PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Gotinê pêþîyên ( Metelog )



A

Adare dew li dare.

Adarê berf gîha gulîyê darê, nema danê êvarê.

Afirê gameþa bû warê gelêþa mêþa.

Agir bewrda kayê xwe daq ber bayê.

Agir berda komê xwe da ber zomê.

Agir bi e`rdê dikeve hiþk û ter bihev re diþewitin.

Agir li ser piþta me dadaye tu firîkên xwe diqelîne.

Agir û pîþo li cem hev nabin.

Ahê bizina kol ji bizina bi qiloç re namîne.

Anî ji derîya da xêra mirîya.

Aqil derxistina firotinê, her kesî aqilê xwe kirîye.

Aqil li bejnaye, ne li serya ye.

Aqil taca zêrîne li serê her kesî nîne.

Aqilê sivik barê girane.

Aþ çûye bi dû çeqçeqê ketîye.

Ava di gola da ma wê genî be.

Axa jin û mêrê ji heve.

Axayê me H`esob e, wê xwarina me sorcilo be.

Ayþikê ji xwe biþikê.



B


Baran dibare, e`rd pesnê xwe dide.

Barê kerê li ser piêþta devê ye.

Barê tu nikkare rake nekeve bin.

Baz bi bazan re qaz bi qazan re mirîþka kor bi dîkê kulek re, her kes

birefên xwe re.

Bedawê çav kil kir dilê xortan tev der û kul kir.

Bejin tîtike mal bi zîrçike.

Beq nedire wê bidire.

Berxê çê di kozê de xwîyaye.

Berxê nêr ji kêrê re ye.

Berxê siwî nabe beran.

Bextê dê cihêzê qîzê.

Bextê romê tuneye

Bext nadim bi text.

Bêjin “ lale “ nbêjin “ tirale “.

Bê þêx û pîr, neçe dîwana mîr, ku tu nekeve h`alê feqîr.

Bi guran re dixwe û bi xwedî re þînê dike.

Bi e`lmê mele bike bi e`melê mele neke.

Bila mirîyê gorab im ne girtîyê hebsab im.

Bila zikê mele bel be tijî gaha û pel be.

Bûka bêzar û bêziman, xwesîya bêdînû bêîman.



Ç



Çavên li der ya xwelî li serya.

Çav dijminê xwe naz dike.

Çem tim ranabe qirþ qal tim li ser neyê.

Çerxa felekê geh li jêre û geh li jore.

Çîya bi çîya nakevin lê çav li çavan dikeve.

Çîyayê bilind bê rê nabin, newalên kur bê av nabin.

Çû h`yfa bavê qûna dê da ser.

Çû welatê kera anî barê peran.



D


Dewet fwerikî berbû h`etikî.

Dawîya derewa pûçe.

Dermanê xwesitinê dayîne.

Derpê me li xwe ke lê tir û fisa tê de neke.

Dengê defê ji dûr ve xweþe.

Derdê birçîyan nane.

Derewîn dujminê Xwedayê ne.

Derew li saxa nabin li mirîyan dibin.

Dermanê e`hmeqîyê tune.

Deryê xêran nayên girtin.

Dest destan diþo det dizivire serûçavan diþo.

Destê þêx maç nekin, ew þêx ne Qutbê Razîye, tec û tilisma serê wî tev keda destê sar û tazîye.

Destê tu nikare gez bike maç bike. Dilê dê li ser dotên ye, dilê dotê li ser çîyayê Qaf e.

Dilê tirsonek singê gewr nabîne.

Dizê bostanan mikur tên bi zivistana.

Dîya diza du tira dike , yekê ji kêfê re yekê jî, ji tirsê re.

Du`ayê kûçikan qebûlba wê ji e`smanan hestî bibarîya.