Bêjin Hewlêr Bela Negirî ! Bêwar Ibrahîm Li ber bejna cenabê Barzaniyê nemir hêsir difûrin û xwîn dikele , li dirêjahiya 25 salan roj mîna libên tizbiyê bi dûv hevdûve xwe berdidin , gelek boyer û rodanên wêrek û newêrek li hember hev rawestiyan , gelek gazinên þor û þêrîn di cogên kûr de þerê hevkirin , lê piþtî 25 salan û bi taybetî ji destpêka sala 2000 ê ve , boyera ku hinavê her Kurdperwerekî hejand , bobelata Hewlêr a paytexta Kurdistanê bû di yekê sibata de sibeha cejna qurbana reþ , di vê boyerê de gelek þêr û mêr ku rêbaza Barzaniyê nemir ji wan re nameyek muqedes bû þehîd ketin wek Samî Ebdurheman , Þewket Þêx yezdîn , Seed Ebdulla û Mihdî Xoþnaw , karwanên van þehîdên pîroz dest vala bi ser Barzaniyê nemir de neçûn , ala Kurdistana azad xistin destê rastê û nûçeya ketina rêjîma Beis li Iriaqê xistin destê çepê de ,raste hêsrên kak Mesûd Barzanî û kak Neçîrvan Barzanî û hêsrên tev Kurdên dilsoz û wefadar di nav tilîyên destên van þehîdên nemir re de diherikîn ... lê her dilopek ji van hêsran mizgîniya xêrê li ber lingê Barzaniyê nemir danîn û bi yek dengî gotin : Bêjin Hewlêr Bela negrî Bêjin Hewlêr Bela negrî ... Raste .. kezîyên agir vêketin Di nav golên xwîna Samî Ebdurehman û Þewket Þêx Yezdîn , Seed Ebdula û Mihdî Xoþnaw de , Di nav xwîna Ekrem mentiq û Du xesro yên soran de , Lê Xesro Pîrbal bi Mêvanên cejnê re derket bû Û sed mixabin ... li vegerê ... Ne Samî dît , Ne Þewket dîtn , Ne Mihdî dît , Ne Newzad dît , Ne Seed dît , Li ber termê þêr û mêran Ew jî nîvkuþtî bû ... Raste ... çavên bendewar Di sibeha Cejna qurbana reþ de Li ber stiranên mirinê Hatin rijandin ...; Xewnên xweþ û pembehî .... Di bin pêyên leþkerên tozê de Bi navê ola islamê Û mîrên musilmanan .. Tev perpitîn û çiriyan ... Ew nizanin ku Tovê xewnên me Li ber bayê ala rengîn Û siya azadiya Kurdistanê Têne vejandin û xwe nûdikin ... ; Nizanin ku gelek pirs û pirsok , Ji hembêza mirinê xwe Vedidizin ; Gelek xal û bêhnok Ji ser rêkên bê armanc Vedigerin ...; Û gelek hêvî û omîd Ava berfê û lîlavê ... Bi ser agirê qederê ve Digvêþin û wî agirî vedimrînin . * * * Bêjin Hewlêr Bela negrî ... Erê raste ew Xwezîyên xwekujiyê Li ser sînga wê Peqandin ... Gelek kezîyên reþ û sor û zer Ji qurm ve jêkirin ...; Gelek diranên tûj Ji þikefta dev hilpekeandin ; Kaniyên xwînê di Sikak û kolanên Wijdanên reþ û mejîyên genî de Bi destên terorîstên Xab , xedir û xiyanetê Di nav mij û tozê de herikandin ... Lê Hewlêr nehejiya ... Ew pir û peravên Navtêdanan û xwepêþandanên Duhok û Silêmaniyê û tev Kurdên li ser goka zemîne .. , Ew xencera Barzaniyê nemire , Ku li ser hustê Çaldêran û Cezair Hatiye danîn ..., Ew hêsir , xwêdan û peyvên Ku di lûlikên tivingên Pêþmergên qehreman de Dibin gulle û Di þûna her gullyekê de Termekî þehîdaye ku Canê xwe daye ji bo Felat û azadiyê ... * * * Bêjin Hewlêr Bela negrî ... Bela dilê wê ji Birayên wê yên musulman nemîne !! Bela dilê wê ji der û cîranan nemîne !! Tu berjewendî û têkiliyên wan Bi rijandina xwîna tahir nîne !! Kezeba dayik û bavan , Dost û yaran Ne bi destê wan hatin Qelaþtin û sotain ...!! Bela dilê wê Ji ol û oldarên Islamê nemîne ; Ne valane ji dilopên hêsr û xwîna Welatên ber serjêkirinê re !! Bela dilê wê ji Camiya Ezher a þerîf nemîne !! Ne valaye ji miletan re !! ( Welîme Lîaþab Elbehir ) û ( Wesaya fî Iþq Elnîsa ) ... Þerefa wê li erdê xistine , Îro ketiye þer û berê Tolhildana namûs û þerefê ...; Ji xwe Camiya Zeytûnê Xwe ji þeref û namûsê bêrî kiriye , Sîng û berên zeriyan dike Textên reþ û bi dîwaran ve dadileqîne ..; Tew camiya Emewî Xwe keroke dike dengnake , Ew hêlîna kevokaye û Haj û bajê wê Ji kevokên serjêkirî nîne ...; Na..na bela qet dilê wê Ji der û cîranan nemîne .. * * * Bêjin Hewlêr Bela negrî ... Ew qublegeha pêximberên Kurdayetiyê ye ..; Gotin : Berxwedan jiyane ; Ew nizanin ku Jiyan berxwedane û Hewlêr vîn û jiyane , Pêþmerge û çiyane , Gula welatê rojêye ...; Çiyayên Kurdistanê Ji Zaxoka Behdînan Ta bi Xaniqîna Soran Dibêjin : Bela Hewlêr negrî ... Ew warê sinbil û sembolaye ; Paytexta dîroka resen û windaye ; Ew YÛSIV ê pêxmbere , Ku birayên wî bi xapandinê Ew xistin çala mirinê , Lê YÛSIV nemir Ew bi sebrê bûye melekê Misrê , Û Hewlêr namire ... Ew paytexta rojê ye , Wê yazde kewkeb û der û cîran Jê re herin sicûdê ...; Bêjin Hewlêr Bela negrî ... Ew buhuþt û gulîstane ... Paytexta Kurd û Kurdistane . |