PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Evîn



Evîna bêmirad
Dil û mejûyê min

Naxwaze bawerke

Ji fikir û hizir û

Ramanin min,



Bêbextî û bêwefadarîya

Yarê ez kirim pincar wekî

Gihakî kelandî hîþtim liçolê.



Ji kerîþ û kendalin dilê

Minê hedimî dlop dilop

Xwîna reþ dikiþe,



Nizam çima wazerbûm

Bûme þima? Û xercî bûm

Wekî çaqirên devên çeman?



Di mejûyê serê min de

hertim dilive navê te

dikim nakim ji bîr naçe

xem û xeyalên te,



tu bûye dilopek ji xwîna

jîyanê û xwe veþartî

di dilê min.



ezê herim bibîm mêvanê

seydvanê pezkuvîyan

Sîymend û Xecê, gilîkim

Ji evîna bêmirad, diberbanga

Êvarê de



Derkevim ser çîyayê

Sîpanê sirkim li gola Wanê li

Ava hêþîn û zelal, mêzekim

Li firîna çivîkan ji giravê bo

Giravek din. Roj berbiavaye

Rûyë esmanê sor û zer qasidê

Þeva reþ û tarî dê were

Di ser min.

Dibe bibe dermâ

Û bikewîne birînin min

Fikir û ramanin Ehmedê

Xanê,



Guhdarîkim ji tembûr

û awazên Feqî yê Teyran

helbestên hevjîyayê derdê min

û birîdarê kovanin evînë,

seydayê Cizîrê.



min xwe berda gund

û bacarên bêxwedî,

dibînim kal û pirên hilhilî

rûniþtîne li bin sîya koxê

xanî û çav nêrînê rêwîyê

rêya nehatî dikin



Dibînim jinên bêmêr

girêdanin þehra reþ û

li benda þoreþgerê

Azadîyê, wê derkeve rojek

Sarê hespê þê û bêje ka were

Kevanîye min hatim malxoyê malê.



Dibînim keçên serbambol û

Cilperîtî bi hêvîya bavê wendayî

Wê were rojek û bêje:

Ka were keça min!

bigire bi destê bavê xwe û em herin seyranê.



Dibinim hin kurên bêderpê

Û pêxwas dixwazin bizanin

Cihî û warê þehîdê bêkefen

Û xwedîyê tirba nedîyar.



Van hemî derd û kulan

Dîsajî sar nekir agirê evîna

Dilê min, her mam xeyal

Þikestî û perweþandî.



2001 08 20



Dilbirîn