PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



COGRAFYA KURDISTAN






Dema qala Kurdistan û cografya wê, erda wê tê kirin, dewletên ku erda Kurdistan bi ser sînorê dewletên xwe ve berdayî, weku ne wan erda kurda ji kurdan standiye lê kurd dixwazin dewletên wan yê li ser cografya Kurdistan bi zorê hatî damezrandin, ji wan bistînin, perçe bikin û ji bo vê yekê gelekî hêrs dibin.

Bi gotineke din û rasttir yên ku erda Kurdistan dagir kirine xwe û dewletên xwe ligor qanûna FN ya ”kanûna mafê parastina dewletê” di parêzin, li gor wan yê xwedî heq ew lê ne kurdin.

Kurdê bi vê rastiyê radibin û qala rastiya cografya Kurdistan dikin ji aliyê van dewletan ve, wek terorist têne tawanbar kirin.

Ev dewletên nuh di dawiya þerê Cîhanê yê yekem de û paþî þikestina dewleta Osmanî bi alîkariya Brîtanya û Feransa û ne li ser bingeha yek netewe û yek dewlet hatine damezrandin.

Pêmayiyê, mîrasa dewleta Osmanî paþî hilweþandina dewletê ji leþkerê wê dewletê re û di binê serokatiya Mistefa Kemal de maye û ji wê mîrasa ha dewleta Turkiye awa buye.

Mistefa Kemal leþkerê mayî, dezgehê bûrokrasî yê dewleta Osmanî berhev dike, desthilatdariya xwe ji padîþahê dewletê yê dawî (Wahdettin) bi soza ku wê dewletê ji destê dijmin azad bike digre û wî dixapîne û xwe dighênê rohilat û bakurê Tirkiye ya îroyin.

Li wir bi navdar û serokê eþîrên kurdan re jî civînan pêk tîne, soza ji wan re jî dide û bi soza ku wê ”dewletek ji du neteweya” were damezrandin dixapîne.

Hingî li Rûsya yê dewleta Sowyet ê hatiye damezrandin (1917), bolþewîkan sînorê xwe dane asê kirin û ketine hewla xwe û avakirina dewletek komûnist de. Jibo ku serê xwe ne êþênin, bi Kemal re û bi lezûbez peymanekê girêdidin van sînorên îro rast dikin, pêl li mafê ermenî û kurd dikin, sînoreki ligor dilê xwe durust dikin.

Li wê derê û ligor wê peymanê gelek erdê Kurdistan, ji Qers û heta sînorê Ermenîstanê di nava van sînorên nuh de telef dibe.

Li baþûr jî jibo van sozê ku Kemal ji kurdan re dayî, kurd bi xwe li hember ferensa û Brîtanya þer dikin, rê liber wan digrin û nahêlin ku ferensa û Britanya sînorê Kurdistan ligor peymana ”Sewrê” bixin destê xwe, Kurdistanê seranser bighînin serhev jibo serxwebûna kurda pêk bînin.

Ev her du dewletên mezin ji þerê Cîhanê yê yekem gelekî westiyane û ji wan nayê ku kurda qayil bikin, li alîyê xwe bi cî bikin, li sûriya û îraqa nuha dirawestin, bi gotineke din serok û axayên kurdan ji Ewropiyan ditirsin û bi hêviya ku wê Kemal û hevelê xwe bi alîkariya leþkerê xwe bibin alîkar ji wan re.

Bi vî awayî piþta xwe didin dijminê mezin û li hember Ewropiyan dirawestin. Ingilîz û ferensî jî bi Kemal re peymanên nuh dideynin u wan sînore îro qebul dikin.

Dema ferensa û ingilîz ji herêmê diçin (1948), Du dewletê nuh Suriye û îraq tên ava kirin û cografya Kurdistan du perçeyê erda xwe yên din jî ji destê xwe berdide. Perçeyê mezin jî ji tirkan re û di binê komara tirk de dimîne.

Parvekirina cografya Kurdistanê ya yekem jî di peymana Qasrî þîrin(1638) de dikeve þiklê xwe yê îroyin.

Hingî jî û cara yekem Kurdistan dibe du perçe û rohilata Kurdistan ê dikeve destê farisan û yê roava jî dikeve binê kontrola Osmaniya.

Heger mîrov li dîrokê û beriya mîladê meyze bike, Kurdistan di dema dewleta MED da û cara yekem piraniya kurdan di yek cografyayê de û dibinê desthilatdariya kurdan da dibîne.

Sînorê Kurdistan li bakur hingî dighe derya reþ û li roava jî digha derya spî. Li baþûr sînor li ereba û li rohilat jî li farisa disekinî.

Di dema Selaheddinê Eyyûbî de jî, jiber ku ola kurda û ereba bubu yek, kurd û ereb li gelek herêman tevlîhev dibin. Gelek malbatê ereba li kurdistanê bicî dibin û gelek ji malbatên kurdan jî li bajarên ereban bi cî dibin.

Lê di cografya Kurdistanê de gelek guhertin çênabin, welat liser heve û Kurdistan hêjîû wê demê yek perçeye.

Kurd li misrê, Urdûnê, lubnanê,þamê û deverên din asîmîle dibin, dibin ereb. Lê hêjî hinek ji wan malbatên ereba yên hatî kurdistan asîmîle nebûne û bi zimanê xwe di peyivin.

Mirov dikare bêje ku paþî hewqas sal,sînorê kurda û ereba li baþûr û sînorê kurda û farisa li rohilat gelekî nehatiye gorîn. Dewletên nuh çêbûne jî lê sînor dîse xuyane, kurd li ser erd û cografya xwe ne.

Malwêraniya herî mezin li bakur û roavayê Kurdistan ê çêbuye, li perçeyê bakur yê di destê tirka de ye.

Nîvê cografya Kurdistan biser tirka ve asîmîle buye, buye tirk. Zimanê wan tirkiye û gelek caran jî, xwe ji tirka bêhtir tirk dibînin.

Rewþa cografya Kurdistan îro eve û li bakur (tirkiye) robiro dihele dibe tirk.

Divê ronakbîr, partî û kurd tev xwe bikin yek, têkoþineke yekdest birêve bibibin jibo wek heyamê berê þaþiya nekin û hêjî nebin perçe û tune nebin…


2003-11-02

Reþîd Battê

resit44@yahoo.se