PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Gula Qamiþlo


De megrî

xuþka xembar megrî

Megrî dayka Sîwan, megrî

Megrî dayka þehîdê qehreman

Megrî…



Bila..

Rondikên te xunav bin

Bo kêla vî lehengî



Sirûdên te awaz bin

Bo þahîya vî zavayî



Baweriyên te xelat bin

bo vî þarî

bo vî welatî..



Û bila lorîna te ya dawî

Strana „ Mihemedê Ronî“ be

Ji bona vê xakê

Vi zemanî..



De megrî xuþkê, megrî..

Bila tu zanibî..

Xwîna Sîwan

Ava jînê ye,'

kaniya vînê ye..

Cendekê wî

Ardûwê serhildanê ye,

Ala Serfiraziyê ye..

Canê wî

Hilma zevî û azadiyê ye..

Û bîranîna wî

Mûmya li dij taryê ye..



De megrî xuþkê , megrî

Bila zanibin

Ew reþreþkên þevê

Ew mirovên nemirov

Ew kundên bê îman

Ew gulleyên bê yeman

Ku rohniya çavên Sîwan

Wê wan perçemekan kor bike

Wê wan pêxwasan

Rûreþ bike

Wê wan hovan

Tawan bike.




Bo canê Sîwanê Kewê


Ebdulbaqî Huseynî

Oslo 15.04.200