PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



BÊRÎVANA MIN ( Abdurrahman Durre )


Bêrîvana min ji bêrî, tê di milda satil e
Kurtikê qutnî li dêrî, ser kirasê gul-gul e

Bazinê zêrîn li zenda, zulf, kemenda can e tên
Dil giriftarê li benda tîre-marê nav mîl e

Hîv û roja xaverî tê, Durre taca ku l'serî
Þahê textê dîlberî tê, gewr û rinda çavkil e

Horiya "Baxê Bihiþta" Serheda rengîn e ew
Soriya, kofî nivista, bav musulman, dê file

Êzdiya Þengal û Zaxo, Amed û Hevlêre tê
Badkiya Seyda biraxo, sîbkiya reþ kakul e

Çavkila, tawus hebîn e, tavisîne þar û Qemt
Dêm, gula meþriq zemîn e, lê ku þeyda bilbil e

Lêv û dev av-il heyati in, þeker û qend û nebat
Sing û ber meyxane hatin, saqî qora mil-mil e

Hecer û l-Eswed e xalê reþ ku lê ferz e tewaf
Ev ku bû çend sale bê weþ maye dil, jê bikul e

Quds û Ke'ba rojhilat e, cenneta warê welat
Jê qibîna kewrubat e, tê fîzar û xulxul e

Dîlbera warê Þirînê, Zend û Awesta hebîn
Rehbera dînê evînê, wehy îlhama dil e

Sîne, mîna Turî Sîna berq e lê da, þu'le tê
Agirê wê sir þirîna Kurdî jê da diþxulê




Abdurrahman Durre