"DÝROK" Û "TARÝX" Kuncê zýmên - "DÝROK" Û "TARÝX" M. Emin Bozarslan Carna mýrov dý hýn xeberên hýn nûçenaman da dýbine ku jýbo kýfþkýrýn û niþandana roj û meh û salan, dý þûna peyvýka "tarix"ê da peyvýka "dirok"ê tê nývisin. Mesela, tê gotýn "Dý diroka 21'ê Adarê da Newroz tê pirozkýrýn" yan "Diroka nameya te 25'ê mehê ye" yan ji "Rojnama Kurdi ya pêþin Kurdýstan, dý diroka 22'yê Nisana 1898'an da derketiye" û wd. Tê zanin ku kesên ku wýsa dýnývisýn, maneyên "tarix"ê û "dirok"ê têkýlhev dýkýn. Lê belê ew awa þaþ e. Lewra dý navbera maneyên van her du peyvýkan da ferqek heye. Lý gora wê ferqê, "dirok" lý her derê dý þûna "tarix"ê da nayê nývisin. Weha: "Tarix" peyvýkeka Erebi ye û eslê wê dý wi zýmani da "te'rix" e. Paþê hatiye sývýkkýrýn û bûye "tarix". Peyvýk bý wi awayi ketiye hýn zýmanên gelên Musulman ên ne Ereb ji, ku Kurdi ji yek jý wan zýmanan e. Dý zýmanê Erebi da du maneyên vê peyvýkê hene . Yek jý wan maneyan weha ye: "Koma bûyerên ku dý mêjedema neteweyek da yan vêkxýstýnek da yan dýnyayê da qewýmine"; ku bý Ýnglizi jê ra tê gotýn "history". Mana 2'yan ji roj û meh û sal ýn ku bûyerek niþan dýdýn û kýfþ dýkýn, ku bý Ýnglizi jê ra tê gotýn "date". Dý Kurdi da ji peyvýka "tarix"ê bý van her du maneyan tê karanin. Lê belê jýbo mana pêþin, peyvýkeka me ya Kurdi heye, ku "dirok" e; dývê em wê bý kar binýn. Týþtê gýrýng ev e ku ew peyvýk bý mana 2'yan a "tarix"ê nayê karanin; yani bý mana "date"a Ýnglizi nayê gotýn û nayê nývisin. Dema mýrov qala bûyerek býke û býxwaze roj û meh û sala wê bûyerê býde zanin, hýngê nabe ku "dirok" bê karanin; dývê "tarix" bê gotýn yan bê nývisin. Mesela, dema ku em qala Newrozê býkýn û býxwazýn roj û meha pirozkýrýna wê býdýn zanin, dývê em bêjýn "Tarixa pirozkýrýna Newrozê 21'ê Adarê ye". Dema em býxwazýn roj û meh û sala derketýna rojnama "Kurdýstan"ê býdýn zanin, dývê em bêjýn "Tarixa derketýna rojnama Kurdýstanê 22'yê Nisana 1898'an e". Her weha, dema em býxwazýn roja biranina þehidên Kurd býdýn zanin, dývê em bêjýn "Roja biranina þehidên Kurd 28'ê Heziranê ye. Lewra dý tarixa 28/29'ê Hezirana sala 1925'an da Þêx Seid û 46 welat'evinên Kurd lý Amedê jý aliyê Kemalistên mýrovkuj ve bý navê 'ýdam'ê hatýn kuþtýn".(118) Týþtê ku lý výr dývê mýrov bala xwe býd'ê û dý bira xwe da býgýre ev e ku dý rewþên weha da "dirok" nayê karanin, illa dývê ku "tarix" bê karanin. Mesela, mýrov nýkare bêje "Diroka pirozkýrýna Newrozê 21'ê Adarê ye" yan "Diroka derketýna rojnama Kurdýstanê 22'yê Nisana 1898'an e" yan ji "Dý diroka 28/29'ê Hezirana sala 1925'an da Þêx Seid û 46 welat'evinên Kurd lý Amedê jý aliyê Kemalistên mýrovkuj ve bý navê 'ýdam'ê hatýn kuþtýn". Hýngê qutûbýrr dývê "tarix" bê karanin. Vêca ji em bala xwe býdýn vê pevekê(cumle): "Newroz, welew ku bûyereka mitolojik be ji, dý diroka gelê