DI BÎR ANÎN DI BÎR ANÎN Ey dilo jaro li kûne, Desht û zozanê dimin ? Kanî ew cejn û sema û Gesht û seyranê dimin ? Guh bide ber qîr Û nal û ah û wvxanê dimin Min divê ku nû ciwanbim Biçme nav bax û rezan Kanî ev reng nuciwanî ? Kanî bostanê dimin ? Shahî û nûroze îro Tên semayê kesk û sor Têne ber çavên me gav û Çax û dewranê dimin Keske sorin çox bi surme Ser bi zêrin cerg û bez Ka li kûne: dehrî û Xeftan û mîtanê dimin ? Ah di bîra minde mane Ew demên shêrîn û xwesh Tevger û lîzên bi lotik Dengû xoshxwanê dimin Min di nav bax û rezande Lot didan bê tirs û pirs Min gul û nêrgiz didan hev Ka gulistanê dimin ? Serxweshê dengê bilûra Wî shiwanê ber zinêr Kanî îro ew bilûr û Ew bilûrvanê dimin ? Tev di bin lingên neyaran Tên pelaxtin yek bi yek Ew kelat û ew sera û Birc û eywanê dimin Ey Cigerxwîn bes bibêje Pir dirêje ev deram Maçê lêvê erxewanî Derd û dermanê dimin. Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |