Rewþa kurda û îraqa nu ! Dema dewleta Osmanlî hêrivî(1918), bi alîkariya dewletên Ingilîz û Ferensa li rojhilata navîn gelek dewletên nuh hatin awa kirin. Îraq û Sûrî di binê kontrola wan her du dewletan da gelek salan man heta ku bune dewletên serbixwe. Li ser mîrasa Osmanliya jî dewleta Turkiyê bi alîkariya hêzên leþkerî û bi serokatiya Mistefa Kemal hat avakirin. Kurdistan heta wê demê du perçe bu, lê bi hatina Ingilîz û Ferensa bu çar perçe. Vê carê bi hatina USA û Ingilizan rewþ li aliyekî herabtir û li aliyekî jî baþtir xuya dike. Herabtir ew e ku her sê dewletên li ser axa Kurdistanê hatî ava kirin endamê FN nin û hebuna sînorên wan ji aliyê dewletên Cihanê teva ve hatiye qebul kirin û gorîna van sînoran ne mumkine, bi gotineke din Kurdistanek serbixwe di pêþerojeke nêzîk de xuya nake. Rewþa baþtir jî ew e ku di nava sînorên van dewletan da û bi taybetî li beþê Îraqê rê ji dewletek federal re vebuye û ew jî heger USA û îngilîz vê carê jî kurda ne xapînin û tu peymanên nuh bi van dewletan re emze nekin. Çaxê em bi tenê qala perçeyê Îraqê bikin wê hingî jî gelek astengên nuh werin pêþiya kurdan û helkirina wan jî ne hesan xuya dike. Gelo wê ”dewletek federal” bi çi awayî werê awa kirin? Pirsa herî girîng ew e û nakokiyên wê yên tên xuya kirin jî ew in: 1. Berî her tiþtî, divê arabê Îraqê hebûna kurda û daxwaza wan ya ”dewletek federal” di referendûmekê de qebul bikin, bi gotineke din wan bikin hevparê vê dewletê. Li dijî vê yekê 22 dewletê Ereb, tirkiye û îran jî heye. Dema dewletek federe bi beþdariya kurdan hat damezrandin û FN jî qebul kir, hingî divê Tirkiye ,îran û suriye jî vê avahiya nuh di nava sînorê xwe de qebul bikin, heger nekin wê proseseke xerab dinavbera kurd û cîranên wan û di nava FN de peyde bibe… 2. Di vê herêma Kurdistanê de du dewletên herêmî yên kurdan hene. Soran û kurmanc tu caran li hev nekirine û heryek ji hukumetên wan li herêmên xwe û li gora xwe welatê xwe îdare dikin.Her çiqas di vî þerê niha de bi hevre hereket dikin jî tu bahweriyê nadin Cîhanê ku wê wek dewletek bi hevre berdewam bibin.Wek nimûne hêjî alayên partiyên xwe hildidin, herêmên wan ji hev cudane, di komisyon û îdaran de wek hev nûneran dideynin. Ev jî wê bi hêsanî neyê helkirin… 3. Pirsgirêka sêyem jî mesela oldariyê ye.Piraniya erebên Îraqê misilmanin û piþta wan bi îranê û Suriye germe. Kurd û erebên sunnî jî misilmanin lê nakokiyên netewî û dîrokî di nava wan de jî gelekî kûrin.Divê Aþûrî û tirkmen jî di vê bazarê de ji para xwe qayil bin û ev jî helbet wek yên jor helkirina wê ne hêsane… 4. Rewþa navnetewî jî, wek nakokiyên di navbera USA û FN de,bidestxistina petrolê,avakirina Îraqê û dijayetiyên dewletên cirânê Kurdistanê û pîlanên wan yên nehênî diyar nînin û ew dewlet dikarin wek sala 1918 an bi hinek peymanên nuh bi dewletên mezin re lihev bikin bêyî ku kurd jê agadar bin… 5. Dewletek federal ji çar perçeyan( kurmanc, soran, erebên elewî û erebên sunnî) yan ji du neteweyên cêwaz (ereb û kurd )du alternatîvê xuya nin lê gelo wê bi çi awayî pêk werê ew jî nexuyaye û ne hêsane… Di dawî de û digel wan pirsgirêk û nakokiyên min li jor gotî jî,heger kurd yekîtiyek bi behwerî bidin ava kirin û xwe ji dostaniya USA û Ewropiyan dûr nexin wê rê liber serxwebûna Kurdistanê vekin û kurd jî wê di rojhilata navîn de bibin xwedî dewlet û qîmet. Heger ji van her du faktoran dûrkevin wê tu carên din fersendên wek vê bidest kurdan nekevin…! Divê kurdên li her derê Cîhanê bibin alîgir û piþtgirê vî perçeyê Kurdistanê da ku kurd, bi taybetî kurdên Îraqê di doza xwe de biser kevin û doza wan têk neçe… Heger yên Baþûr biserkevin wê yên perceyên din jî bighin azadiya xwe û di pey de jî biyek kirina herçar perçeyan hêsan dibe… Uppsala 10/06/03 Reþîd Battê resit44@yahoo.se |