PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bîkaso yan melle Qaso?.


Gelî dostan, çine bihtir li kurdistan?
Camî? Yan dibistan?
Hey wax! Mêji yê min mij e, dilê min e dûstan!
Xêzên min marên jehrderman in, dipêçin van helbestan!
Diçênin ťopên bêdeng li sînorên doristan
Dibakin: Ho zanîngehê, ka jibo çi tu li Þam î?
Li dûrî te, li kurdistan, darstên in: ji me camî!
Hey mellawo! Çarên sipî diveþêrin kêç û sipîyan
Tûrên parsê dihildine serpîyan
Hey mellawo! Ma rast e tu imamî?
Ma rast e tu yî namî?
Na! Behwerke tu namsiz, namesiz, çav lider, û xulamî!
Devê mizgefta te ye fereh, û mezin
Daxroz, Tavroz, Behgok, Hemrîn û Þengal vexwarin û qurpandin!
Mêþ, mikrob, heþerok, parazît, û, dehbe civandin!
Guhderz, Xisro, Þêrko, û Selaheddîn xapandin!
Dol û tornên van behlewend û qehremanan çelpandin
Belavkirin parsek, spartek, û derwîþ.
Dem li wan gerandin heta bûne derew-îþ!
Pozê mizgeftê dirêje, digihê kevirê reþ
xemilandî ye bi xizêm, kuçên çeleng, zêr û mûmên ronahî geþ.
Hindirê poz çi Mihrabek miþt e ji ayetên xweþ!
Wusa, kurmac dûr û xerîbên aso ne
Yên xelkên Nyoton, Eyniþtayn, Bithovin, û Bîkaso ne
Yên me Þêxehmed, Brahîm paþa, û mele Qaso ne!
Me xwend jibo fitr û zekatê
Em mane sêwiyên rojhilatê
Mal û mêwên me çûn li ber þap û þewatê
Zimanê mizgeftê geh mihrab e, geh qurhan e, geh menber e
ava derya ji xwe re kirne mehbere
dibêjê: Erd digel ezman, ji min re, pel û defter e
Kon û kulav û teþî yên min kirin cilka limêjê
Hiþt her kes, ya wê, pênc caran bi kêmayî, her roj bêjê.
wusa, îro ferhenga me zehev û jar û laxer e
agirê me bê kelhor û bê meyger e
Berberoka me, wey li min, ne dîlber e
Zerdeþtê me , kes na bêjê, ku rêsûl û pêxember e .
Kurdistana me bindest, êsîr, stûxwehr, û noker e.


Dr. Feyzulle Khaznawi