KA EM BAVÊN BER AQILA Hebû tunebû, rehmet li gora dê û bavên min û we bû, li gundekî sê bira hebûn. Ji malê dinê tenê du kerê wan hebûn. Bi van kerana ji çiyê êzing dibirin bajêr difirotin û jiyana xwe pê dom dikirin. Rojek ji rojan, ev herdu kerê wan hatin dizîn. Çol û çiya giþt geriyan nedîtin. Berê xwe dan malên gundiyan, disa nedîtin. Hersê bira li ser kevirekî rûniþtin û ji hev re gotin: - Ka em bavên ber aqila? Yê mezin got: - Heger ez bim, ê ku kerê me biriye yekî kinik e. Yê ortê got: - Ger kinik e, ji Xirbebelik e. Yê biçûk got: - Ger kinik e û Xirbebelik e, sed ji sedî ew Elik e. Rabûn berê xwe dan gundê Xirbebelik. Girtin ser mala Elik. Jê re gotin: - Zû kanîn kerên me? Elik got: - Kerên we ne li cem min in. Wan got: - Me avêt ber aqila ker li cem te derket. Elik got: - Ger hûn bi aqilê xwe bawer in, çi di bin lihêfa min de ye? Yê mezin got: - Ger ez ez bim, tiþtê di bin lihêfa te de ye tiþtekî girover e. Yê ortê got: - Ger girover e, ez bibêm orte sor e. Yê biçûk jî got: - Ger girover e, orte sor e û sed ji sedî hunar e Elik zer û þîn bû, destê wî di ber de ket û got: "Kerê we wane di êxur de ne." |