PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Cindên Sêx Seid


Cindên Sêx Seid




Gernas û egîtên misliman.wekî sêr in
Ji mirinê natirsin,mêxas in.Mêr in
Xwedaperist in,Dinnas in,wekî Elîyê Sêr in
Rast in,camêr in.wekî durr û sedef û zêr in

Rêhevalên xwe re nerm in,wekî hevîr û sîr
Dijminên xwe û xweda re,hisk in wekî kevir
Dicin ser hêzên Xwedanenas wekî rim û tîr
Li ser serê wan dibinwekê Munker Nekîr

Ji kustinê natirisn , mirin ji wan direve
Qêrîna Ellah Ellah dijmin paþve direve
Ala wan dîn betalan serjêr erdê dikêve
Birînên mucahidan bi sekevtin dikewe

Ey alema cihanê,hun dizanin em kî nin
Em cindên Þêx Seîd in,goriyên cenga dîn in
Goriyên dînê heqq in.Yê ku jiyan vejjîn in
Hun bizanin gellê cihan,ka em kî nin em kî nin

Em in roja cihanê,me dîrok ronî kirye
Me sere potperistan.b´sûrê tewhîd jêkirye
Sazûmana,Xwedayî me bi xwîn ava kirye
Agirê azadiyê.hetta ezman hilkirye

Dîsa cihan wêran bûye yê ku avakin em in
Gellên cihan bindest bûne,yê ku azadkin em in
Ber cenga azadiyê de xwîna me weke cem in
Em Zeyneb û Huseyn û Hemze yên hemdemin




Mella Emîn'ê Êlih î