BAHOZ Wa ha! Va ye hat ba! Hu...v... Hu...v... Geh bayê reþ, Geh bayê kur, Çiya. Newal, Zimag Bi hev re yek deng Dikin gure gur Du bayên sar Radihêjînin Giya û dar. Hu...v... Hu...v... Yek ewran dicivîn Ê din ji hev direvin, Dikin þer Bi awir. Yek bûye Hurmiz Rûgeþ û li ken. Ê din bêmirês Wekî Ehreman. Li rûyê erdê, Di nava ezmên Ewrên reþ Ewrên gewr, Rast û çep Diçin tên Herdu bayên ha, Bi xurtî û þîn Hevdî kol dikin Wek du dêvên dîn Herdu ba, Bi vî halê ha, Dikin þer, Dikin ceng. Dinya ser û bin, Hawîr bûye deng, Guvvîn!.. Gujjîn!.. Gurmîn!.. Diheje cîhan, Diheje zemîn. Bayê kur, Ji bakur, Bi leþkerekî xurt, Bi leskerekî gurr, Bi pêlan, Bi kilan, Dajo ser neyar, Wekî gurê har Da ku bi derxe Di nav cih û war. Dikin þer, Dikin ceng. Gujjîn!.. Guvvîn!.. Gurmîn!.. Ji her alî deng. Ji her alî þîn Holê bi xurtî Bi zirt û halan Ew rûyê erdê Her dikin talan. Þopa wan xopan, Þopa wan bi xwîn. Þûna tajangan Tev dibe birîn. Tertilî Hurmiz Ji ber Ehreman; Derket ji qadê Hê jî rû li ken. Sist bû bayê reþ Derket ji meydan. Bayê kur bi zor Himbêz kir cîhan, Bakur Wergirî Holê bû Bahoz. Cîhan Seranser Bû dûman û toz. Dinya ma li ber Dêwê har û reþ Kambaxker e ew Mêrkuj û keleþ Ji bo demekê Cîhan ma bi wî. Dibûne Xwedê. Di nav wî cî. Xudakî bêvac, Xudakî cebbar, Karê wî kambax, Gelek zînatkar. Heyhat! Heyhat! Vî bayê bêbav, Cerg û hinav pat, Bahoz, Bê doz. Wekî Ruhistîn Bi ser me de hat. Bahoz! Bahoz! Rûyê erdê tev, Bû dûman û toz. Stûn bi stûn Gihan ber ezman Ricifîn û lerizîn. Gihaþte cîhan Boblat, Boblat... Ev çi bela bû Bi ser me de hat? Çiya û zimag, Rêl û gov û þag, Avahî, xirbe, Bajar, qesebe, Dar û ber, giya, Zinar û qefa, Tev bi hikmê ba Dilerizin, Dihezin, Diricifin, Ji tirsa; Ji ber ba. Çi erd û çiya, Çi av û derya, Ji ber hingên bê Dikevin tayê. Daran hil dike, Qefan gêr dike, Xanî têne xwar, Dibin tar û mar. Li rûyê erdê Meriv tinawir Geþtî di derya, Li jor balafir. Rê li ber tevan Winda bûye her Hin dibin tine, Hinek jê sêser. Hewar! Eman! Ji her alî tê. Deng ji xweyî can Bi þîn û girîn Feryad û fîxan Nizanin biçin kû Dehbe û insan! Bahoz! Bahoz! Cîhan reþ, tarî Tev dûman û toz Rêzana dinê Li hev xist yek car Derya li hev ket. Çiya hatin xwar. Ev dema hindik Gelekî dirêj Hemî þewiþîn Bûne mest û gêj. Deverû ketin, Nema kes rabû, Ezman wergerî Bi ser me va bû, Cîhan ser û bin Li jêr û jor, Tev de bûn xopan Welat û sînor. Hemî sernexun. Çi xurt û Çi jar, Li rastekê man Dewlemend, zîvar. Ji min ku nema Kesek di cîhan Ser rûyê zemîn Tev bû goristan. Hînga, Hê tê ba; Bakî bê eman Her dike wêran. Ji niþ bi derket Peyakî reþkal, Li serî koloz, Bi þapik û þal. Hilmiþtî, sivik Û çalak û þeng, Him bi zend û bend Xweþmêr û çeleng Rûgeþ û xwîngerm Gelek sergiran, Sergevaz û xurt, Fêris û hozan, Bi semt û suhun, Xurtî û tewat, Berê xwe dida Navçeya welat. Wek Rustem, Wek Guhderz, Bê telaþ û bez, Bi vîn, Bi þîn. Di nav kûntarên Zagros dimeþin. Berê wî li jor. Bawermend û xurt Alek kesk û sor Bi destê xwe girt. Ne toz û dûman, Ne ba û bandef Nikarin badin Berî ji hedef. Bê tirs û perwa, Bi dilekî geþ Berê xwe dabû Bahozê keleþ. Welê cû gazê, Bi ketin û west Ala kesk û sor Li darekî best Berê Bi awir Berî da cîhan. Dema Ku wî dît Hemî perîþan... Dilê xwe êþand Wî li ser beþer Digot: Ji bo çi Bûn hevalê þer? Dema ku þer tê Tev de direvin Hole deverû Nexûn dikevin. Mixabin! Çi kirêt! Serî datînin Bê þerm û fihêt... Ew bayê mêrkuj, Bahozê xwînxwar Ku cîhan hemî Dikir tar û mar, Li pêþ suhna wî, Reþkalê rûgeþ, Paþpê direvin Ew dêwê keleþ. Mandî xuya bû Gelek, Ehreman. Hurmiz ajot ser Hê jî rû li ken Piþtî ku revand Wî sînga bahoz Cîhan vala bû Ji dûman û toz Darê xwe hilda Bi ala rengîn Sînorê welêt Ji nû ve danîn. Pistî ku revî Ew dêwê keleþ Zîvirî meydan Dîse bayê reþ. Lê vê car bi ten Xebata xwe kir. Hilma du derya Û erdê rakir Li rûyê ezmên Wî ewr civand Çi res û çi gewr Li hev gerandin, Berê Pir sivik Dibarî xunav Paþê Girankir Daxist tav bi tav Çendakî welê Rûyê erdê þûþt Qirêj û gemar Nehiþt tev de miþt. Ewrên di ezmên Ava xwe rijand Rûyê cîhanê Yekerû divejand. Kulîlk û giya, Rêl û dar û ber Tev serî hildan Þîn bûn seranser. Hînga Di cîhan Neman pîs. Tev delal û rind. Wêran, Xopan Ava bûn Çi bajar û gund, Qeliya tovê Þerxwazên teres. Neman ew dûpiþk, Mirin ew nakes. Piþtî mirar bû Ehremanê mar. Þewitî di nav Potên kolîdar. Rabûn, Dilgeþ, Yekdest Karker û cotkar, Kolan Gorek Pir kûr Ji bo kolîdar. Jê re Danîn Kêlek Mezin û giran Li ser Nivîsîn: "Li vir Radizê Þeytan." Dinya bi xweþî Ji nû ava bû. Zîvar, cewêlek Dilgeþ û þa bû. Rêzan, þêwrewî Tev aþîtîxwaz Di nav wan neman Birçî belengaz. Cîhan, Ji nû ve Holê bû buhuþt. Delal û þêrîn Vê car Dikarin Reþ û gewr, Sor û zer Bi hev re bijîn. Bijîn Bi xweþî, Bi rûmet Bi þadî û ken! Hurmiz Bû serdest Her û her Li ser Ehremen. (Osman Sebrî, 1956) |