Çend Helbestên balkêþ - 1 BAWERÝ : ________ Çendîn rojin bê xew bê aram mînak kulîlk behîvek nû biþkivî bi serê xwe tenê; xencerên riziyayî diqelêþin leylan û xeyalan û wek roja xwe berdayî ser asoyê xwîn diherikin ji stranan. lê çawa navê xwe dizanim û dinasim ev dilê xwe qurban kiriye ji evîndariyê re bi aramiya dayikek kur li ber þîr wê ji vê eþê jî xwe rizgar bike. **** XWENÎN : ________ ne rengên me mînak hev bu ne temen ne jî xewn û xeyal û xwestekên me di navbera me de bi hezaran kilometr rê deryayên bê binî hebûn. Lê dema mijar bû evîn nekarî xwe ev dilê jar, û xêrnedîtî þkênand dab û nêrît û zincîran. **** EV SERSAL : __________ ev sersal ev sersal jî hevala min ling bi qeyd dest bi rêzil di hucreyek girtîgehé da bi serê xwe û tenê me. dûr im ji te ji lawên min Hêvî, zinar lê ne dikim gazinc ne jî qarekar. hevalê Biþar dema tu çûyî mal ji kerema xwe re ramise destên dayika min çavên Hêvî, Zinar û bêje dibêje Bereh dilê wî xweþ e bêhna wî pir fereh û sedî sed bawer e ku wê were û þûna asîmanê bê dawî wê xwe berde deþt, çiya, zozan bajarên çavkovanî azadî. **** HELBESTEKE NÎVCO MAYÎ : __________________ (ji bo bîranîna Memduh Selîm Beg...) naxwazim di wêneyên zerbûyî de birizin hêvî, daxwaz û xwestekên te lê va rojeke din jî perpitî û mir rojeke din jî bihurî bê miraz de ka stranekê bibêje dengbêjo stranek ku dinê pê biheje û ez jî vekim kutiya dilê xwe helbestek bihonim ji me re ax..ax....ax... Ne bû Dîsa wek gelek caran Mîna kabûsek xwe berda Li ser vi bajarê xêr nedîtî Baçermokên romê xwînxwar,devbixwîn Û Bi teq teqa derî Reviyan hest Raman hê ma Ji serî Ev helbest jî nîvco ma Û dîsa xwe avêtin Bextê berxwedanê Evîndarên evînê dilketiyên Kurdistané. **** HETA MÝN JÝ TE HEZ NEKÝR : ____________________ Heta min ji te hez nekir Xortekî kerr Lal û Kor bûm. Heta min ji te hez ne kir Tucar nediguherî demsal Daran xwe ne dixemiland Bi pelg û kulîlk Roj ne dibiþirî û Germ nedikir Bajar, kolan û zevî Jiyan wiha têrtam û Ne xwedîwate bû. Niha har û din im Ji bo evina te Ey welatê nav li min kirî Necar, hedad Hostayê min Ne tenê te Ji dar û beristan Mar û moristan ji Derd û belayên te ji Hez dikim **** ZAROK Û KOÇBERÎ : _____________ Ez mindalekE duwazde salî me Koçber bûme ji welat Kolan kolan - tax û tax digerime Difroþim þîranî û simît. Beriya mela radibim Dibezim ber firûnê Tevî kul û keseran Naçe ji bîra min Mêrdîn Ez zarokek duwazde salî me Dibistan qet nedî me Lê ne sewalek kedî me Bi çavên hovan e Li min dinêrin Keç û xortên romê Tu dibê qey Min nanê wan dizîme. Qet ne qîre, ey welat Ma du sal Bi çek û rext vegerime. **** B ES TU NEÇÎ : __________ Malê dinê ji çi re ye Cil û berg Xwarinên cur bi cur û têrtam Avahiyên nûjen û bilind Tirimpêlên bêhempa Ger tu ne bî, Rojek têr Bi mehan birçî Û Her dan Çil qemçî Ser seran û çavan Bes tu neçî. ÇÎROK hê di zarokatiya xwe de jî rûken hiþaza û pir jîr bû. bav digot bila bibe parêzer da bê parastin mafên mirovan dê digot bila bibe bijîþk bo bibe derman ji xwedî nexweþ û birîndaran re. bû bersîv ji bo her du daxwazan bo welat bibe azad mirov bibin xwedî maf bibin þareza xwe bi ava nemiriyan þûþt çû ket nav refên gerîla! **** RÊWÎ : _______ piþtî pênc salên nefiyê rêwî me ber bi welat. mîna mindalekî çar salî bêsebir û bê tebat im. zû bajo ajoye zu! min bigihîjîne cihê bav û kalan dîsa bikevim kulateyn a xalê Xelef nanê xaltîk a xanê bixwim li ser tenûrê Û dîsa bi hevalan re birgê bileyîzim li qada serhildanê. bajo ajoye zû bajo! naxwazim bimirim çav vekirî. **** TE : ____ ne di dev de diran ne li serî por ne jî mûyek reþ hiþt di bedena bedew û çeleng de qermiçî eniya berz û pehn jî. min ne destên te yên pembûwî girt carek ne peyvek erênî ji te bihîst. di ser de jî koçberî bêkarî û nexweþiya dayîka xêr nedîtî jî hat li ser dil de venîþt. qet dilxweþ ne be ey dijminê hov û xwînxwar va ye Zekiye, Bermal, Delal... bi hezaran keç û xort li hawara min gihîþt. **** NOTÝRVAN : ___________ Ev bajar û gundên þawitî hilweþiyayî û kavil ev mirovên bê çav bê ling/ ev gerîlayên bê serî, guh hatî jêkirin bi destên kê hatin çêkirin Û kê em bê par xistin Ji hembêza azadiyê. Û ev qeyd û rêzil Kê xistin Li ser zendên Mezopotamyayê. Ma em ê ji bîr bikin Dardekirina þêx Seîdê kal Hejarbûna penaberên Nînova Zarokên Helebçê.... De bila ez niha ciwanekî/e bist salî bûma Mil bi milê gerilayekî/ê Cûdî biparastama. Helbestvanekî navsere me mixabin lê bi çargavî dajom hespên helbestê li qada serhildanê û evîndarê gelê xwe notirvanê zimanê xwe me. **** KUÇÝKBAVEK : ___________ duh þev bi ben é tarîtiyé xeniqand þawitand piþtre bi destén xwe yén qilérî xaniyéme tevî berxa du mehî leþkerî gurî. xeyalén min én zarokî ku ji kulilk u keskesoran pék dihat dur çûn ji min qasî stérkan ji kerba negirîm yek dilopek lé minak telpek gu tifamin zeliqî ser rû yé kuçikbavek. **** HER EZ Ê BÝMÝRÝM : _________________ Li ser weché stranan kul û keseran kon vegirtiye di dîroka bajaré zaroktiya mina bi xwin hatiye nivîsandin da Bizanin hûtén rureþiyé avakarén bedengiyé kûrmén ji xwina min zîldayî heta ku li kolanén xewnén min evindarén kenogiri li ser pésîra min bendemanén bérikiriné ji gulén evini û azadiyé ji fékiyén tahmhingiv tér nebin ne ji ya xwe tém xwar ne ji seri li ber we ditewinim! û tu Yara dil lim qijilandi Carek ne kenî ji min ra Ramusaneké ne þîni ji dûrve jî Nayé hedara min Roj hezar carî Agiré ji bo te té gurkirin Hestén xwe pé neþum. û dawî Ji min gotin An tu yé weri min bi bextewariyé bikujî An ji kerba nehatina te ezé xwe bikujim! **** HÝNGÝVHELBESTEK : _____________ Sibehek Bé haydan Mînak tîréja ewil ya rojé bi guman Þermok, lepira, daweriwandî û wisa germ hatî. Belavbun ewrén kovaniyé ji ser çav Vemirî bagera éþ û janan ji ser dil û xemilîm Mînak darbehîvek adaré Bi hest u kené te yé evînî û navéte Min bi ramusanén sosinî û beybunî daxkir Wek hingiv helbestek tahmxweþ Li ser lévén tîbuyi... **** SERANSER WELAT : ________________ Þevek herkes di xew de Rabum jixwe ra geriyam Bajar bi bajar kurdistan. Fanusa min seroké min Evîna welat di dest da. Ciziré Bi evîn u eþka seyda Ji dil u can avda . Þirnex Xorteke xeþim Lé bi mérxasî Rabu ser piya Bi xwina xwe meyand azadî Da hiþk nebin dehl u çiya. Qulpé Nehiþt ji kesîre hespé Wek lehengan siwarbu li ser piþté Beré xwe da deþté. Elih Bazda Di dest da satur û bér Û tujkir kér bi xéhdana xwe. Ket para Licé Mînak sofiyek diçe hecé Bi dilovanî xwe da péþ Lé semsur Léborin xwest Ji min jî sé cercur. Wan Hetajé hat bi îman Nisébîn Ji bo evîna te har u dîn. Koser Xwe kir bukek xélî li ser Hezo Komkir þekir u gezo Rýha Bi héza evÝna te u péxemberan Go a niha. Séwreg Go fermo Ma li me ne bu dereng û tijÝ paþil kereng Gavek xe avét péþ û Heta erçeng Xwéhda colemérg Bazid Bu qasid Çewlik Bu hevling Séwaz Bi stran u awaz Qers Bi hérs Ararat Pir kir keft u left Hezro Hé nivro Kete ré Berwar Ji ya xwe nehat xwar. Muþ Go em mérxasin ne puþ Belîs Go heta em téxin lîs Ezirgan Heta em nebin bazirgan Ezerom Em kurdin lawo ne rom Amed Li ser govendî Girt dawet Bu duvpiþkek kuméd Bi dijmin ve da Bi kurtasi Seranser Li welat kurda kir mahþer Va dimeþin bi hevra Dijmin go teslîm ji qehra. Pîrozdikim xebata we Serî li ber we ditewînim Bila serok ji me re her saxbe Biratiya xwe qewîkin Kul u éþan bikewînin **** GERÎLA : __________ Dile te bû ye agir û diheline Zilm û zordariye li ser ve xake û bi bejn û bala xwe Diþibî çiyayé agirî Bi esmerbûna xwe diyarbekir. Rû ye te Mina heyva çardehé Dibiriqîne ava çem û golan û mîna helbestek nûjen stranek rewnaq Dikewîne dilén bi hesret û kovanî û dema dibiþirî Ango dikenî Bi hezaran kevokén spî difirin ber bi xizanan Ku dibin baskén wan de nûçeyén serfiraziyé veþartî Hey lé/lo ez gorî Qey tu nîn bu ya Miné çawa bikarîbûya helbest binivîsanda û wiha ji xwe razî û serbilind bigeriyama. |