PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çend helbest ji Konê Reþ


Doda, Barzanî û Ala welatê min :
_______________________



Di vê jiyanê de

Min gelek kes naskirin û

Hez gelek tiþtan kir

Hin ji wan

Di çavê min de

Mezin bûn û

Hezkirina wan bi min re ma

Ta ku mirin

Lê bi tenê sê nav

Di cihekî bilind de

Li ser refika dilê min

Hatine danîn û parastin

Her ku dem bi pêþde diçe

Di çavê min,nerîna min û

Huþê min de

Mezintir dibin

Sînor xwe ji ber rêzgirtina wan

Dide alî..

Ezê bi mirim wê ew bimînin zindî

Heger we naskir

Bê ew hersê nav kîne ?!

Yek ji wan gundê min Doda ye

Yek Barzaniyê nemire û

Yek Ala welatê min e...


Konê Reþ



****




Mirovantî :
__________



Kêm kes digihêjin

Pileya mirovantiyê

Kêm kes karin bi kar û barê

Mirovantiyê rabin

Tevî ku em tev

Bi nav mirovin..

Mirovantî;

Bi xwekarî û mêranîye

Mirovantî;

Gernasiya dema nû ye..

Kesê ku bi rast û durist

Mirov be,ewe yê ku

Jê bê xwestin

Pêþûsazê neyarê xwe

Ji dil û can pêk bîne

Wek ku yê xwe

Pêk tîne

Încax;

Wek wan kesan

Gîhabin pileya mirovantiyê.



Qamiþlo - 02.05.2004

Konê Reþ




****



Zeriya min !Dema Dengê te Seh dikim.. :
______________________________



Zeriya min !

Di vê zivistanê de

Bayê bê dest

Bi tiliyên xwe yên sar

Aso hembêz dike..

Daristanên tazî û rût

Di nav qir û sermê de

Di nixumîne ..

Çûk û çivîk

Bê star

Li ser þaxikên daran

Bi melûlî xuya dikin û

Ji neçarî

Ji reþewran

Sirûdên þîniyê dibêjin...

Awazên wan

Tevlî xuþîniya daristanê dibe û

Mîna sîmfoniyeke xemgîn û bi xem

Min di nav kul û keseran de

Kûr û dûr dibe ..



Lê Zeriya min !

Dema ku ez dengê te seh dikim

Wek zengilê naqosa Dêrê ku lê bide

Min ji nav kul û xeman

Hiþyar û rizgar dike û

Geþbîniyekê bi ser min de

Dibarîne

Erê geþbînî..



Konê Reþ



****



Bela bimire.. :
_________


-1-


Bela bimire yê ku;
Ji bavê xwe fedî bike
Li kul û xemên xuþka xwe

Guhdarî neke

Li diya xwe ne pirse

Adet û teqalîdên bav û kalên xwe

Jibîr bike

Zimanê xwe di ser guhan re

Bavêje

Deriyê xwe ji ber dost û hevalan

Bi qepitîne

Bela bimire jêre çêtire



-2-

Bela bimire yê ku;

Ji ronahiyê bi tirs be

Di tariyê de bi live

Wek kund li ser þikêran

Bi lûse

Di tengayiyê de

Kirasê neyaran li xweke

Di firehiyê de

Wek dîkê þinik

Bi qud-qud be..!

Serê xwe ji Partiyan re deyne

Berî çiyayên welatê xwe û

Di her çax û demî de

Di her civat û eywanê de

Karibe bistirê û biraqise

Bela weke van kesan bimirin

Mirin ji wan re çêtire



-3-

Cerê ku av têde

Nesekine

Yê þikenandinê ye

Beriya ku xezal

Lê neçêrin

Ne warê koçeryê ye

Çiyayê ku Pêþmêrge

Lê neyên parastin

Ne cihê piþtdanê ye

Hevalê ku zikreþ be

Bi hewildan be ku

Li ser piþta hevalên xwe

cihekî ji xwe re

Di civatê de ava bike

Megrûdî û eware ye

Qet lê nebe ewle ye

Bela bimire , mirin jêre çêtire



-4-

Xincera ku ji kalan neyê der

Ya avêtinê ye

Tivinga bê berik be

Mîna þîþa tenûrê ye

Kum û kolozê ku

Serî gerim neke

Ne yê danînê ye

Mirovê ku sinc û wijdan

Wî ne hejîne

Mirin jêre çê ye..




Qamiþlo 23.05.2004


Konê Reþ




****




Xanima min , Qamiþlo ! :
__________________



Te çi divîbe

Bela ji te re be

Bela bejna qamîþ û qamir

Li ber bayê te

Bêne hejandin..

Di zayîna te ya nû de

Kêm kes dikarin

Di vî asoyê te yê xemgîn de

Mirinê bi afirînin..

Di vê xaka te ya bi xwîn de

Wê xortên nû bêne þîn bûn û

Her tê weke xwe bi mîne

Tê weke xwe bimîne û

Wê careke din

Li ser peravê çemê Ceqceq

Hevdîtina yaran

Girnijandina yaran

Dilketina yaran

Jiyanê xweþ bikin

* * *

Qamiþlo,Xanima min !

Çendî çolistanê hewildaye ku

Kirasê xwe li te bike

Kirasê wê li te teng derketiye û

Kirasê çiyayî ji te

Ne hatiye kirin..

