PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xwarina Girarê a Bav û Law.


Mêrik û lawê xwe, germa havînê diçin paletîyê. Êvarê ji palatîyê tênmala xwa. Kevanîya malê ango jina mêrik li lavê xwaû mêrê xwara, girara dew çêkirî bu. Kevanîya malê sênî raxisti bu û girarê kiri bu badîyê, bi tevî du kevçîyên dar, danîye ser sênîyê ku mêrê jinikê bi tevê lawê wê bixwun.

Mirik û lawê xwe destê xwe diþon, lê lawik berê bavê xwe tê ser sênîyê û lawik gelek birçî buye, kevçîya tijî girar, dike û dike devê xwe. Lê girar kelî wek agir buye, devê lawik diþewutîne û lawik berjor li arîka mêzedike û hêsir ji cavên wî dibare.

Mirik bala xwe dide lawê xwe ku lawê wî berjor mêzedike. Mêrik jî mêzedike lê tiþtek nabîne û ji lawê xwe dipirse

Bav : - Kuriê min, tu li çi mêze dike ?

Law : - Bavo ez kêrangê oda me dijmêrim. Ka li ser oda me, çend kêlan hene.

Mêrik li ser sifrê rudinê û bi lawê xwa dixape û zutir kevçîkî girarê dike devê xwe. lê çi dibîne..! Devê mêrik, diþewute dibe pelît û mêrik jî êþa devê xwa li berjor dinêre. Î jar lawê wî ji bavê xwe di pirse

Law : - Bavo çibû..? Tu li çi mêzedike..? Û çima hêsîr ji çavên te tê. ?

Bav : - Kurê min min; gava li jor mizekir laþê tey mirî, hat ber çavên min. Loma êsîr ji çavên min tê.

Law : Bavo bi xodê tu min dixapîne wekê devê te þevitîbe ....!

Bav : - Ez ji Xweda dixdwazim û ez dibêjim; Yarebî tu lawê mine, jî ji min bigire.

Law : - Hay bavê ne ez kurê teme. Tu çima li min nifira dike. ?

Bav : - Lawo..! ma te çima jimin re negot girar kelîye.? Min devê xwe þewutand.

Law : - Wele bavo devê min þewutî, û min hezkir ku devê te jî biþewute.


30. 12. 2003


Ali Cahit KIRAÇ

alicahitkirac@yahoo.de
mirezdin@hotmail.com