PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



MÝRÝNA GURÎ




MÝRÝNA GURÎ

- Ji giyanê brayê min ê rehmetî Sefder ra -

Sefdo, lawecan! 1922 de em hati bûn Mûnîxê. Ez û kekê te Kamîran. Em þikiya bûn. Zora me çû bû. Felekê poþîke reþ kêþa bû ser qedera Kurdistanê. Ê di warê siyasetê de tu hêvî ne ma bû. Me tev de digot: Zman, xwendin û nivîsandina zmanê me; bi tîpên xweser, bi tîpên kurdî. Belav kirina kitêb, kovar û rojnaman. Min ji çiyayên Rafanê ji te re alfabeke kurdî anî bû. Tu hînî wê dibûyî. Te digot: “Ez gelek kêfa xwe jiþihreka Elfrêd de Vinyî re ditînim: Mirina Gurî. Rojekê ezê wê wergerînim kurdmanciyê û wê belav bikim“.

Ev deh dwanzdeh sal in, kitêb û kovar bi zmanê kurdî û tîpên kurdi têne belav kirin. Lê felekê tu beriya wan belav kirî. Feleka bextreþ, mîna Kurdistanê poþîke reþû tarî kiþande ser canê te ê tenik û çeleng jî. Bi hêviya ko giyanê te ê pak pê bihese û pê þa bibe, eve min >Mirina Gurî< wergerande kurdmanciyê û pêþkêþî giyanê te kir

MÝRÝNA GURÎ

Ewir, di ber di ser heyvê re,
Heyva agirgon,
Bilez….derbas dibûn, diçûn
Qey dû û dûman bûn,
Ji þewatê hildihatin,
Bilind, winda dibûn.

Ji me, heta cihê tavikê miriyan,
Dar û daristan,
Qurmên daran giþ;
Dixuyan….
Wek stûnine reþ,
Çira ma heyveron,
Geh geh, dibû geþ.

Herçî em nêçîrvan,
Bêdeng lal û ker,
Me da pexlexa nerm,
Pûþ ê pelaþa zer,
Me tev dida, seh dikir,
Þafir, qizbe, devî, þel.


Hêdî hêdî em diçû;
Me rêl velo dikir,
Em vedihatin erdê û radibûn ser xwe,
Ji niþkekê ve me dît;
Pencine dehbene gir,
Di axê re çûne; li erdê bûne xelek,
Me bihna xwe,
Ji ber xwe çikand û em sekinîn,
Ser ling û nîvekê.

Hevalekî me î pîr,
Þêxê nêçîrvanan,
Þopgerînekî hêja,
pisporekî rêçan :


Lê vehat, hûr lê mêze kir û got:
Ev rêçên gur in.
Rêçine nû,
Belê rêç, ew rêç bûn,
Rêçên gurên fêris,
Gurên ko me da bû pey,
Û me dikir
Bi bêbextî….
Di tariya þevê de…
Wek dizekine tirsok,
Bi ser wan de bigrin;
Û wan ….
Bidin; ber tifing û xenceran.

Dor bê deng,
Ne pejin, ne teq, ne req,
Tebîet lal û xamûþ;
Bi tenê di ezmanan de,
Qulingekî virnî,
JI refê xwe veqetî;
Xwe dilezand,
Û li refê xwe diqorî.

Rêçnasê î pîr, veketi bû,
Li rêçan bû bû pehin,
Rêç seh kir û got:
Rêçine teze;
Gur, dêlik û dû cewrik in;
Êdî….
Tu þik ne ma tê de,
Me xencerên xwe kir kar,
Tifingên xwe dagirt;
Û da rê.


Þax, çikil….me ji hev dikir;
Kelem di bin lingên me de, ditewiyan.
Ko hil dibûn; li çip û hêtên me didan.
Sisê ji hevalên me sekinîn,
Tifingên wan biriqîn.
Min çavên xwe, girt….vekir;
Hûr, li þafiranmêze kir,
Di nav rejûya reþ de,

Du morî diçirisîn,
Û jê wê ve,
Çend xeyalên tenik
Ji bejnan sekinî,
Qey di heyveronê de
Bê hay, ferîqet …. Direqisîn.


Gur, bavê mal û malbatê,
Xwe da bû pêþ,
Di ber devî û dar,
Çav li dora xwe daþt….û dît:
Rê lê nehatî bû girtin,
Dijmin lê bû bû çarnikar.
Dêlika wî,
Hinek jê dûr,
Li ber zarowan sekinî;
Li mêrê xwe dinêrt.
Nêçîrvanê mê î kal,
Nav di seyên me dida û digot:

Ha þevger ha ….Ka bêlan ak….
Reþo tu jî, ji par re….
Berya ko se lê bêne wer,
Gur, stoyê seyekî,
Sekî semboyî,
Kire devê û þidand, þidand û berneda,
Rexma ko bû,
Ziqziqa xencerên me.
Xencer di rûdiyên wî re diçûn,
Di zikê wî de,
Digihan hev,
Û berikên tifingên me,
Di tihêla wî re tavêtin.
Gur dîsan,

Arçûmekên xwe, þidand, çidand, çidand,
Lê vê carê,
Devê xwe vekir,
Seyê þemboyî,
Wî heywanê fêris,
Beriya gur….
Ket erdê û mir.

Gur…. Li ser totikan rûniþtî,
Xwîna xwe alast,
Awirek li me da,
Li jin û zaroyên xwe fedkirî,
Xatir ji wan dixwest.
Û paþê,
Erzîna wî lerizî,
Çavên xwe girt,
Û di xwîna xwe de….gevizî.

Min eniya xwe a germ,
Berda ser fola tifinga sar,
Û ez,
Li vê rastiyê dibûm hiþyar:
Heke dêlik ko hiþte mêrê wî,
Bi tena xwe, bêkes,
Bê piþtmêr, bê heval û hogir,
Bera san û nêçîrvanan bide,

Û di xwîna xwe de vegevize,
Ne ji ber ko tirsiyabû,
Û can lê þîrîn bû,
Lê diviya bû …. Ew,
Biya gurê piþtreþ,….
Bimîne….
Û ji zaroyên xwe re,

Bide zanîn,
Ko li dinyayê
Ji guran gurtir, ji wan birçîtir,
Di qesir û sereyan de rûniþtî,
Tevayek heye,
Jê re dibên mirov,
Lê secde dibin,
Çi kedî, çi kovî çi hov,….
Lê ew ….ew heyîna serfiraz,
Ew bi xwe,
Cenawirekî we ye,
Ne wek cenawirên din,
Ne ji nêz û birçînan,
Lê min ji bo kêf û henek,
Dide, her kesî, her tiþtî,
Ber mirin û kuþtinê.
Herê, diviya bû dêlik,
Bimîne….
Û ji cewrikên xwe re bibêje,
Mebin nîzing, tucaran….
Avahiyên ko mirov …. Tê de.

Ez, þermendeyî heyîna xwe, min digot,
Em mirov, insan,
Digel vî navê bilind,
Çiqas nizimû xwar in,
Bi tenê hon, heywanên fêris,
Hon in ko dizanin, Ji vê jiyîna derewîn,
Bê deng, lal û ker,
Bê ax, zar û na^lin,
Xwe bidin paþ, jê veqetin,
Terka wê û her tiþtên wê bidin

Þairê „ Mirina Gurî“ Elfed de Vinyî edîbekî xudan þûr û qelem bû. Bavê wî zabit bû; ewî jî dabû ser þopa bavê xwe û bû bû zabit. Lê ji ber ko firsenda þer bi dest ne diket; Vinyî piþtî ko bû kapitên ji ordiwê derket û xwe yekcar da edebiyatê.

Vinyî di sala 1797 an de di bajarê Loþê de, ji diya xwe bûye. Hêj di ciwaniya xwe de keti bû civata Vîktor Hugo, Þarî Nodyê û edîbên din ên mezin yên wê heyamê. Ji wê heyamê re di edebiyata frensizî de romantîzm di^bejin.

Vinyî xwe ji alayiþan digirt; xwe gelek têkilî xelkê dikir. Hin eserên Vinyî di pey mirina wî re hatine belav kirin. Esera wî „Dafnê“ bi tenê di sala 1913 an de ketiye çapê.

Vinyî di sala 1863 an de ji seretanê emrê Xwedê kir û qedirê wî piþtî mirina wî çêtir hate girtin. Mîna medhelokê : gurî dimirin, porsor dibin.


Celadet Alî Bedir-Xan

http://www.celadet.de