PORT Û SHÎRET PORT Û SHÎRET Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Em bûn çera hirç û gura Bûn alifê ga û kera Heval bibin tev Markisî Bawer mebin bi hîç kesî Bi pêshde gernas û shiyar Êrish bikin sênca neyar Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Win kom bikin zêr û pera Zû çêbikin serleshkera Kurd perçe-perçe çend kerî Doza xwe nabin ta serî Kole di bin destê neyar Çawa bibim jê hêvîdar ? Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Divêm shiyarbin hey heval ! Bidin di vê rê can û mal Li ser çîyan shepal û shêr Êrîsh bikin li jor û jêr Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Eger wesan çend perçebin, Dê tim di bin zorêdebin Ger em nebin yek perçe ar Guh nadî dengê min neyar Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |