EZ Û GUNDÊ HESARÊ EZ Û GUNDÊ HESARÊ Hesarê qundê me ye Deshtek ne pir fireye Hawîr deshtawê çiya Li jor darên devî ya Herdû alî rez û dar Heta dighê ber zinar Çend çiyayên xwedî nav Ko me li wan dikir rav Shêx Sultan û shêx Sehor Çim û Hopê hawîrdor Deshta wê tev kanî ne Xo ew jêre danî ne Hatina wê gelek pir Rokê nebûn dexilkir Tirî, êmîsh navdarin Heta berf tê li darin Doshaba wê pir biha Girantir bûye niha Ceh û genim gelek tên Nîsk û sholik belek tên Pez û sewal gelek bûn Li nav çiyan bi lek bûn Pembû, gelek diçandin Bi çinîn û kishandin Qitî, ecûr û shebesh Lê petîxên me pir xwesh Hirmî, Bihok û hejîr Li ser daran dibûn pîr Nifshên tirî hezarin Belkîjî bê jimarin Rêçel û gûz û benî Gelek xwesh bûn, ezbenî Gundê me j î gelek shên Du ça dinav gund re tên Qesra axê li jore Hinqî kevne reng sor e Qesra sora pir bilind Bûye keleh ji bo gund Abora gund zêde ye Dewletek serbixwe ye Tishtek tenê neçê bû Zordestî ya axê bû Kurtêlxwerên wî dijwar Ji ber zora wan hewar Bêsh û bela giran bûn Ji ber wan em xezan bûn Ji ber zora sengela Derewên shêx û mela Pishta me bû xwar û xûz Bi axîn û kûze-kûz Eshîr dibûn dubendî Çi axa û çi gundî Sher û shewat û talan... Malik li me bû wêran Dijmin diket nav welêt Xwîna me tevan dimêt Dar û qamçî û lêdan Yan pere û yan zindan Tev nezan û nexwendî Yek jî nebû efendî Jin û mêr tev diçûn kar Karê tevan pir dijwar Palevan û gêrevan Tevan pembû avdidin Shivên rezan didinhev Herdû alî weke hev Kebanîya xweshmirês Dolabrês û teshîrês Kevanjen û tevinker Destevala diçû sher Derb û ber û av û nan Dibir ji bo ê shervan Hem nanpêj û rishtebir Karê malê tev dikir Lê dar bi destê mêr bû Li ser jinê çi shêr bû ! Li vî gundî mezin bûm Ez biçûkî wek cin bûm Sêzde salî derketim Bi ber bayê xwe ketim Ji ber axê û Gerebêt Ev gund nema bi kêr têt Bavê min bû wilo got Em derketin cot bi cot Dil tijî bû ji derda Ko me gundê xwe berda Çûn cem Osmanê Temo Pashê çûn Bêdermemo Biner çib serê me hat Sibeh zû nû, Rojhilat Hate ser me Gerebêt Ji dev diçin ar û pêt Bi candirme, zirte-zirt Bi ser me de sibê girt Lê xelkê gund wek mêra Em veshartin wek shêra Ew serkarê dîn û bar Çi anî serê muxtar Ji bo me pir li wî dan Lê em nedan destê wan Candirme ko siwar bûn Hê ji nû em shiyar bûn Vegeriyan , hatin gund Lê dixwênin bûn û kund Birçîbûn û giranî Heçî nedî, nizanî Nexweshî û birçîbûn Derketin û bêcîbûn Giranî yek pir dijwar Xelkê goshtê keran xwar Sherê giran kete jor Dijmin welat girt bi zor Du milyon kurdên bêçar Bi ser me de hatin xwar Birçîbûn û nxweshîn Di nav me de dimeshîn Bi vê êshê mirin pir Mêrê xushka mijî mir Bavê min çû Amûdê Tenê mane, ez û dê Birayê min çûbû sher Li hinda Balîkeser Lê raborîn meh û sal Shevek revî hate mal Tev rizî û perîshan Dey li me kir: kanî nan ? Ew kesê ko direvî Nema karî derkevî Ew jî me shand Amûdê Dîsa mane ez û dê Zivistan çû, hat bihar Ez û wê jî hatin xwar Lê çawa borî sibat Hala mezin li pey hat Bavê min jî bi wê çû Nexwesh ket û ranebû Em diçûne ser xetê Dibûn palên dewletê Tirên, dibirne Mûsil Dixwbitîn em ji dil Pashê ji Amûdê çûn Bêdermemo me kir shûn Bûne pêwanên reza Ji nû ketin nav diza Diya mina kevnejin Tevinker û kevanjen Dilovan û bîrewer Ev jîn pêre neçû ser Diya ji min hezdikir Nexwesh ket û li wê mir Çawa tê ber çavê min Agir tê hinavê min Mele Xelîl jin anî Li min bû bargiranî Di wê çaxê, wê mehê Vegerîyam cem xwehê Nazdar û efendî bûm Yanî quranxwendî bûm Lê wê ez kirim shivan Tenê ji bo kinc û nan Heta salên min bûn bîst Hish û mijî ji nû lîst ; Çiman ez dibim shivan ? Çima nabim xwendevan ? Ji nû çûme xwendinê Min çav berdan vê dinê Melayê Hazda banî Bîst û heshta jin anî Lê min hespê xwe bezand Ta shihada xwe sitand Hingî derbas dibû jîn Serpêhatî me pir dîn Sher û shewat û kushtin Dil û ciger dimishtin Ji sala bîst û çara Ketim rêza hishyara Ji bo jîn û felatê Ketim nav kêferatê Ji çîroka Mem û Zîn Navê xwe kir Cigerxwîn Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |