PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çend Helbestên ( Seydayê Dilbirîn )



Seydayê Dilbirîn



MERSÎYA WEZÎR Û ENDAMÊN

DEWLETA FEDERAL / 03. 02. 2004

_____________________________


Dîsa neyar bi hovanea
Roja cejna misilmana

Bertîl dan hinek ajana
Peqîn li nav Kurdên zana

Li her cî cejna olî ye
Her kes bi keyf û þahî ye

Nav Kurdan þîn û girî ye
Ne yekem car ne dawî ye

Wan bê cira wan çepela
Li Ýslamê bune bela

Xwe kirine rengê mela
Rureþ bibin li nav gela

Van nav misilmanê bêdîn
Kurd kujin bi xap û bi kîn

Ew navin Kurd azad bijîn
Kurdistan tim barud û xwîn

Sepîda Cejna gorîyan
Kurdên zanyar lev civîyan

Ji bona pîrozbahî yan
Felek zu ji hev qetîyan

Tev zanyar û rewþenbîr bûn
Çend berpirsyar û wezîr bûn

Digel ku ramyar û jîr bûn
Sed mixabin bê tedbîr bûn

Em Kurd zanin neyar çine
Em ji xwe dikin gazine

Ev civat bê paraztine
Bo çi ewleya wê tine ?

Em ji dostan pir sipasin
Dibên gelê Kurd mêrxasin

Divê neyar baþ binasin
Xapên neyar bê kirasin

Vê roja aþtî w’ keyfxweþî
Kurd lev civan ji çar beþî

Neyar tu xwîn divereþî
Li te sed tif sed rureþî

Van neyarên raman betal
Dîn ji bo xwe dikin mertal

Ew ne bawermendin heval
Li gor fermana ZulCelal

Dilovan bê li we Xwedan
Namrin ew zanyar û rêzan

Xweþ bin malbat û kesê wan
Her bijîn Kurd û Kurdstan

Dijmin Dehaq û Cengizin
Tim bi xap û fen û dizin

Ji gelê Kurd pirr acizin
Li mafên wan diqelizin

Ew neyarên me y’ ji mêjin
Ew dagirker tim dibêjin

Kurd federal yê navêjin
Emê xwînê pirr birêjin

Dîtin Kurdên xweyî huner
Ji bin destan wê bêne der

Ewan pêkanîn ev bûyer
Da Kurd bimênin bê rêber

Yê ku ew kar pêkanî y
Hin dibên ew bîyanî ye

Nabêjin kî ew anî ye ?
Bes Kurda ew baþ zanîye

Heyfa wan zanyarên berêz
Bo serxwebûn bibûn yek hêz

Hin ji dur hatin hin ji nêz
Tev ji keyfa man bê parêz

Bizan hey neyarê xwînxwar
Kurdan xwendin bune þîyar

Tev bûn rewþenbîr û zanyar
Wê bibin dewletek rizgar

Kurd rast û çep bi biryarî
Wê bibin yak bi ramyarî

Bo serxwebûn bo rizgarî
Wê ew azad kin vî warî

Li bihiþt ê hun mihvanin
Cangorî yên Kurdistanin

Hun li cem þahê Berzanin
Wê we himbêz kê bizanin

Wê þehîd sembola me bin
We j’ bîr nakin ta ku hebin

Wê Kurd li ser doza we bin
Ta azad bin serbixwebin

We war parazt bi mêranî
Hun gehan serok Berzanî

Hezar rehm û dilovanî
Li ser we bin ji Yezdanî

Pênus tim bi tekuþîn im
Bo we þêhîdan xemgîn im

Ji bo we ez Dilbirîn im
Ezê her dem we bîrbînim.



Seydayê Dilbirîn



***



NEYAR: ROJEK ÞURÊ TE, WÊ SERÊ TE BÝBÝRÎ :
___________________________________


Geh Agrî û geh Dêrsim, gelyê Zîlan û Amed
Geh Þernex û Nisêbîn, geh Cezîr û geh Serhed

Neyar tim bi komkujî, wan gelê Kurd qirkirin
Çand û petrol û maden, hemu ji xwe re birin

Ev heþtê sal biderew, neyar dibê Kurd tinin
Nav û zar qedexe ne, Kurd civakek mezinin

Geh neyar li Amudê, di nava sînema yê
Suxtên Kurd þewitandin, deng ji ti kesî nayê

Carek li Qel’edþzê, dîsa suxtên Kurd sotin
Bi bimbe û napalma, gelan tiþtek negotin

Li nehsed û heþtêw heþt, neyar ser navê Enfal
Dora dused hezar Kurd, Jin û mêr kal û mindal

Bi saxî bin ax kirin, van dijmin û neyaran
Ev karê ne mirovî , pêk anîn van xwînxwaran

Carek jî bi kimya yê, wan pênc hezar berzekir
Dewletên nav misilman, tu kes ji wan deynekir

Kes nehat hana Kurdan, awrupî bûn arîkar
Hezar tif sed rûreþî, li rûwên we bin neyar

Eva bu duwazdeh sal, gelê Kurd federalin
Neyarên nav misilman, dagirkerin çar alin

Da ku Kurd azad nejîn, her demê ew xapandin
Dîtin Kurd bun federal, xwe li nav wan teqandin

Pirr zanyar þehîd kirin, sed heyf û sed xebînet
Tev endam û wezîr bun, wek kek Samî û þewket

Ramyar û jîr û zana, Tev hêja bun yek bi yek
Wek Mehmud û weke Seed, Mehdî û Ekrem Mentek

Weke Þaxewan Ebas, Her weke Xesro Þêre
Digel hevalên mayî, Ev ro þîn li Hevlêre

Emê tim we bîrbênin, Cangoryên kurdistanin
Çûn cem serok Berzanî, li Bihiþtê mihvanin

Bese neyar ta kengî, tê gelê Kurd bikujî
Geh bi xap û geh bi dîn, tê xwîna wan bimijî

Neyar bese xwînmijî, bese ji vê þaþtî yê
Þûna kimya û bimba, dênin gulên aþtî yê

Vê kîna bav û kalan, neyar bese bavêje
Wê Kurd bibine dewlet, bes vê xwînê birêje

Neyar tê heya gengî, warê gelan bigirî
Bizan rojek þurê te, wê serê te bibirî

Hey neyarê sîtemkar, Xweda çêkir ev Cîhan
Da mirovan wekhevî, xweybun, rizgarîw jîyan

Ji war û welatê me, vekþê wan destên çepel
Wê gelê Kurd rizgar kin, warê zêrîn pel bi pel

Teror nabin bawermeend, li gorî hemu ola
Kurd tim li ber xwe didin, gurçik hesin dil pola

Dagirkerên gelê Kurd, nav misilmanin bê dîn
Em bi dînê wan xapan, bo wê em bûn Dilbirîn.



Seydayê Dilbirîn



***



CEJNA NEWROZ / 1978 :
______________________________



Mizgîn bo keç û lawa
Ev roje sersala wa

Wek îro Kurd azad bûn
Bi rêberîya Kawa

Wa Newrozê ciwanê, bîr anîna jîyanê
Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê

Gelî Kurda bibin yek
Da em gokê bikin þek

Bi Newrozê dilxweþ in
Xort û keçên çav belek

Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê
Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê

Cejn û sersala delal
Nêzîkê sê hezar sal

Bûye cejnak azadî
Ji bo Kurdan bûye mal

Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê
Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê

Eva neyarên gurbav
Girêdane li me çav

Ji nav Kurdan hildane
Ziman û tore û nav

Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê
Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê

Rêça bav û kalên me
hem cejn û sersalên me

Neyar ji me sitandin
Bi zor dixwê malên me

Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê
Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê

Neyar mêjuk wergerand
Bo wê Kurd nabin azad

Dehl û zevî, yên me ne
Neyaran ji xwere çand

Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê
Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê

Ji bona serxwebûnê
Nema gelê Kurd rûnê

Me cejna xwe pîroz kir
Raser kelha Hesunê

Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê
Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê

Ta hebin Kurdên xwenda
Ev nijad nebê winda

Kurda sersal pîroz kir
Li bajar û li gunda

Wa Newrozê ciwanê bîranîna jîyanê
Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê

Nehsed û heftê w heþtan
Me l’ çîya û li deþtan

Me arê Newroz geþ kir
Bihar hat çû zivistan

Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê
Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê

Dilbirîn dil nesoje
Newroz yanî nûroje

Xortên Kurdan þîyar in
Welat li neyr doje

Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê
Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê .




Seydayê Dilbirîn


***