PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



BERSIVA HOÞENG


Hoþeng!
Roniya çavê min,
Pandiyê navê min,
Hêviya min a pêþîn,
Di nav pêrêyên jîn,
Divêm çend peyvan li gel te bikim.

Bê qirên û deng
Nizanim wa ji te dipirsim;
Ka te tiþtek nasiye
Wek kesên bîrbir,
Jêhatî, eznawir,
Ji êþa welat
Warê xebat
Derd û kulên min.
Nabêjim tu ne jîr î,
Ne dibêjim tu dibîrî.
Tenê sergermiya te,
Tu rojan,
Tu deman,
Nahêle ku li ci kirê hûr bî,
Û çak bibîrî.

Berî tu hebî,
Piþtî tu hatî,
Gelek caran ez ketim nav
Lepên neyaran,
Tevî zor û lêdan,
Digel zirt û fortan,
Di çavên min nedîtin tirs,
Ji devê min negirtin yek pirs.
Te bi çavên xwe dît,
Carekê, du caran,
Ku zor û êþandin pir hebû.
Digel min xwe westandin,
Dawî suhna xwe revandin.
Lê serê min nizm nebû.
Bi ya Xwedê her nizm nabe,
Diviya bû dilê te bi vê yekê þa be.

Tevî van bûyeran,
Li ser gotina tewtewe û qeþmeran,
Jehra ku berdane guhên te,
Bê raman û xweragirtin,
Bi ser min de dirêjî!
Berî vê bi sê salan,
Ji min re dinivîsî, holê dibêjî
"Bavo, dibînim di nivîsarê te
Dibihîzim ji dost û yarên te,
Þopa bêhêviyeke cankuj,
Xwe berdaye ser dilê te,
Pê sist bûne dest û milên te!.."

Delal!
Berî her tiþtî,
Ew rewrewok ne dost û yar in,
Birek tewtewe, xêrnexwaz û çavnebar in.
Ji her nasî re dost û yar nayê gotin,
Holê pergela mirov tête sotin,
Ev celeb kes dema rûbarî te bin
Pir nerm û xweþ in
Di paþgotiniyê wekî mar in,
Gelek dilreþ in.
Naxwazin kesek paqij bimîne,
Qenciya camêran dilê wan diêþîne.
Ji bo çakan û çakiyê dij û neyar in,
Di devavêtinê de wek segê har in,
Divê bizanî ev celeb kes wek miþkê lûr in,
Wan bînayî nîne, li ser bênê dimeþin.
Ji zikmakî kûr in.
Ma gelo dizanî miþkê çi teba ye?
Wek van kesan ji dîtina rastiyê
Û qenciyê dûr û cuda ye.
Lûr li ser rûyê erdê najî, her jêrzemîn e.
Tiþtên li ser rûyê erdê
Di nav ezmên yekcar nabîne.
Çiya, dar û ber û keskayî,
Çem, co û cobar û ronahî,
Asîman, stêrk, ro û hîv,

Gewher, pilatîn û zêr û zîv,
Tev jê re nas in, li nik wî ne teba ne.
Jê re ne hêjayî kêzikekê û du kurma ne.
Kir, tevger û xebata wî di cihên teng û tarî,
Jê re kurm û kêzik bihatir in ji elmas û mirarî.
Navên Apolo û Kosmos wî bendewar nakin,
Xwarina çend kêzikan dikarin dilê wî þa kin.

Ev e rê û ramana van celeb kesan,
Têgihan û bîrbirina nandoz û teresan.
Li pêþ dost û yaran qurre û çalak in.
Dema rûbarî neyaran dibin bizdok û perþikestî,
Nikarin serê xwe rakin.
Lê ji bo kurdên dilçak û doza welat,
Bê ûst ji devê wan dertên her agir û pêt.
Nemaze ji bo kesên têkoþer û gelparêz,
Gunehan çar dikin, didin berhev, dikin rêz.
Çi kesê ji zanîn û baweriya wan bi dûr keve
Dibêjin "þaþ" e
Ji kesên wek xwe bizdok û çepel re
Dibêjin
"Têgihiþtî ye, gelekî baþ e!"
Ew ne yên xebatê bûn,
Temê diketin riya xebatkaran.
Kama wan di hatina nav
Xebatê çavnebarî bû,
Sixwestin ew jî wek camêran
Bêne xuya kirin.
Xwehildana wan ne xurtî û fedekarî bû.
Zûka reviyan, dema ji wan ve xuya bû mirin.
Hinekê wan hatibûn nav xebatê ji aliyê neyar,
Da ku bera hev din, di berhev bêxin kesên ne hiþyar.
Teqez baweriya wan bi gel nîne,
Herçî ew bi xwe ji canê xwe bê hêvî ne.
Dijî gelê xwe tu nizanî çi pêxwas in,
Berdestî ne wek tajiyên bi meras in.
Ji bo gel nawestînin ji xwe lingan,
Ji bo xelkê, xwe davêjin ser pilingan,
Ev e rewþa îro di nava gelê meyî nezan,
Lîwana xwe spartine noker, bêbav û xinizan.
Neyê bîra te ku rewþa Kurdên Rohilat û Bakur,
Ji rewþa Kurdên Sûriyê durusttir û çaktir e,
Em hin tiþtan ji wan dibihîsin halê wan
Ji ê me pir kambaxtir e!..
Ev e ku nahêle em ber hev bên û bibin yek,
Bê þerm em gunehên xwe diêxin ber
Derê koledar û felek!:

