HEVAL POL ROBSON HEVAL POL ROBSON Ey heval robson dengbêjê cîhan Paþmêrê selam zana û insan Gernas û rênas, dijminê Dalas Di ser ava re, di ser çiya re Rengê te ê reþ tê ber çavê me Dengê te ê xweþ xweþ tê guhê me Ev xebata te didî me hêrzan Kêferata te didî me lerzan Ev tevgera te ji bona insan Pir jê ditirsin axa û dehqan Xwedî sermiyan ji te ditirsin Hemî xanedan ji hev dipirsin Dibêjin reþik çawa þiyar bûn? Destê hev girtin li ber me rabûn Dalas ditirsî weke Mak-Arsî Di ber piyan çûn pir tac û kursî Xwedî sermiyan serê xwe hildan Dibezin, dilerzin, dicivin, direvin Ji meydan... Ey heval Robson! Ne tenê reþik ketin bin destan Em jî sipî ne mane perîþan Reben, belengaz, bindest,çarereþ Birçî û tazî, tev jar û nexweþ Gunhê me çi ye, ne sûc ne sebeb Ketin bin destan ev Kurd û Ereb Zencî û Hindî em hemî insan Kê em hiþtine wisa perîþan Nîzam, nîzam... Nîzama hovan, ev nîzama xwar Nîzama faþîst em xistin bin dar Xwedî sermiyan, dezge koledar Em kirin bêçar, em kirin bin bar Kirin tar û mar... Ey heval Robson, Derdê min û te, ev derdê giran Zordestiya ko kete nav cihan Hin mezin, bilind, dehqan xanedan, Hin reben bindest mane perîþan Ji vî derdê me Markis îngilis Bûne du rêzan, bûne du hozan Lênîn Sitalîn rê þanî me dan Pale þiyar bûn xebat û lebat Roj hilat, roj hilat... Xelas bû rojhilat Roja sor, roja zer Ji Mosko hate der Tava xwe da Balqan da Elman Xwe berdaye ser Çîn, Çîn Çîna mezin, Çîna giran, Þewqa xwe da Hind Tev dagirt, cihan... Ey heval Robson, Karker û rencber, cotar þiyar bûn Reben perîþan bi hevre rabûn Bi tang û bi top, diçin þer û ceng Li her der qîrîn li her der hewar Li hawîr bû deng Dixwazin azadî, serbestî wekhevî Narevin... Lê dijmin ditirsî, direvî,direvî.. Çi reþik, çi sipî, belengaz bûn heval Dikujin koledar-xwedî gund, xwedî mal Berepaþ direvin bayloz, xanedan Malê wan malê wan, Bû bela serê wan... Tarîx, tarîx xiste nav sînga wan Dilê wan, çavê wan, Ev kelem ev mîz... Dicivin, dikevin, di þer de direvin Peykevin peykevin... Ey heval Robson! Me divê dinyake ko her kes dewlemend Dinya bû buhiþt çi bajar çi gund Ji bo her kesî fersend û mecal Xwenda û zana, hozan û delal Qesra me bilind, bexçe xweþ û rind Em tev de dilxweþ li nav dimeþin Tilûr diqiþin, cobar dixuþin Çuqlî dihejin, pelik diweþin Çiya pir bilind, dirêj, girover Tîrêjê rojê xwe berdane ser Dinya maye miþt, ji jîn, ji evîn Xweþî tev dagirt Her kes, her tiþt, her der... Ey heval Robson Fermo em herin Serbest bigerin Bixun, binerin Bibênin bipirsin Zorker nemaye ji kê bitirsin Sinor nemane çibkin peseport Dilxweþ û rûgeþ hemî keç û xort Li vir xurînî bixun hingivîn Li Mosko taþtê, firavîn li Çîn Li Newyorkê þîv, li London paþîv Çi reþ çi sipî tev bibin kirîv... Firek bidin xwe, em herin Merîx Destê xwe bidin Þêrîn û Zelîx Zîka riwê te maçkî bimijî Tîna dilê xwe bi te bikujî Bêje ezbenî, bêje ezbenî, Jola dikenî, Zika dikenî... Dengê te ê xweþ herkes dixwazî Wî dengê þêrîn... Bêje ey heval, hevalê delal Bi saz bi qêrîn... Bimrî koledar, bimrî zordestî Bijî azadî, bijî serbestî. Ey heval Robson! Ev cîhana xweþ Besî teva ye çi sipî çi reþ Divê derbas kin rû biken û geþ Dewlemend serbilind, Tev bi hev re rind... Nemênin sêwî, birçî û tazî Ne kuþtin, ne þer, ne qîr, ne gazî Bi hev re herin tev kar û xebat Heþt seet, çar seet, du seet Pir xweþ e xebat Bo milet û welat, Ko bibin em bi kinc, bi xwarin Bi xanî, bi ronî, xwenda û siwar Li ber hev nanerin Bûn heval, bûne dost, bûne yar Hovitî nema ye... Tev xwenda, tev zana, tev þiyar Ev kevoka selam, pir xweþik pir ciwan Baweþîn, baweþîn bikî ew li ser me li insan Pir xweþ e ev cîhan Tev evîn, tev de jîn Ax... Cegerxwîn Pir xweþ e ev cîhan... Cegerxwin 1903 - 22 / 10 / 1984 Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |