FERATIM - KÊFERATIM FERATIM - KÊFERATIM Guj-guj û him-him Feratim, Ferat... Xush-xush û xum-xum Feratim, Ferat... Feratim, kêferatim Karim, xebatim Jîn û felatim Veye ez hatim Ji jorve ez têm Diçim ber bijêr Di nav dilê min Tev gewher û zêr Feratim... Bi him-him ez têm Bê ser û bê min Ser derya mezin Feratim... Daxwaza millet Feratê dijwar Di ber xwe dibim Tev gersh û gemar Feratim... Dengê sewîyan Rengê birçîyan Ez dengê shivan Xama xwendevan Feratim... Tev ah û nalîn Giryan û qêrîn Bi çelq û lem-lem Hemî kul û xem Feratim... Diçim pêsh bi rist Wek sitêr û rist Hemî derd û kul Dikevim nav dil Feratim... Di dilên xortan Dikelim herdem Ber pozê dijmin Ez xîp û kelem Feratim... Ez xwendevarî Ezim hishyarî Dûr û dirêjim Gavan tavêjim Feratim... Di nav dilande Pir xurt û bi tîn Di nav damarên Xortanê bûm xwîn Feratim... Di ser hevre têm Bi çelqîn û guj Di ber xwe dibim Dijminê xwînmij Feratim, karim, xebatim Ez kêferatim Vaye ez hatim Ji Kurdistanve têm Pir xurt û bi tîn Ez pêta cerg Û dilê Cigerxwîn Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |