DAWET E DAWET E Ev wêne ji pirtûka nivîskar F.Cewerî a bi navê "Li Mala C.A.Bedirxan"bi destûra wî hatiye girtin.Divê bêdestûr ev wêne neyê bikaranîn. Ji zozan hat quling Xeber anî ji xweyîng Dibê werin dawet e. * * * Dawet e xweþ dawet e Ji kurdan re rûmet e Dawet þer e, þahînet. * * * Bê xweyî man qund, kelat Gazî dike ev welat Dibê werin hawar e. * * * Bê kezî man keç û bûk Di rêlan de ba û pûk Bê belg mane dar devî. * * * Navao dikin kurdanî Ne hêliþtin mêranî Kurdinon rabin dawet e. * * * Herê lawo dawet e Dawet e xweþ dawet e Bûka te jî Kurdistan. * * * Keziyên wê delal in Çi nermok û þepal in Ber meqesê mede wan. * * * Dengê avê çì zîz e Newal jê re ezîz e Welat! Welat!Welato! * * * Ji zozan hat quling Xeber anî ji xweyîng Dibê werin dawet e. Celadet Alî Bedir-Xan Hawar : hêjmar 8 |