PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



KEÇA KURD







KEÇA KURD

Keçê rabe serî hilde divê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xewda bî?

Dixwazim zû bixwênî xweþ, ji ser rû rakî çara reþ

Tu gavan pêþ de bavêjî, wekî: Andêra û benda bî


Çine ev çarik û pêçî, di rexta de xwe rapêçî

Bi destê te kelaþînkof, bera zana û xwenda bî

Ji dijmin re tu mêrku bî, di hindur de tu paqij bî

Ne xav û bê xuy û rij bî, meger çendan li gunda bî


Bere gundî û rencber bî, welatparêz û perwer bî
Sipî bî yan tu esmer bî, wekî fanos û finda bî


Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî

Diya þêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî

Erê þoxê, erê þengê, bi hevre em herin cen

Girêdayî hata kengî, bimênî, dil û winda bî?

Dixwazim ko wekî min bî, bi dijmin re tu dijmin bî
Di cengê de wekî cin bî, ne rengê bûm û kunda bî


Were xuþkê tu zû rabe, di þer de rengê þêra be

Bera Ala meya rengîn, li ser þaxan te hilda bî


Di rojên þahî û cejnê, binêrim ez li wê bejnê

Bi hevre em herin dansê, tu padîþahê rinda bî

Þirîn û nazik û rind bî, þeker lêv û sipî zend bî

Were em hev bikin hembêz, bere fetwa xwe min da bî


Keça zana û jêhatî, bibe partî-Dîmoqratî

Bere dîsa tu þêrîna dilê xorta û Seyda bî




Cegerxwin

1903 - 22 / 10 / 1984





Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !