PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kincên herêmê


Jinên herêmê shalwarek ku jê re dibêjin " Çintiyan " li xwe dikin. Bi ser shalwar de çakêtek; milfireh û yaxevekirî ku jê re dibêjin "Fermane" li xwe dikin. Entarî yên wan ji sê etekan pêk tê. Li pishta xwe kefiyek sîm yan jî qedîfe girê didin. Keçên ciwan xavikên sipî, yên zewcandî jî tacek ku bi serde jî kefiyek girê didin, didin serê xwe. Jinên gundî çarshefek ku jê re dibêjin (meshele) didin serê xwe. Kesên çarshefa resh jî li xwe dikin hene.

Zilam shalwar li xwe dikin. Li ser shalwar jî "Eba" li xwe dikin. Bi ser eba de jî çakêtek ku jê re dibêjin "sako" li xwe dikin. Li serê xwe jî kefî yên kesk dipêçin. Lapshîn û qondere pêlavên herêmê yên zilaman e.