PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çine alternatîvên ku rê liber damezrandina dewletek kurd digrin ?






Rewþa Kurdistan di roja îro de gelekî balkêþe. Ji balkêþiya rewþa wê jî, hinek tirsên mezin liser serxwebuna Kurdistan ê pirr heþkere tên xuya kirin.

Helbet ev dîtina ha nayê maneya ku wê serxwebuna Kurdistan ê ne mumkinbe! Ji ber ku cara yekeme di dîrokê de ji bo serxwebuna Kurdistan here serî û pêkwere, gelek alternatîv li aliyê kurda peyde bune.

Dema ez van herdu aliya didim berhev, dibînim ku sê alternatîvên ku dikarin pêþiya serxwebuna Kurdistan ê bigrin, pirr heþkere tên xuya kirin. Helbet ev dîtinên minin û divê hinek bîr û baweriyên din jî li ser vî babetî hebin û hene jî.

Ez divim ku rêberên Kurdistan di vê dema ku alternetîvên ji bo Kurdistan û yên li dijê Kurdistan, yên ku wek mêzînê û liser mûyekî ne dikarin weznê xerab bikin bibin ser aliyê din, deynin hember hevûdû û ji wan alternatîvên ji bo Kurdistan rind û baþ fayde bikin, li wî alî cî bigrin daku xewna kurda ya Kurdistanek serbixwe bibe rastî, ji xeyalbûnê derkeve.

Ev gotina ”serxwebûnê” ku gelek cara ji aliyê dijminên kurd û Kurdistan ve heþkere tê gotin, dikare li ser yek perçeyê Kurdistan ê yan jî li ser çend perçeyên Kurdistan ê were damezrandin. Ew imkana han ya ku dewletên dagirkerên Kurdistan ê jê gelekî bitirsin, dikare hebuna hinek ji wan dewletan bixe tirsê û Kurdistanek serbixwe û seranser were damezrandin.

Yek ji wan tirsên ku gelek kurd û dostên kurda jê bitirsin ewe ku îro li herêma baþûrê Kurdistan ê, li herêma ku dibinê kontrola Emrîka de ye, hêjî li du herêma û du hukumetên kurdan yên xwedî desthilatin hene.

Her çikas ew her du alî û hukumet bi dengekî û destekî hereket dikin jî bahweriyeke ji sedî sed nadin kurd û dostên kurdan ku wê perçebunek nuh dinavbera wan kurdan de çênebe û bidestxistina dewletek serbixwe jî, ji dest neçe.

Tirsa duyem ya mezin jî ewe ku dewleta tirk di tehdîdên xwe de berdewame û pirr heþkere û vekirî dibêje ku wê qet nehêle ku dewletek kurd û serbixwe were damezrandin. Yên din ê ku ew jî li ser cografya Kurdistan nin jî, bi defa tirka lê hinekî bêdeng lê dixin.

Li hember van tehdîdan kurdên baþûr yên vê herêmê û hinek ji yên herêmên din jî, ligor hêza xwe berxwedanê dikin û di rêyeke rast de bi Emrîka re hereket dikin, lê dewletên Ewropa û Cîhanê li hember fortên dewleta tirk bêdengin.

Li vir divê kurdên li Ewropa van dewletan þiyar bikin daku piþtgirê kurdan bin li hember van dewletên ku Kurdistan perçe kirine û înkara gelê kurd dikin.Piraniya van dewletên Ewropa, ji bilî mafê mirovan wêdetir tu îtirafê bi gelê kurd nakin,danustandinên wan bi van dewletên dagirkerên Kurdistanê re gelekî xweþin.

Tirsa herî mezin jî ligor bahweriya min ewe ku Emrîka heta îro hewldaneke rast ku ew bixwe ligel dewletek kurd ya serbixwe ye nedaye xuya kirin û gelek cara jî bi tirka re hinek bazarên wan yên nehênî hene.

Bê dengiya Emrîka li hemberî pirsa kurd û ne heþkere bûna siyaseta Emrîka ji bo doza kurdan, hinek pirsgirêkên tirsê di mêjiyê mirov de peyde dikin…!

Heger vê carê jî kurd bimênin bêpiþt û bê heval, wê ligor bahweriya min cara dawî be ji bo dewletek serbixwe û wê bibe tofanek gelek mezin ji gelê kurd re.

Yek ji wan alternativên ku wê bikaribe vê xeyala ”serxwebûnê ” bikaribe têxe rastiyê ewe ku, Emrîka li Rojhilata navîn bicî buye û tu niyeta wê dewleta mezin û bihêz tune ku ji herêmê wilo destevala barke here.

Emrîka lingekî xwe berê li herêmê daniye ku ew jî dewleta Israîl e, lê têra mana wê li wir nake û cihê lingê duyem jî divê li Kurdistan be, ji bo ku Emrîka bikaribe xwe liser xwe bigre, divê bi damezrandina dewletek kurd yeke serbixwe re , zelaltir û heþkeretir re rabe .

Her çiqas haya rêberê kurd ji vê yekê hebe û pêre jî bin ”, derengmayîna wan di yekîtiyek bi bahwerî ” de wan ji vî bayê ku ji bo wan rabuyî dûr dixe. Divê rêberên kurd yên herêmê hinekî xurttir û lezertir bi vî bayê ji wan re hatî rabin û bimeþin daku bighin armanca xwe.

Alternatîveke din jî ya ku li aliyê kurdaye þiyarî, xurtbûna dîplomasî û pêþketina imkanên teknolojîk wek TV, internet, mecalê nema didin dewletên dagirker ku wek heyamê berê kirinên xwe yê hovana veþêrin û derewa ji Cîhanê re bikin,pirsa Kurd û Kurdistan bincilik bikin.

Ev jî babetekî gelekî bi taybetiye û divê kurd divir de jî gelek jîr û þiyar birêve herin.TV' nên wan divê moderntir bin,danustandinên wan bi Cîhanê re divê berferehtir û xurttir bin.

Xebat,nehênî be jî divê liser bingeha ”dewletek serbixwe” were kirin û riya wê ya rast jî ”yekîtî û yekdengiye”...!



Reþîd Battê - 15/11 2003