MIN DIGOT TE VEDIGÊRA ( Xelîl Dihokî ) Narîna min Min digot û te vedigêra! Min digotî: Jiyana min, biyabaneke têhnî ye! Qirqiçî û hiþk û bê av e! Min digotî: Esmanê min, Ji mij ûmoranê girtiye û bê hetav e. Te digotî: Çavê min roja li hindav e! Min digotî: Sorgula min, Çirmisiye û bê xunav e Li nexþeya þenge buharê, ya bê nav e. Te digotî: Ez im nexþey divehîn im Wê ji te re ev silav e. Min digotî: Qonaxa min, Rêkeke pir stirî û dav e- Te digotî: Min ji bo hindê bizav e! Hey narînê!! Pa ka dilê lîsê caran? Ka ew sîngê derya mezinan Dildar û evîndaran? Ka ew axiftinên þirîn, Te vedigêran, bo me êxsîr û hejaran? Kanê? Kanê Her ho zûka, Te armancên xwe ji bîr kirin!! Te tev hîvî û omêdên min, ser jêkirin! Erê naête bîra te, wek te digot: Payîza te, dê kem buhar û xemlînin! Sed hezar dermanên bijar, Dê li birînên te werînim! Dê te ji derya kovanan, Qortal kem û zû derînim! Pa te bo çi ev agirê berda dilî!! Ew buhara te digotî nexemilî!! Lê narînê Ger careka dî tu hatî Dîsan te viya evînê bikey. Haj xwe hebe, kurkê nezanîn û fêlan, Nekey ber xwe û dilîn nazik Pir kovan û axînk nekey! Baxê Îrem kavil nekey! Da navê te li ser dilê min bêt çap kirin... Sexmeret hîvî û armancan, Xwe bideme gorî kirin... Gorî kirin... 1976 Xelîl Dihokî, |