PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



JINA SUKURDAR


Li gundekî di quntara çiyê de malek hebû. Xwedîyê vê malê, mirovekî melahîm û dîndar bû. Vî kesî tu caran bi maliyên xwe re, li ser tu tistî gengesi nedikir û bi tu kesî re ser nedikir. Lêbelê gellekî xizan bû.

Rojekê, ji ber ku tistek di malê de nemabû, jina wî jê re got:

- Mêriko, de ka hema îro here bajêr, vî conegayê me bibe sûkê, bifirose. Belkî te pê tistek ji van zarokan re anî.

Mêrik li ser gotina jina xwe, rabû conega xiste pêsîya xwe û bi rê ket, çû. Di rê de rastî kesekî tucar hat. Tucar jê re got:

- Ma tu vî conegayî nabî firotinê?

Mêrik:

- Belê welleh, ez wî dibim firotinê.

Tucar:

- Ma vêga tu vî conegayê xwe nadî bi bizineke zayî? Ez dibêm ji te re bizineke zayî ji vî conegayî çêtir e. Belkî vêga zariwên te jî hene. tê carê sîr û mast bidî wan.

Mêrik ev tist qebûl kir; conegayê xwe da bi bizineke zayî.

Di dilê xwe de got:"Hey ez hatime, hema ezê herim heta bi bajêr, belkî ez bazareke din jî bikim" û bi sitûyê bizina xwe girt û çû heta ku gihaste sûkê.

Di sûkê de, zilamekî tucar leqayî wî hat, zanî ku kesekî xerîb e, jê re got:

- Ma tu vê bizinê nadî bi vî dîkî? Meyzê bê çiqas xwesik e?!

Mêrik:

Çima ez nadim, ma ne bazar e?

Mêrik bizina xwe jî da bi dîkekî. Di rojekê de du bazar kiribûn, vêce bi serbilindî yê vegeriyabane malê.

Di vegera ji bajêr de, leqayî feqîyekî hat. Silavê dide feqî. Feqî jî silavê lê vedigerîne

Mêrik dibêje:

- Feqîyê delal, bi kû ve?

Feqî:

- Xalo, ez ji malê têm, ezê herime feqîtiyê. Ma tu ji kû tê?

Mêrik dirabe tista ku wê rojê kirî tevî jê re dibêje. Feqî di dilê xwe de dibêje, "ezê jî niha dîkê wî jê bistînim."Pist re ji mêrik re dibêje:

- Xalo, Ez dixwazim wî dîkê te bikirim, lê wellehî em malbatekî feqîr in, ji bilî kumê min, tu tistî min î ku ez pê bistînim tune ye.

Mêrik dibêje:

- Feqîyê delal, kum jî bes e, ez qîma xwe pê tînim. Ma ne bazar e? Deka kumê xwe bide min, ha ji te re dîk.

Pistî ku mêrik dîk jî difirose, kumê xwe dide serê xwe û berê xwe dide mal. Di rê de leqayî bîrekê tê, têhn jî bûye dixwaze avekê vexwe. Delwa bîrê berjêr dike, serê xwe ditewîne ku li avê mêze bike, hema kumê wî ji serê wî nakeve! Bîr gellekî kûr e, nikare xwe berde bîrê kum jê derxîne. Kumê keda rojekê. De were û safî bike.

Hê wilo, meyzand ku va bazirganek hat qesta bîrê kir. Serokbazirgan hate ser bîrê, dît ku herdu destên mêrik bi kêleka wî de ne û maye sekinî. Serokbazirgan jê re got:

- Bira! Te xêr e, çi bûye?

Mêrik:

- Xêr e bira, -Xwedê ji te razî be- kumê min kete bîrê de, ez lê mame sekinî. Lêbelê ez nikarim derbixim.

- De xem nake bira, hema îro serrût here malê, ma dê çi bibe? Sibê dîsa tê kumekî li malê bidî serê xwe.

Mêrik:

- Ez ne li ber serrûtiya xwe dikevim. Jixwe ez kum nadim serê xwe. Lêbelê îro jina min ji min re got," here sûkê vî conegayî bifirose ka tu tistekî ji van zarokan re naînî". Li ser vê gotinê, min jî conega bir da bi bizinekê. Bizin jî da bi dîkekî. Dîk jî da bi vî kumî. Yanî ev kum keda conegayekî, bizinekê, û dîkekî bû û va ye tu dibînî kete bîrê... Lê xem nake qey qedera wî hatibû; ji lewra xêr tê de tune ye. De bira, haydê bi xatirê te vêga çavê jina min li rê ye, ezê herim!

Serokbazirgan ji van gotin û tevgerên wî ecêb ma û got:

- Ma vêga tu herî mal, jina te bela xwe li te nade?

Mêrik:

Wêêê! Ma wê çilo jina min bela xwe li min bide, qey ne serm e?

Serokbazirgan berê xwe da kesên li dora xwe û tinazên xwe bi mêrik kirin, got:

Kuro meyzênin, hûn deng didin wî, çi mêr e?

Mêrik got serokbazirgan:

- Eger tu bawer nakî were bibîne?

Serokbazirgan:

- Wellehî eger jina te deng neke te, ezê barê devehan bidim te.

Mêrik ev tist qebûl kir. Herdu rabûn çûne mala mêrik. Li devê derî jinikê bixêrhatin da wan, çûne hundir rûnistin. Mêrik gazî jina xwe kir:

- Keçê ka were de ez serpêhatiyên xwe ji te re bêjim.

Jina wî hat, li ber devê derê rûnist. Mêrik dest pê kir:

- Keçê wellehî min ew conegayê me da bi bizinekê.

Jinikê got:

- Bas e kuro, emê sîr jê bidosin, bidin zarokên xwe.

Mêrik dom kir:

- Hermet, wellehî min bijin jî da bi dîkekî.

Jinikê got:

- Temam, wê sibehan bang bide, emê pê rabin nimêjê, hê çêtir.

Serokbazirgan di vê navberê de li wan dimeyzand, û ji tevger û nezaketa wan heyirî dima.

Mêrik got:

- Jinikê, ne min ew jî firot. Min dîk jî da bi kumekî.

Jinikê dîsa bersiv da û got:

- Mêrik, ev jî teva çêtir e, tê carê pê nimêj bikî.

Mêrik:

- Ê ne yeke din jî heye. Di vegerê de ez têhn bûm, çûme ser bîre ku ez avekê vexwem. Min serê xwe berjêr kir, kum kete bîrê.

Jinik besisî û got:

- Sikir ji Xwedê re ku kum kete bîrê, û ne tu bûyî! Mala Xwedê sed carî ava..! Vêga hûn westiyane, ka ez sîva we bînim.

Mêrik berê xwe da serokbazirgan û got:

- Mêro! Te dît, ne wisa?

Serokbazirgan rabû bîst barê devehan dane zilam û wî pîroz kir...

Pistî sîvê bi rêya xwe ket û çû.