PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Li gor Þeref Xan Kurd û Kurdistan -III- ( Þakir Epözdemir )



Li gor Þeref Xan Kurd û Kurdistan -III-


Kurd Dîcle û Ferat in
Zê û Za û Aras in
Senandeþa rengîn in
Mahabada xwenas in
Welatkî pak û pîroz
Ji Kerman ta Qefqas in

Zaxgos, Seffîn û Hemrîn
Cûd û Þax û kemerîn
Tendûrek û Bilîcan
Agrî, Nemrût û Sîpan
Zozan û Sût þemirîn
Bê þivan û bêrîvan

Kurd Sorî û Baban in
Mukriyên nav nîþan in
Biradost û Kelxwir in
Mêrxas û qehreman in
Hemî mam û pismam in
Em giþ xwþk û biranin

Ew Mîrekên kelxwuran
Lawên guhderz û keyan
Dewleta Keyaniyan
Remz û nîþana kurdan
Em kurmanc û zana nin
Sor û Gor û Loristan

Hikimdarên Pilingan
Zerza, Istûn û Tasnê
Derteng, Bane, Mahîdeþt
Hêjayê meth û pesnê
Mêrxas û palewan in
Bê emsal in di hisnê

Men, Melkîþ û Mirdasî
Swêd û Silêmanî
Tor û Bot û Behdînan
Zerxî, Zirkî, Þêrwanî
Îro li ser axa xwe
Dîl û jar û biyanî

Roþkan besta Þeref Xan
Hikimdarê me kurdan
mêrdîn, Cizîr, hekarî
Warê mêrxas û merdan
Ewan birc û kelatan
Me ji destên xwe berdan

Li Pilingan kelxwur in
Li Kilîsê Mendî ne
Cizîrî Ezîzî ne
Kurdên þaristanî ne
Serbajarê Mukriyan
Mahabada rengîn e

Siyah Mensûr û Enþo
Cengê, Pazûk û Zengî
Erdelaniyên qedîm
Pir nav dane bi dengî
Kurdno de zû þiyar bin
Em pir mane derengî

Botanî bi mîrên xwe
Þêrwanî bi þîrên
Hizan bi tedbîrên xwe
Hekkarî bi nêçîrên xwe
Farqînî bi wezîrên xwe
Hesenkêf pir meþhûr e
Bi þikeft û bîrên xwe

Behdînî nermik in
Sor hiþk û germik in
Roþkî bi þal û reþik in
Torî gelek kulzik in
Botanî aþtîxwaz in
Zerxî þerûdên hiþk in

Hingivê Miks û Þenbo
Gozên Þax û Xelatê
Hêç in bîberên Erbo
Nîskên Tor û Qerqatê
Tirî û dimsa Sqenbo
Bedlîs ava heyatê

Hetax Tercil û Derz in
Licê, Hezro, Girdikan
Gelek mê û camêr in
Ev welatên Zirikan
Em ê pê ve bijmêrin
Erbin, Minar û Kikan

Kela Su'yê, ya Ba'yê
Keysa dijmin lê nayê
Kela Gurgil hesar e
Kela Findik zinar e
Tirsa kela Bedlîsê
Dijmin xistiye tayê

Qeleya Îmadiyê
Pir hesar û çetîn e
Parêzvanên vê derê
Zêbarî û Sindî ne
Birîfkî û Mizûrî
Radikî, Berwarî ne

Kela Dimdim pir rind e
Mîrxan lehengê kurd e
Pir çetîn û asê ye
Bedena wê bilind e
Mîrê yekdest û mêrxas
Text daniye dil dil de

Gênc û Gêlê û Palo
Xançûkan û Çepaxçûr
Mirdasî, Swêdî ne
Li van warên nêz û dûr
Çemiþkezek Melkîþan
Gelî û zerîbên kûr

kurd Melkîþ û Mendî ne
Mirdas û Swêdî ne
Roþkî ne, Melikî ne
Lor û Erdelanî ne
Biradost û Mukrî ne
Hizanî ne, Þêrwî ne

Þenboyî, Mehmûdî ne
Botî ne Behdînî ne
Him Zaza û Sorî ne
Him kurmanc û Gorî ne
Belengaz û perîþan
Bê serok û serî ne

Hesenî ne, Cibrî ne
Heyderî ne Sîpikî ne
Þikak û Celalî ne
Zîlanî û Gewdî ne
Þemsik û etmanî
Þewlî û Hemdikî ne

Ertoþ û Berjêrî ne
Milî, Mîrî, Kîkî ne
Silîvî, Reþotî ne
Siloq û Dinbilî ne
Berazan û Dirêjan
Riha û Meletî ne

Parsing û Hevêdî ne
Babosî, Badikî ne
Dûdêr û Mamedî ne
Pencînar û Remî ne
Garisî, Stûrkî ne
Alikî, Elîkî ne

Kurdistana kurdan e
Bê çare û imkan e
Ji Qersê ta Helebê
Ji Sêwas ta Kerman e
Îro bê Mîr û Emîr
Bê kizîr û bê wezîr
Bê meclis û dîwan e

Tenê Erbil ne tê da
Bi tex û parleman e
Dilên me li davêt
Hawara me Xwedan e
Alîkar her Yezdane.



Þakir Epözdemir