* * *

Xanima min !

Îro stêrka te di asmanê welat de

Di çirise

Bi hewildane ku careke din

Çemê Ceqceq bi herike

Careke din

Ava kaniya Reþ û Spî

Hilm û bîna çiyayê

Bagokê û Omeriyan

Bi ser me de

Bi fûrîne ..

Serxet û Binxetê

Ji ferhenga xwe bavêje..

* * *

Xanima min !

Êdî bese ,bela bes

Dergevanên dergehên te

Zêrevaniya xewnên me

Bikin û

Gemîvaniyên xwe

Di nav deryaya kul û xemên me de

Werkin...

* * *

Xanima min !

Hêsrên þor

Bi ser dêmê min de

Di xindirin, dinesilin û

Qet nikarim xwe

Ji bejna te

Daweþînim..

Hestî ji goþt derînim û

Hêj dengê Cegerxwînê Hesarî;

(Kîme Ez !)

Di qulên guhê min de

Li hev vedigere..

* * *

Xanima min !

Bi hêvîme tu nebe

Ardiwê gunehkaran

Di destê Bekoyan de ..

Wê tev bi revin û koç bikin

Stêra tevan wê here ava

Bi tenê tê bi mîne

Dîdevanê demê û

Roka te

Qet naçe ava

Ji ber ku

Asman yê te ye

Aso yê te ye

Qamiþloka min

Xanima min

Evîna min ..!



Qamiþlo 01.04.2004


Konê Reþ



****


Axa welatê min :
____________



Heger Welatê xelkê

Bi av û kanî bin

Bi dar û devî bin

Bi xan û avanî bin ...

Û Welatê min

Bê av , kanî çikî bin

Bê dar , devî çilmisî bin

Bê xanî , mal herifî bin ...

Ez mistekê ji axa

Welatê xwe ...

Nadim bi

Axa tu Welatî .




Konê Reþ



****



Ziman :
_____


Ji min werê

Bi tenê zerîyên

Welatê min

Xweþik in

Bejin zirav in

Dêm girover in

Meþ qitikîne ...

Ta ku min xweþik û rindên

Welatê xelkê dîtin

Ku ew jî

Þox û þepal in

Meþ ordekîn in

Poz çelengîn in ...

Lê bi tenê

Bi tiþtekî tenê min

Zerîyên Welatê min

Ji wan bi cuda dîtin

Heger hûn zanin

Bê ew tiþt çiye ?

Heger hûn zanin ?



Konê Reþ



****



Ez û Japonîyekê :
_____________



Li Þamê me hev dît

Çend rojan em

Bi hev re geriyan û

Me dît..

Di nav re

Min kul , êþ û derdên

Gelê xwe jê re dot ..

Wê jî

Kêf , xweþî û þahîyên

Gelê xwe ji min re got

Û pêre- pêrere dilê min sot ...

Vegeriya Osaka

Bi kêf û þahîyên xwe

Daket

Vegeriyam Kurdistanê

Bi kul , êþ û birînên xwe

Biliyam ...




Konê Reþ


****



Doda :
_______





Nizanim çilo vê nîvrojê

Huþê min firiya çû Doda ?

Gundê ji hezarê salan ve ,

Bi xanîk û manîk ava ,

Dîdevanê bûna min

Û jiyana sereta ...

Gundê bi dewar , sewal û

Keriyê pez ;

Bi car , newal û

Dar û rez ;

Gundê ku li ser

Du þivên hesin

Maye raketî ;

Ji jor ve bi nav bûye

Serxet

Ji jêr ve bi nav bûye

Binxet



* * *



Doda ;

Bêndera kul , êþ û janên min ...

Stirana :

(Bavê Syero û Derwêþê Evdî )

Û evîna min ;

Hêlîna pîr û kal , jin û mêr ,

Keç û xort û tev

Gundîyên min .



* * *



Doda ;

Ji pêncî salî ve ,

Xwe di nava min de

Dipêçe ;

Ji danheva pûþ , qîvar û þoqilan ...

Ji ser ( girê Qereçe ) ;

Ta bi henek û laqirdîyên

( Seyid Xelîl û Þêr Elî )

yên ku tew ji hiþ naçe ...



* * *



Doda ;

Tirabêlik û xwêdana

Ku ez pê hatime þûþtin ...

Bêhinvedana þivanan

Li ( guhera Ademo ) û

Rawestandin ;

Leza bêrîvanan ta bi

( Guhjîka Ehmê ) û

Pez dotin ;

Xwêdana xebatkarên

( Besta zixur û Duavê ) û

Qûm firotin ;
Civata her êvar

Li ser banê gir

Û þor û gotin ;

Çîrokên jin û jinbiyan

Li ser tenûrê

Û qal û qult û þerkirin ;

Serpêhatiyên apê min ( Birko )

Û þev buhirandin ...



* * *



Ji Doda re ,

Ji girê Doda re ,

Ji sax û mirîyên Doda re ,

Û ji ( Kevrê Birûskê ) re ... ;

Destan li ser hev datînim ,

Temene û xûz dibim ,

Xweþî , geþî û pêþketinê

Ji tev gundiyan re dixwazim .



Konê Reþ