PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



PÎRA TORÊ






PÎRA TORÊ

Hikiþîme çûme jorê her du rex min bend û rez,

Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez.

Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem,

Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reþ bû rû gewez.


Min ji pîrê xweþ dipirsî ey metê tu ji kû ve tê;

Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez.


Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin,

Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez.


Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke;

Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres.


Min digot, axa û beg; wê go kurê min guh medê,
Ew þivan in sermiyan in dane gur wan col û pez.

Min kurek tenha heye ew þandî bajêr medresê,

Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez.


Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxûn gotiye;

Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez.



Cegerxwin

1903 - 22 / 10 / 1984





Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !