Tiþtanok çi ne ? Tiþtanok (mamik) lîstikên zeka û kêfxweþiyê ne û helbestên gelêrî yên herî kevn tên pejrandin. Wêjenas û helbestnas tiþtanokan di beþê helbest de nahesbînin lê dibêjin ew bi helbestkî hatine gotin. Pirtûkên pîroz jî ne helbestin û ew jî wek tiþtanokan bi helbeskî hatine nivîsîn. Huner bi xwe ji bo xweþî û dilgeþiyê ye. Pexþan ji helbestê hêsantir e û bêtir digîhe armanca xwe. Lê zimanê helbestê zêde edebî ye û loma jî giran e. Lêbelê zimanê tiþtanokan gelek sivik e, loma jî zarok jê fêm û hez dikin. 1- Tiþtanok, miþtanok li bin kevirê xiþtanok. Ew çi ye? 2- Reþ e, reþ e mîna qîr spî, spî mîna þîr diçe diçe mîna mîr. Ew çi ye? 3- Ez diçim, ew jî diçe ez radiwestim, ew jî radiweste. Ew çi ye? 3- Xaniyekî gilover û spî bê pencere, rojin û derî têde rûniþtiye bûkeke zerî. Ew çi ye? 5- Tiþtekî min heye binî ax e navê þax e serî zêr e. Ew çi ye? 6- Kaloyek tê ji deþtê barê striyan li piþtê. Ew çi ye? 7- Tiþtekî min heye her tim li mal e geh þîrîn e, geh tal e. Ew çi ye? 8- Ga orî piþkul firî. Ew çi ye? 9- Çiyayê bê kevir deryaya bê av daristana bê dar bajarê bê mirov. Ew çi ye? 10- Ji þekir þîrîntir e ji hesin girantir e. Ew çi ye? **************************** 1.þeytanok, 2.qijik, 3.sîya mirov, 4.hêk, 5.genim, 6.jûjî, 7.ziman, 8.tufek, 9.nexþe, 10. xew ___________________________________ 11- Apê min ê rû kurkirî þev û rojê bi dar ve kirî. Ew çi ye? 12- Bi piþt e, bê zik e bi dest e, lê bê ling e bi dev e, bê diran e bi çav e, lê nabîne. Ew çi ye? 13- Çav tune lê dimeþe ling tune lê þop dihêle. Ew çi ye? 14- Hildidim digrî datînim aþt dibe. Ew çi ye? 15- Li ser destan diþimite dikeve çav diþewite. Ew çi ye? 16- Tiþtekî min heye ez vedikim naçe, girê didim diçe. Ew çi ye? 17- Tu bixwî dikeve ber diranan tu nexwî dibe gul û gulistan. Ew çi ye? 18- Tiþtekî min heye dev dirêj e, xwîndirêje dest davêjimê berdavêje. Ew çi ye? 19- Hilindir, bilindir bav ji lawê bilintir. Ew çi ye? 20- Her roj diçe dibistanê lê tiþtek nizane. Ew çi ye? ********************** 11.derî, 12meþk, 13.derzî, 14.zengil, 15.sabûn, 16.benê solê, 17.dendik, 18.tufek, 19.dû, 20.çente _____________________________________________ |