PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Þevger - ÊÞ ( Bedirxan Epözdemir )



Þevger :
__________



Þev tarî û zilomat
Zaboq bêdeng
Gerîm li çar alî
Bi qêrin û hawar
Min gazî ku,
Bi lez û bez
Çûme vî alî û wî alî
Lê deng ji te nehat.

Þev tarî,
Sekinîne firoziyên nigebanan
Bêdeng in fanosên zaboqan
Bêbextiyê da birin dengan
Bê wate man stêrkên li asîmanan
Diyar e,
Wê zordarî
Bibare.

Þev tarî
Li te digerim
Li her alî
Ho birayo,
Ho çirayo
Bo deng ji te nayê,
Qey tu bê zar î?



ÊÞ :
_______



Doh,
Min êþek dikþand
Navê wê nizanbû.
Birîna min;
Kûr
Riya min;
Dûr,
Ramanên min;
Hûr
Bûn.

Îro,
Navê êþa xwe dizanim
Lê,
Bê taqet û mecal im
Çinkî hêja jî
Nezanim.



Bedirxan Epözdemir