Kurd da pýrr gýrýng e û tým hatiye pirozkýrýn". Wek ku dýxuye, dý vê pevekê da qala rewþa bûyerek tê kýrýn ku dý mêjedemê da ci gýrtiye û gýrýng hatiye ditýn, tým hatiye pirozkýrýn. Em bala xwe býdýn vê pevekê ji: "Jý ber ku Kurdýstan rojnama Kurdi ya pêþin e, dý diroka gelê Kurd da ciyeki wê yê pýrr gýrýng heye". Wek ku diyar e, dý vê pevekê da ji qala bûyereka wýsa tê kýrýn ku dý mêjedemê da ci gýrtiye. Em lý vê pevekê ji býnêrýn: "Miqdad Midhet Bedýrxan, dý diroka Kurdan da rojnamevanê Kurd ê pêþin e". Dý vê pevekê da ji qala keseki wýsa tê kýrýn ku dý mêjedemê da kareki gýrýng kýriye, roleka gýrýng leystiye û rê jý bûyereka gýrýng ra vekýriye. Minakek ji weha: "Jý ber ku dý sala 1925'an da rejýma Týrkan lý Kurdýstanê bý sed hezaran Kurd kuþtýne û bý hezaran gundên Kurdan dýgel gundiyan þewýtandýne, wê salê dý diroka gelê Kurd da ciyeki pýrr gýrýng gýrtiye û dý nava Kurdan da navê "Sala Þewatê" lý wê salê hatiye danin". Lý výr ji qala bûyereka trajik tê kýrýn ku dý mêjedema Kurdan da ciyeki pýrr dýl'êþin gýrtiye û naveki pýrr dýl'êþin lê hatiye danin. Eger mýrov býxwaze, mýrov dýþê dý van minakan da dý þûna peyvýka "dirok"ê da peyvýka "tarix"ê bý kar bine. Yani "tarix" dý hemi rewþan da dý þûna "dirok"ê ta tê karanin; lê belê "dirok" dý hemi rewþan da dý þûna "tarix"ê da nayê karanin. Em careka di ji bêjýn ku, dema ku mexsed niþandana roj û meh û salan be, nabe ku "dirok" bê karanin; hýngê illa dývê ku "tarix" bê karanin. -------------------------------------------------------------------------------- (118) Bý ditýna me, dývê ku gelê Kurd roja 28'ê Heziranê "Roja Þehidan" ilan býke û her sal dý wê rojê da hem Þêx Seid û hevalên wi, hem ji þehidên Kurd ên di bý gýþti bý bir bine û dý heqê wan da, dý heqê tevgerên wan da cývin û konferans û semineran pêkbine. Gerçý gelek Kurd dý tarixên cure cure da lý hêlên cure cure yên Kurdýstanê hatýne þehidkýrýn; lê belê koma mezýntýrin û pýrtýrin a þehidên Kurd, Þêx Seid û hevalên wi bûne, ku dý carek da bý navê "ýdam"ê hatýne kuþtýn, hatýne þehidkýrýn û dý dýlê gelê Kurd da ciyê xwe yê býþeref gýrtýne. Her weha, ew koma pêþin a þehidên Kurd bûne ji. Wek ku her kes dýzane, dý þeva 28/29'ê Hezirana 1925'an da Þêx Seid û 46 hevalên wi, yani bý tevayi 47 mezýnên Kurdan, lý Amadê bý hev ra û lý yek ciyek bý rêzê ra hatýne daleqandýn. Mýrov bý hêsani dýþê bêje ku dý diroka dýnyayê da qetliameka wýsa nehatiye ditýn. Tewr Cengiz û Teymûrê Leng ji, ku bý barbariya xwe hatýne naskýrýn, çu car dý yek demek da û lý yek ciyek ew qas kes bý hev ra daneleqandýne. Jýbo gýrtýna haydariyên zêde lý ser gunehkariyên Kemalistan dý heqê gelê Kurd da, býnêrýn: M. Emin Bozarslan, "Kemal Paþa Weledê Kê Ye?"; Weþanxana Deng; Uppsala-Swêd; 1993. Belavkýrýna Ewrupayê: KOMKAR-ALMANYA. http://www.demanu.com.tr |