PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



DIYARIYA YARÊ







DIYARIYA YARÊ

Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî?

Diyare yar dixwazî min bi yarî


Dixwazim can û dil jêre biþênim

Tenê þerm e, hemî derd û hejarî

Dixwazim herdû çavan jêre rêkim

Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî

Divêm jêre ziman û dev biþênim
Ne hêja ne þev û rojan bi zarî


Nizanim ez, çi hêjaye ku rêkim?

Cihan pêkve bihayê biskê tarî


Serî, naçare min danî li ber pê

Me go: þahim, tu pêlêkî siwarî


Tenê xanim, bi nazî hate ser min

Zivistane, li min þînkir biharî


Bi wan lêvên þirîn go: rabe seyda!

Tu serbestî ji min çibkî, dikarî


Ji rêve ez bezîme pê û destan

Bi jor ve hilkiþîme ez ji xwarî


Ji bexçê paxilê çûme du sêvan

Ji bistanê riwan dêmên henarî


Ji lêvên erxewanî min dused cam

Þeraba hingivînî nû, vexwarî


Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz

Wekî pola helandim ez bi sarî


Me herdû dest li bejnê bûn hemaîl

Bi ber pêlan ketin reþbisk û çarî


Me talan kir ber û bistan bicarek

Kenî û go: bese rabe Hesarî!


Me go: gorî Cegerxwîn bû divê rê

Bi dest nayê wekî îro tu carî.




Cegerxwin

1903 - 22 / 10 / 1984





Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !