PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



RÊZANî






RÊZANî

Tu rêzan be carek siyaset bixwîn

Bi vê xwendinê rêçika xwe bibîn


Bide pêþiya me wekî pehlewan

Bi zanîn me derbas bike, xwendevan


Eger bûyî carek tu rêzan û jîr

Ji bo dibî rokê xweþ wezîr


Dikarî xebatek pir mezin bikî

Berîkê tijî gewher û dir bikî

Mijûl be bi zanîn û hem torevan
Bibe payedarek di nêv cihan


Bilîze bi zanîn di nav dewleta

Bibe jîr û hozan di nav mileta


Bi paye serê me bilindbî bi te

Bi zanîn çi bêjî guhê me li te


Ji bo me li her der bibe bervedêr

Di rojên þeran de bibe xurtemêr

Siyaset û tarîx û tora û rist
Bixwîne bi hev re ciwan û dirist


Bibe jîr û zana di her çax û dem

Ji ser me tu rake çi zor û setem


Tu rêzan be qurban xweþe zanebûn

Hebûn çêtire tim tim ji ”na” û nebûn


Tu hozan û rêzan be ey xwendewar

Bi van herdiwan dê bibî navdar


Ji milet re baþ be ku bû karbidest

Bizane ku milet ji me ev dixwest


Dixwazim tu zû-zû bibî hoþîyar

Nebî zorperest bî bira wek neyar


Serê te bilind e dema rast herî

Emanet, ji kes re nebî wek terî


Dilê xwe mebe mal û zêr û pera

Gelek jîn xweþ e lê bi rastî, bira


Ji milet re carek dibî sermiyan

Mehêle ku carek bibî lê ziyan


Ji bo te bere ew bibî dost û yar

Mirovê teres bî, ji jînê çi kar ?


Xebata ji milet re karê te ye

Bizane ku ew jî þiyarê te ye


Bi rastî bi wî re eger xweþ biçî

Çi bêjî ji wî re ewê bênî cî.




Cegerxwin

1903 - 22 / 10 / 1984





Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !