Þerefxan Bedlîsî Þerefxanê Bedlîsî Þerefxan yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e. Pirtûka wî ya herî bi nav û deng Þerefname ye. Mijarê Þerefname dîroka Kurdistanê ye. Perçeyek ji gotarê “Klasîkên me – an þahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan: Melayê Jaba di heqê Þeref-Xan de gotiye: »Þairê heftê Þeref-Xan e, ji mîrê di hekariyan e, û ji neslê Ebas. Di hezar û sed û yekê da jî li Colemêrgê ko cihê hikûmeta hekariyan e peyda bûye. Eþhar û ebyat bi zimanê kurmancî û farisî zehf gotiye. Di hezar û sed û þêst û yêkê da merhûm bûye û di nêv Colemêrgê de medfûn e. Me ev Þeref-Xan nas ne kir. Heke jê mexsed xwediyê Þerefname Mîr Þeref e, mîr Þeref ji mîrên Bidlîsê ye, û me tu þihrên wî bi kurdmancî ne dîtine.” Þerefxan Bedlîsî, ango Þerefeddîn Xan al-Bitlîsî ku nivîskarê Þerefnameyê ye, sala 1543 li nêzîkê bajarê Qumê ji dayik bûye. Bavikê wî serokatiya eþîra Rojkî (Ruzegî) dikirin û mîrîtiya bajarê Bedlîsê dikirin. Ji ber ku navê bavikê wan tevil tevlîheviyên li dijî Sultanê Osmaniyan bû, reviyan cem Safewiyan. Dema Þerefxan neh salî bû li gel zarokên Þah dersan dibîne. Hîn di emrekî bicûk de dest bi birêvebiriya dewletî dike û li bajarinan rêvebiriyê dike. Nêzîkê bîst salan li gelek bajarên Safewiyan walîtiyê dike. Sala 1576an ew ji ser karê wî kiþandin serayê û li wir ji ber kirinên ne li cîh ji karê wî girtin. Vê yekê ew hewqasî êþand ku tevil 600 kesên eþîrê û malbata xwe vegeriya Wanê di çileyê sala 1578an de. Waliyê herêmê Xusrev Paþa ji sulatanê wê demê Sultan Mûradê III. (ji sala 1574an ta sala 1595an li ser desthilatiyê bû) xwest ku Þerefxan bîne ser mîrîtiya wî li ocaklika Bedlîsê. Ser vê yekê ew wekî mîrê Bedlîs û Mûþê hate pejirandin. Wî dema nivîsana tarixa kevin ya Kurdistanê bi navê Þerefname bi dawî kir di sala 1597an de, êdî ew bi tenê bi navê xwe desthilat bû. Di rastiya rojane de kurê wî Þemseddîn êdî kar û barê mîrîtiyê dimeþandin. Þerefxan êdî ji kemsî ve ta sala 1599an jiya. Li gor hin jêderan ew di sala 1603an yan jî 1603 da anjî 1604an de ûye ser dilovaniya xwe. Jêder: Bedlîsî, Þerefxan; Þerefname: Tarîxa Kurdistanê ya kevn, Stockholm 1998 |