PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çima dengê kurdên bakur nema tê?






Îro rewþa Kurdistan bi hatina Emerîka ketiye awayekî gelekî xweþ. Dagirkerên Kurdistan ji tirsa Emerîkiyan ji serî û binî dilerizin.General û siyasetmedarên wan welatan berê gotinên wek kurd û Kurdistan tu carî bilêv nedikirin, bilêv kirina van gotinan ji bo wan gelekî nizmî û qelsî bu.

Îro wek balonên ku ba ji ber here êdî van gotinan birêz û biedeb bilêv dikin,nema ziman dirêjiya dikin.Çima,gunikê reþ di ser, serê xwe re dîtin, Emrîkiya çiwalê bênamusîyê kiþand ser, ser û çavên wan.

Yên wek saddamê xwînxwar îro di qul û koncalên çola erebistanê de wek xiltên kor li revê digerin lê êdî hew rev jî bi destê wî û hevalên wî dikeve.

Kurdên Kurdistana baþûr bi zaneyî û bi gavên giran û bi siyaseteke rind berbi Serxwebûnê diçin.

Îrana þaþikreþa jî di nava xwe de dikele, wek teyrê ser kelaþa wê nêzîk û nedur hevûdu bixwin. Kurd wek mêra daxwazên xwe li ser cografya Kurdistanê bihêz ji bo hilweþandina vê rêjîma paþverû û kevneperest bi dengê bilind didin xuya kirin.Roja wan jî bi alîkariya Emrîka û tirsa Emrîka li ser Îranê gelekî nêzîk e.

Li sûriya jî êdî kurd bi yek dengî daxwaza mafên xwe li dewleta mala Essed dikin, bi meþ û awayên din xwe dixin nava çawê dewletê. Êdi Cîhan dengê wan jî dibhîze.

Kurdên bakûr ji sed salî û virve daxwaza serxwebûn û Kurdistanek mezin dikin.

Yên ku ji herkesî bêtir dikirin qaraqar, þer û teqereq derdixistin, siyasetmedar û ronakbîrin kurd dikuþtin, gund û bajar wêran dikirin îro her tiþt kirinê binê lingê xwe û daxwazên xwe wek perê tirki yê bê qîmet, kirine ”daxwaza azadiya serokê xwe apo”. Bi sedan û hezaran jinên kurdê dayikê þehîdan, bi çarik û çekên xwe yê kurdî li kolanên bajarên Kurdistanê û Tirkiyê dimeþin û banga ”azadiya serokê xwe apo ”dikin. Wan kurd û Kurdistan tev bi gorî serokê xwe Apo kiriye, bi vî awayê ku qet bêhna kurd û Kurdistaniyê jê nayê apoyîya rê û çeper li ber têkoþîna kurdên bakur girtine, serê kaniyê kirine girav û ji ya xwe ya xerab qet nayên xwar. Ew bi komunistên tirk, ereb û faris re dixwazin þerê dostê kurd Emrîka bikin û bi wê banga nezan divin têkoþîna gelê kurd careke din bidev dagirkerên îroyîn ve berdin. Wan her tim siyasetek ku qet bikêr gelê kurd nayê meþandiye, ew siyaseta çewt buye sebaba kocberiya bi miljonan kurd u wêran kirina bi hezaran wargehên kurdan li Kurdistanê û îro bitenê buye mirîdîtiya Öcelan. Ma ev jî siyasete?

Yên din,yên ku ne Apoyîne jî, bi navê çend komikên siyasî yê ku heta niha ji tirsa Apoyîya qet xuya nedikirin jî, hêjî dengê xwe dernaxin û ji kozikên xwe yên ji pûþ çêkirî dernakevin.

Îro dîrok li sed salê çuyî vegeriyaye, her tiþt û tirs serûbin buye, perçe kirina Kurdistan ji aliyê Ewropiyan ve di sala 1918 an de îro çewtî tê qebul kirin û ew hêzên ku bi destê xwe dewleta Osmanliya hêrivandin çewtiyên xwe qebul kirine.

Îro ew bixwe digel Emrikiyan li Kurdistanê ne û divin destê kurda bigrin û ji nava lepên van dewletên zordest derxînin, wê çewtiya sala 1918 an rast bikin, kurdistanek serbixwe li ser cografya Kurdistanê ava bikin.

Divê kurdên bakur jî, ji xewa xwe ya mirinê rabin,ji apoîzmê, berberiya serokayetiyê û tiþtên wek wê, xwe azad bikin ji bo yekîtiyê berbihev werin.

Ew ê ku di sala 1918 da dewletên îro yên li rohilata navîn ava kiribun,îro bihêztir û xurttir li herêmê ne û dixwazin cografya herêmê ji nûve û bi awayekî ku kurd jî mafê xwe yê çarenûsa xwe bidest bixin nûjen bikin.

Kurd bi xwe bi ”apoîzmê” , bi dostaniya komunîzma mirî, bi þerê emperialîzmê û di komik koncalkên veþartî de siyasetê dikin. Ev siyaset êdî tev miriye, divê kurdên ji van komik û koncolkan, siyaset û berberiyên vala ne razî ne, ji bo ku kurdên bakurê Kurdistanê ji mafê xwe yê ”xwediyê biryara li ser çarenûsa xwe be” ji dest neberde, vegerin û verin cem hev.

Heger di vî babetî de derengî çêbibe, nedûre ku wekû di peymana Lozanê de Ismetê ker bi paragrafekê kurd ji mafên wan dûr kirin û paþî wê jî inkara bi milyonan kurd hate kirin û ji nîvê wan bêtir jî asîmîle bun, bun tirkên ji tirkan dijwartir, wê dîse bi peymaneke nuh û vê carê jî bi imzeya genaralekî din mirina kurdên bakur wê were imze kirin!!!

Vê carê êdî wê dereng be û Kurdistana mezin wê perçeyê xwe yê herî mezin jî ji dest berde.



Temmûz/2003

Reþîd Battê