê han de veþêrim. Gava gur hat û gote te » ev mêrg a min e,« tu bibêje »na, ev mêrg a þêrî ye«. Heke gpt »na, ev mêgr a min e«, tu bibêje »hema sê gavan ber bi vî kevirê han de bavêje û sond bixwe åbêje bi vî kevirî ev mêrg a min e¼ min qebûl kir«.

Þêr rabû xwe di piþta kevirî de veþart. Qederek di ser re derbas bû, gur hat gote mîhê:
-Hêja tu li vir î? Ma min ji te re negot ji vir here?

Mîhê got:
-Ev mêrga þêrî ye.
Wî got:
-Na!

Gur jî li tiþtekî wiha digerriya. Hema ber bi kevirî de çû û jimart:
-Ev gavek, ev du gav û ev sê gav....

Li dûmahîkê mîhê got:
-Ji min re bi vî kevirê han sond bixwe, min qebûl e.

Di gava sisiyan de çavên wî bi yên þêrî ketin, tirsiya, destê xwe avêt pêsîra xwe, got:
-Bavo, ez bextê xwe xera nakim, ev mêrg a þêrî ye.
Çaxa wilo got, þêr ji pêl ve rabû û ber bi wî ve hat, jê re got:
-Belê guro, ji ber ku te ez li piþt berî dîtim, ev bû mêrga min. Lê gava te berxik xwarin ev ne mêrga min bû.

Þêrî hema pençeyek li qafê gurî da û gur di cih de kuþt.

Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.