Delal:
Gava em ne çak û durust bin,
Teqez ew ji pîsî û neqenciya me ye,
Em çawa dikarin bêjin "Sûcê felek
û kolîdar tê heye?"
Ma heya çi gavê em dê ji sûc û gunehên xwe birevin?
Riya rast berdin, bikevin xaçerêyen, deverû bikevin.
Riya rast þemirandin ne karê camêran e; teqez qelsî ye,
Ji gunehên xwe revîn karê namerdan e, bes pîsî ye.
Ji bo çi holê em pîsiyê di xwe de tînin?
Neyar û nemerdan dilgeþ dikin, bi xwe dikenînin.
Ev yek bûye nexweþiyek malkambax ketiye canê me.
Nizanim ev çi bextreþî ye ku zanayên me pê ketiye
pirtirîn nezanên me...
Kesin hene ji gunehên xwe direvin,
Alîkî di riya felekê re diêxin derê Yezdan,
Aliyê din, bê þerm û fihêt diêxin derê þeytan.
Xwe ji guneh û kêmasiyan diþon wekî me kurdan.
Tenê ya ku me ji vê guhertiye,
Me kolîdar xistiye þona
þeytan!..
Wey xwelî li serê me, me riya rast þemirand,
Ew bûne pelîse ketine bin lingan..
Gelo! Ma em dê çawa xwe ji vê nexweþiyê xilas kin?
Gunehên xwe bibînin, qencî û neqenciyê ji hev nas kin?

Kurê min!
Wa tu li Ewrûpa yî, va me li
Rojhilat,
Teqez ne razayî me ji tevgera nav
welat

Çavdarê hemû bûyeran,
Guhdarê nûçe û xeberan,
Dibînim, dibihîsim, dêþim,
Haydar im ji hemî war û deran,
Tu tenê dibihîsî, lê ez dibînim,
Hophopa qeþmeran,
Canxulamiya nokeran,
Dûvlûçandina nandozan,
Devxumxumandina bê dozan,
Demnasiya kêsbazan,
Zimandirêjiya tolazan,
Di nav pêlên gemarî;
Di nav rojên reþ û tarî,
Tertilîna gel,
Tevgerên bê vac
û çepel,
Koraniya rêberan,
Bertilîna têkoseran,
Rê li ber wan wenda,
Ji armancê cuda,
Nema dizanin
çi bikin!..
Tev mane bê war,
Nabin hiþyar!
Bi tevayî ketine ber lingan
û hembêza neyar.
Hey wax û sed hey wax,

Di nav kulên kambax,
Ku her roj dibînim,
Dêþim û dilbirîn im.
Xwezî min nedîtibûya,
Çê ku tu nabînî,
Teqez tu bextiyar î,
Ne wek min xemgîn î.

Guh bide min, delal!
Ez sond sixwim bi serê te û Hoþîn û Heval,
Ku tu caran ji xwe û gel bê hêvî ne bûme,
Li ser þopa qelsan nehatime û tê neçûme.

Tenê hin karbidestên xêv û nezan,
Totik vala û cendek giran,
Di nav þoreþê,
Li nav niþtiman,
Hineka bi serhiþkî,
Hineka bi oflazî,
Hineka bi xinizî,
Hineka bi xêrnexwazî
Gelekan jî bi talankerî û dizî,
Kir, tevger û peyvên wan,
Dikarin welat û þoreþê tev têxin bin lingan,
Bê þivîsk, ez gelekî diêþiyam bi van kirên han,
Kesek serwext û bîrbir û hiþyar,
Dikarî qenc bibîne
Çak bibîne,
Gelek tiþtên ne diyar.
Ji alîkî nezaniya gel û tênegihiþtina xortan,
Ji aliyê din alozkeriya bêbavan reyin xêrnexwazan.
Me nediviyabû rê bidim devlokiya qeþmer û tolazan.
Ji lew re diviyabû ji her kirê hûr bim
Xwe ragirim, ji her kesî dûr bim.
Heya rastî ji her kesî ve xuyabe,
Qencî û neqencî ji hev cuda be.

Heya ku bê bîra te, berî wê nameyê di nameyek din de
Te gazind kiribû, ji bo çi xwe nêzîkî xebatkaran nakim?!
Hîngê min ji te re dûr û dirêjnivîsîbû ku:
"Kesên di qada xebatê de mane birek kureder
û malkambax in,
Pêlên ku radibin, tev gend û gû, gerek û kerax in,
Ez tu caran di nav avên holê de sobahiyê nakim."
Dawî, va ye her tiþt xuya bû,
Li Rojhilat
Û li Rojava
Dijmin bi me þa bû,
West û xebata çardeh salan,
Xwîn û fedekariya gelek hevalan,
Bi bêbavî hatin firotin
Li Kurdistana nîvro
Gelek dever hatin sotin.
Rêya ku li her derê bi koranî dabûn ser,
Bi rêberiya hin nezan û piþtmêriya hin ker!
Bê raman û hiþyarî,
Em dever û dan erdê,
Gîhandin vî warî...
Ev bûyerên paþîn hîngê ji me xweþ xuya bûn,
Kesên datanîn se xebatê cankole û ne hêja bûn.
Hinek jê xiniz, ji aliyê neyar ve hatibûn þandin,
Gelek ramanên çepel di serê milet de hatibûn çandin.
Li Ewrûpa, li her alî welat,
Xebat ketibû nav destên çepel û þêt.
Xortên xebatkar, jêhatî û dilawer,
Ji xebatê, ji berpirsiyariyê dihatin dûr xistin,
Li êrdima þoreþ gelek têkoþer
Ji bo gotina "çima?"
Dihatin kuþtin.
Diborin di gunehên xiniz û nokeran,
Digirtin devên welatparêz û cengewaran.
Bi tenê devekî digot, destekî dikir,
Ê mayî bê deng wek pûtên ji kevir.
Dongiya þoreþ û gel bi zarê mirovekî ve
Hatibû girêdan,
Ji lew re þoreþa serdest hat firotin,
Qelenê wê gihaþtê destê þahê Îranê.
Her çi êrdima þoreþ,
Dema bihîstin nûçeya kambax, ji rûkî girêdan reþ.
Keç û bûkan porên xwe birîn,
Kal û pîrên kurd bi ser hev de digirîn.
Digotin: "Hey wax û her hey wax!"
Çawa dibe ku serok holê bi hêsanî,
Axa welêt û þoreþ serbest berde?
Ma nizane ku Tikrîtî, neyarê gelê kurd e?
Dê me hemiya ji welêt bi derxe û bi gerde.
Çekhilgirên me wê tevde bêne kuþtin,
Lat û zinarên niþtiman dê bi xwîna wan
Bête þuþtin.
Namûs û rûmeta me dê bikeve ber lingan,
wê ku de bicin þervanên kurd ku dajotin
Ser neyar wek pilingan.

Hê tu caran ev bêbavî ne bûye,
Kesî boblatek holê nediye,
Ku welatek bê ser û ceng,
Bê qirên û deng,
Ji dijmin re
Bête berdan:
Xelkê wî wek pezê bê þivan
Tê de bê ser jê kirin,
Bête kuþtin,
Jê bête gerdan!..
Piþtî van bûyeran,
Em dibihîsin nexmeyeke nuh
Ji devê zirtekeran:
Binêr çi gotinek þêt,
Beredayî, bêvac û kirêt,
Hin kesên nezan û guhdirêj,
Totik vala, mejî qirêj,
Dibêjin di talde û nediyaran,
Dikin kurtepist li pêþ nezanan,
Li ber dîwaran:
"Heke þoreþ bimaya, welat seranser dibû wêran,
Di nav xerîta cîhan radibû navê Kurdistan,
Teqez dê hebin hin gotin û peyman,
Di navbera Barzanî û Þahê Îran."
Ev e gotina min, ji van celeb kesan:
"Bimirin, biqesin herin nik þeytan,
Divê hûn bizanin ku Berzanî xwe kuþt,
Xwîna cengewerên kurd bi dolaran þuþt,
Rûmeta xwe û kurdan siparte neyar,
Ji bo we keran her bindestî hiþt."

Kurê min, niha dê bême ser te,
Dilê xwe vekim li ber te,
Binhêr ev e þîreta min,
Dê bêjim pir kurt û kin:
Ku di hemî kir û waran,
Di gel hemî nas û neyaran,
Bas vekî caxê xwe,
Bîr bînî sîreta bavê xwe,
Li ser her kir û gotinê hûr bî,
Ji kir û gotinên lêz dûr bî,
Heya nekevî kêmî û þaþiyê,
Fihêtkar nebî li paþiyê.
Ev e þîreta durust û çak,
Ji bo we xortan dixwazim
Pêsendeyek xweþ û ronak.



(Osman Sebrî, 1977)