PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kurtejiyana Hemreþ Reþo




Hemreþ Reþo (1939 - 2003) siyasetmedar û nivîskareke kurd e.

Hemreþ Reþo li mêjuyê 11'ê reþemiyê sala 1939'ê li gundê Saqo'yê li qeza Kolik ê ku li nav herêma bajarê Semsûrê ye, hatiye dunyayê. Dibistana destpêkî û navînî li Kolikê xwendiye. Kolêja Amerîkî li bajarê Cesaria'yê ( Kayserî ) biriye serî. Di navbera salên 1957-1960'î de li Stanbolê xwandina xwe ya lîse'yê kiriye. Di salên 1961-1963'yî de jî, li Enqerê xwendina zankoyî (unîversîte) ya Ankara Hukuk Fakultesi biriye serî.

Di sala 1963'yî de hatiye Swîsrê û paþê ji wir jî derbasê Elmanya'yê bûye. Di navbera sala 1967-1975'ê de jî li zankoya Berlîn'ê xwandina aboriyê ( ekonomî ) kiriye.

Piraniya jiyan û têkoþîna watedar a rewþenbîr û siyasetmedarê kurd mamoste Hemreþ Reþo, ji bo vejandin, pêþvexistin û parastina ziman û çanda kurdî bûye.

Hemreþ Reþo van salên xwe yên li dîasporayê ku tam 40 sal dike, bi tevayî di riya pêþvexistin û parastina çand û zimanê kurdî de buhurandiye. Ji me re sê govarên kurdî yên di dîroka çand û zimanê me de, her yek bi serê xwe sê dîmen û bihnên geþ û xweþ in, pêþkêþ kiriye;

Hemreþ Reþo Kovarên Ku Derxistiye ;


KURDISTAN (multi-lingual kurd/îng/ereb),
HÊVIYA WELÊT
ÇIYA.
Doz û têkoþîna Hemreþ Reþo'yî, xebata wî ya di warê çand û zimanî de, di dîroka xebata li derveyî welêt, gavên pir ber bi pêþ de ne û di dîroka ziman û çanda kurdî de wê her dem xwedî ciyek herî diyar be.

Hemreþ Reþo di roja 27'ê berfanbarê sala 2003'yî de li bajarê Dîsburg'ê li Elmanya'yê koçê dawiyê kiribû.

Hemreþ Reþo gava ji dunyayê bar kir, serokê Partiya Demokrat a Kurdistan - Bakur ne bû û Hemreþ Reþo ji alîyê endamên ji Berge û Sê Kolînê bubun hevalê wî ji serokatîya Partiya Demokrat a Kurdistan - Bakur hatýbu avitin .


Kurtejiyana Hemreþ Reþo

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf