KEKO EZ BILÛRVANIM KEKO EZ BILÛRVANIM Keko ez bilûrvanim Bi her tishtî dizanim Çîyan tênim govendê Berxê mîjo di bendê Hirç û hov û dar û ber Lotan didin tev li ber Ev masîyên Derya Resh Bi bilûra mi serxwesh Welat tijî bûn li deng Tên dîlanê shox û sheng Keko ez bilûrvanim Ez shivan û gavanim Rûnistîme bin darê Didim pesnê biharê Dengê saza min zîze Darblûra min gwîze Ez pif dikim bilûrê Dil agire dikûrê Shiyarbûne rast û çep Turk û Taçîk û Ereb Vexwariye me ev durd Ji bo shiyar bikim kurd Lê ez çibkim ranabî ? Nizanim wê çawabî ? Nizam kere jan jî ker ? Ez bi gurzan tême ser Serî hishke wek kevir Divê bishkê bi bivir Divê gurzan deynim ser Yan jî jêre bêjim her Dijmin dêwê xwînvexwar Welat kirye tar û mar Hirç ketîye nava rez Li min bûye lez û bez Dikim hewar û gazî Bi vî dengî, vî sazî Kes guh nadî saza min Qîr-qîr û gaz-gaza min Kurdno hemî bibne yek Dest bavêjin gurz û çek Werin sherê hirç û dêw Biparêzin mal û mêw Ji vî bextê minê resh Ez nexwesh û ew nexwesh Bê xwedîne rez û mal Ezê çibkim pîr û kal Rezê mine ji kerkûsh Dijmin xwar û maye pûsh Dikim qêrîn û gazî Dilê min wer dixwazî Ez pêwanim bilûrvan Ne mêrkujim, dilovan Bi guv-guv û bi nalîn Kurd ranabî Ceger-xwîn ! Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |