PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



TÊKILIYÊN DÎROKÎ






Dema mirov li dîrokê meyze dike û hezar sali diçe beriya zayînê(Mesîh),dibîne ku dewleta Asûr ya ku di wê demê de ji roavayê çiyayê Zagros û heta bi berkenarê Deryasipî hikim dikir,dike û nake nikarê Kurdistanê,wî gelê çiyayî yên ku li roava, rohilat û bakurê çiyayê Zagros û li paþ çiyayên Tore bu,bixe binê bandora xwe de.Rohilat û roavayê van çiyayên asê û tirsa wan mirovên li wir(kurdan) tu carî ji dilê dewleta Asûr derneketiye û di dawiya dawî de ,ev tirsa han buye sebebê hilweþîna vê dewleta bihêz û kevnare.Med(kurd) û babîlî yê ku bi eslê xwe wek Asûriya samî bun bi hev re dewleta Asûr di sala 614 ê berî zayînê de,di hilweþînin.

Paþî þikestinê û bi alîkariya hikimdarê Misrê, hikimdarê Asûr li Harranê bi cî dibe .Leþkerê Meda vedigerin rohilatê çiyayê zagros û yên hevalbendên wan ku Babîlî bun di ser Nisêbine re vedigerin baþûr.Aþûriyên ku berê dinava kurdan de û li ser sînorên Kurdistan bicî bubun li cihê xwe dimînin û di ziman û ola xwe de azadiya xwe diparêzên.Bitenê hikimdarî tê gorin,hikim dikevê destê Mediyan de.

Dema mirov li nexþeyên dîrokî yên ku beriya zayînê di sala 550 de meyze dike dibîne ku dewleta Meda hikim dikir li seranserê Îran a îro, heta bi deryaya sipî û seranserê cografya ya ku îro kurd lê dijîn û deþt û çiya tev dikeve binê hikmê wan de.

Dewleta Ûrartu ya ku di wê demê de li derdora gola Wanê û heta bi Êrivanê hikim dikir jî bi hatina Meda têk diçe û hikimdarên wan jî xwe kiþandin Êrivan a îro.Gelên vê herêmê ku kurd û ermenî bun li gund û bajarên xwe dimînîn.

Li gor piraniya dîrokzanan û arkeologan tê gotin ku Asûr ji dawiya çemê Zapê(zêyê) mezin,cihê ku Zap tevlî Dicle dibe û bi jêr de dijîn.Li jêra wan Babîlî û li baþûr û rohilatê Babîl jî Elam hebûn û hikim dikirin.Babîlî û Asûrî bi esle xwe samî ne û xizmê hevin.Ew bi hev re dest liser mîrasa Sûmera ya dewlet gerandinê û nivîsandinê dideynin.Dipey de û hêdî hêdî aqarê ku îro di destê kurdên baþûr de ye kirine binê bandora xwe û hin bi hin ber bi bakur ve berbijor hatine heta ku gihane çiyê û heta ku hew karîbûn bi jor de herin.Wan imparatoriya xwe ber bi roava ve fereh kiriye û Sûriya îro,Lubnan û felestin xistine binê kontrola xwe de.

Dema Aþûr hatine û çune gelek gund û bajar di Kurdistanê de ava kirine û gelê xwe li herêmê belav kirine.Ev yeka ha li gor arkologan di dema Salmanasarê yekem de pêk tê.Di navbera salên 1270 û 700 ê berî zayînê de,gelek ji aþûrî û babîliyên ku samî bun di rêza çiyayê kurdistanê de ji Zagros û heta bi deþta Harranê û di navbera deþt û çiyayên vê herêmê de hatin bicî kirin.

Mirov dikarê bêje ku ew gelên ha li ser sînorê ku dinavbera dewleta tirkan ya îro û di navbera her du dewletên ereb Sûriye û Îraqê de hatin bicî kirin.Mebesta Salmanasar û yên di pey wî re jî ew bu ku di demên pêþ de ji dewleta Aþûr re qonax çêbibin ji bo ku karibin bi hêsanî û bi alikariya gelê xwe bakurê çiyayên Torê û jora gireka çiyayê Zagros û dawiya çiyayên Torosa li rohilat bixin binê bandora xwe.

Wek min li jor jî got, bindestxistina Kurdistanê wek ku di belgeyên arkolojîk de tê gotin gelek zore.Di wan belgeyan de navê ”welatê êzdîna” tê bikaranîn ku îro jî gotina ”eþîra êzdîna” li bakurê Kurdistanê li herêma hekkariya heye.Dîse di wan belgeyan de aþûrî bahsa ”xwedayê êzdîna”dikin.

Beriya ku ez mebesta xwe ya ji ”têkiliyên dîrokî” zelaltir bikim,divim werim ser cografya Kurdistana îro û bêjim ku di tû heyaman de ev cografya ha ji destê kurdan derneketiye,her tim kurd li ser vê axê mane û îrojî lê ne.Lê tiþtê balkêþ ew e ku ew gelên ku hatine û Kurdistan xistine binê bandora xwe de wek asûrî,ermenî,faris,ereb û tirk;dema ku bi zorê ji Kurdistan hatine derkirin,di cihê xwe de hinek ji gelên xwe li cî hiþtine û çune.

Wek li bakûrê Kurdistanê ermenî di gundên xwe de wek mînorîte li nava kurdan heta îro jî mane,li ser sînorê Kurdistana îroyîn û baþûr jî asûrî/suryanî,ereb u turkman mane û îro jî li wan gund û bajaran dimînîn.Ev gelên ha yên li cî mayî jiber ku kurd bixwe di axa xwe de ne xwedî desthilatdarî bûn û di axa xwe de tim bindes bûn,serdestî li wan gelên di nava xwe de nekirine.Li hember wan gelekî bi tolerans bune û ew tevlî civata kurdan bune,bêyî ku ziman î ola xwe bi gorînin.Ji ber ku Meda bixwe jî domek dirêj hikim nekiriyê û pasî hatina farisan,ereban û tirkan heta îro kurd tevlî asûrî/suryanî,ermenî li ser cografya Kurdistanê bê desthilatdarî mane.Ji ber vê yekê jî mirov dikarê bi rehetî bêje ku ev gelên li kurdistanê mayî entegreyî civata kurd,orf û adetên wan bune lê asîmîle nebûne.

Li gelek deveran mirov îroji,paþî 3000 sal dikare dêr û mizgevtan li gundekî û li cem hev bibîne,mirov dikare bi rehetî mesîhîyan,misilmanan û êzîdiyan di gundekî de bibîne.û mirov dikere bêje ku dostanî û heveltiya van gelan yên ku ez qala wan dikim li Kurdistanê nimûneyeke pîroze, ji gelên din yên ku qala entegresyona gelan dikin wek Ewropiyan û Emrikiyan û hinên din.

Herkes dizanê ku heta hatina islamê kurd Zerdeþtî / êzîdî bun . Di gelek hewildan û þeran de Aþûriyan kiriye nekiriye ev herêm neketiyê bin destê wan de.Wan hikimdarên aþûriyan dîse di wan deman de gelek ji wan gelên herêmê bi zorê mecbûrî kocberiyê kirine ji bo ku wan tevlîhev bikin da gelekî ”têkel” ji wan re pêk were lê ev gelên ha kurd,aþûrî,babîlî û hinek ereb asîmîle nebûne û hevudu qebûl kirine ,jiyana xwe bihev re bi hezarên salan domandine.Wek hinek arkeolog dibêjin ,jiber ku aþûrî û babîlî ji destpêkê de wek malbatan hikim kirine û ne xwedî cografya û xwediyê gelekî pirhejmar bun ,ji ber wê yekê ji wan nehatiye ku gelên din di binê bandora xwe de bihêlin.Dîse jî bi jêhatbûn û zîrekbûna xwe nêzîkî sê hezar sal li herêmê hikim kirine.Hewildanên wan yên bicîkirin û kocberkirina gelên herêmê,jêhatbûn û zîrekiya wan têra danîna bingehê neteweyekî bi pîvanên îro bi wan re neçuye serî û di nava kurdan de di Kurdistanê de mane.Lê ziman,ol û adetên xwe parastine.

Heger mirov li rewþa olî meyze bike,hingî tê xuyakirin ku dema Mesîh hatiye ola wî pêþî dinava gelên asûr/suryani yan de ji Qudsê berbi rohilat belav buye.Ji ber ku Sûriya niha heta bi bakûrê Îraqa îro berî hatina ola mesîh dibin bandor û kultura asûriyan de bu.Zimanekî wan yê nivîsandinê hebû û pêþî li van herêman aþûri bun lê bi hatina Mesîh re bun mesîhî/fileh/suryanî.Ew gundên aþûrî yên ku di Kurdistanê de jî hebun derbasî ser ola Mesîh dibin.Heçî kurd bun,ji ber ku ola wan û ya aþûriyan ne wekhev bû ew bixwe zerdeþtî/êzîdi bun û man liser ola xwe ya berê.

Ola Mesîh di destpêkê de ne bi zorê xelkê herêmê kirin fileh,gelê Kurdistanê mecbûrî ola xwe ne kirin.Lê paþî bi 500 salî dema îslam tê,kurdan bi þûr misilman dikin û ji bo kû ola Muhammed bibin Kurdistanê bi sedhezaran kurdên êzîdî/zerdeþtî dikujin. Mesîhî bi xêra ku ”ehlê kitêbê” tên qebûl kirin ji vê tofanê xelas dibin nayên kuþtin û qirkirin.Bi hatina îslamê û di wê demê de bi sedhezaran kurd ji Kurdistan û Îranê mecbûrî koçê dibin ji ber îslamê direvin di hindistanê ve derdikevin.

Heger mirov bi kurtî qala têkiliyen navbera kurd, aþûrî,ermenî,ereb,faris û tirkan de bike,divê beje ku ewên ku hatin Kurdistanê wek ku hatin wilo jî li wir man.Bi piranî jî aþûrî û ermenî mane li nav kurdan.Entegre bune lê asîmîle nebune.Ereb û turkmen jî hatine û mane lê bi hejmar ne pirin.ewên ku li nava kurdan bi cî bûne tevlî sîstêma kurdan ya eþîrtî bûna û her yek ji wan li wan cîhê ku lê ne,li ser eþîrên kurdan tên hesibandin û dibinê hikmê axayên/maqûlên kurd de cih girtine.Tu herêmên ku seranser ji ermeniyan,aþûriyan û ereban pêk tên tunin.Ew di hinek gund û bajaran de wek mînorîte li Kurdistanê xuya kirine û niha jî ne ji ber kurdan lê ji ber dewletên dagirkerên Kurdistanê reviyane çûne.Bi tenê 11-12 gundên mihelmiya ku bi erebî dipeyivin li herêma Torê bidevhev ve li cem hevin û wek eþîrek serbixwe tên nasîn û mîrên wan hene.

Ev koçberiyên han yên bi zora hikimdaran berî zayînê di dema Salmanasarê yekem de(1270) dest pê dike û lidor sala (700) ê beriya zayînê di rawastê.koçberiyên bi dilxwazî jî heta salên nêzîk berdewamin.Aþûrî/suryanî ji Kurdistanê diçin Sûriyê û Lubnanê û yên din jî xwe dikþênin paytextên wan herêmên nêzîk,wek Stembol,Teheran û Bexda û Ewropa û Emrîka..

Çi mixabin ev mozaîka ha ya dewlemend û ji corecor gel di Kurdistanê de hebu, niha ber bi tunebûnê çûye û cihê xwe ji asîmîlesyonê re berdaye.Asîmîlesyonê li dewleta Turkiye ya îro,li îranê,li Bexdayê ,li Sûriyê û li Lubnanê ev gelên ha bi piranî mecbûrî koçê kirine,yan jî asîmîle kirine.Yên ku li Kurdistanê mane hêjî dikarin ola xwe û netewe bûna xwe biparêzin,lê ne li wan cihên jorîn ku min bahsa wan kiriye.

Ev gelên ha bi taybetî li baþûrê Kurdistanê,li herêma serbixwe xwedî mafin wekû kurdan.Ew dostanî û birayetiya 3000 hezar sal li wê herêmê berdewam e û hêvî dikim ku li seranserê Kurdistanê jî her berdewam be û her tim vê jiyana pîroz a hevbeþ bidomînin.



Reþîd Battê /Swêd