PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



MISTAFA BERZANÎ






Dema mirov li dîroka Kurdistan ya sedsala 20. an meyze dike û lê difikire hingî pêdhise ku bi rastî tu kesî, tu serokan nabîne ku wekû Mistefa Berzanî xebat ji kurd û Kurdistan re kiriye .76 salê jiyana wî di vê sedsala bi teqûreq de bi þer û têkûþin derbas buye.

Di sala 1903 de,neh mehî bi dayika xwe re ji ber hovîtiya dewleta Osmanî û bi destê alayên Hemîdî ku ji kurdan pêk dihat, bi lêdan û kuþtin eþîra Berzanî ji herêma Berzan tên derxistin û li zîndana Diyarbekir tên bicî kirin.

Paþî du salên din vedigerin baþûrê Kurdistan û carek din jî û dîse bi dayika xwe re dikeve zîndana Musil .Ji Musil cara sêyem ji ber serdestiya dewleta Osmanî û dibinê darê zorê yê waliyê Musil Silêman Nazîf ê kurd ê Diyarbekrî, tên terqandin û malbata Berzaniyan tev diçin herêma rohilat da ku ji kurd û tirkên xayin xwe azad bikin.

Di sala 1932 de dikevin singa Ingiliz û hêzên îraqî û vê carê jî bi þikestineke gelek xerab, Mistefa Berzanî û digel birayên xwe û tevlî çekdarên xwe, xwe diavêjin bextê dewleta tirk li bakûr.Vê carê jî bi gef û go li derdora Mûþ ê tên bicî kirin û hinek jiwan tên sergom kirin.

Dewleta îraqê bi alîkariya îngilistanê û paþî derxistina Berzaniyan ji Kurdistanê ,dibe dewlet.

Berzanî li Mehabad bi Qadî mihemmed re komara mehabad didamezrênê û dema komar xwe liber hêzên farisan negire,rûs piþgiriya xwe dikþêne komara Mehabad dihilweþe,Berzanî dixwazê þer bike lê Serokkomar Qadî Mihemmed qebul nake.

Reva Berzanî ji ber hêzên dagirkerên Kurdistanê heta bi Sowyetê di dîroka kurdan de cihekî xwe yê girîng heye.Mayîna Berzanî li sowyetê û têkuþîna wî di wan þertên pirr asê de jî dide xuyakirin bê nemir Berzanî çi kiriye.

Vegera îraqê,otonomiya salên 70-74,reva îranê û bêbextiya þahê xayin û bi hezaran buyerên din ê ku berzanî pê rabuye nayin bicîkirin di gotarek kurt de.Ew serokê netewê kurd yê nemir ,bi lêkolin û li ser wî bi nivîsandina pirtûkan belkî çêtir were naskirin.

Ji Berzan heta bi Diyarbekr û Mûþ,ji wir jî heta bi Mehabat û Sowyetê û di seranserê Kurdistanê de her tim bi mêranî û bi serbilindî jiyanek dewlemend û tijî têkoþîn borandiye Berzaniyê nemir.

Di destpêka sedsalê 19.de dendika jiyana neteweyê Kurd li BERZAN û ji aliyê malbata Berzanî ve hatiye danîn.Ev dendika jiyanê îro li baþûrê Kurdistan dîse bi rêberiya vê malbatê þîn û geþ dibe,hêdî hêdî seranserê Kurdistanê dide ber xwe.Kurdên Kurdistana mezin robiro þiyar û bi hêz dibin.

Agirê serxwebûnê yê ku di herêma Berzan de,bi himmeta eþîra Berzaniya û bi destê þêxê Berzaniyan, malbata Mistefa Berzanî û bi piranî Mistefa Berzanî bixwe pêxistî,roj bi roj geþtir û xurttir dibe, gelê kurd berbi serxwebûnê diçe.

Ev Têkoþîna pîroz di vê sedsala borî de ji þêx Ebdûsselamê bavpîrê Mistefa Berzanî û heta îro bi rêberiya kur û neviyên wî gihiþtiye cihê payeke bilind.

Îro dewletên mezin,Cîhan tev bi doza kurdistan mijûl dibe.Dagirkerên Kurdistanê êdî nema karin doza kurd û Kurdistan wek heyamê berê bixin dozên navxweyî û Cîhanê bixapînin.Hêzên dijmin êdî ji bihêzbuna neteweyê kurd bitirsin.

Piraniya hêz u komên Kurdistanê bihev re dixwazin li motka/dendika ku Berzaniya danî û þîn hatî xwedî derdikevin.Xwedî kirin û parastina vê herêma azad û serbixwe rêka serxwebûna Kurdistana mezin e,tac û textê gornbehiþtê Xanî ye.

Xaniyê nemir di mem û zîna xwe de hêviya tac û text,dewlet dike.Mistefa Berzani yê nemir jî bi xebata xwe gelê kurd gihandiyê vê armancê.Ew divê bibe xwediyê payeya ”serokê netewî” yê ku nav û navdariya wî wê hertim bê nivîsin bi tipên zêrin li ser ax û ava Kurdistan.

Divê yekê adarê bibe rojek netewî ji bo her tim ciwanên kurd , serokê xwe yê nemir yê netewî û kirinên wî bi serbilindî û pîrozî bibîrbînin.

Bera netewê kurd bi serokê xwe her tim serbilind be, bi bîranîna wî dilxweþ û þad be. Her bijî þopa Berzanî û her bijî Kurdistan.




Sibata 2001 / Reþîd Battê