PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Doza Serxwebûnê û Þerê Çekdarî, Kurd Birin Asîmîlesyonê






Îro li bakurê Kurdistan a mezin bi hezaran gund û zivîng wêranin. Bi milyonan kurd li bajarê tirkiyê li roavayê Anadolê di navbera man û nemanê de , bêyî ku bikaribin liberxwedanê bikin di binê asîmîlesyona zimanê tirkî de dinalin.

Jinên kevnare yên bi çarik û poþî li van bajaran bi neviyên xwe re bi tirkiyeke þikestî di peyivin. Hisên xwe yên kurdî, yên ku ji bav û kalên xwe girtî bi zimanekî þikesti - tirkî û bi dilkulî ji neviyên xwe re bêyî dilê xwe di bêjin.

Ew zarokên ji Kurdistanê yên ku bi malbatên xwe re ji ber þerê çekdarî û zordestiya leþkerê dewletê koçberî bajarên monopola Tirkîyê bune, êdî nema zanin kurd û Kurdistan çiye, ew bune qurbana wî þerê çekdarî yê ku berê bi milyonan kurd daye vê asîmîlesyona bê ojdan.

Jiyana wan kurdên ku bi miljonanin ne tu jiyane, bêkarî, bêmalî bêolî û bê neteweyî ya wan nayê wesifdan û gotin. Serdestiya neteweyê tirk, wan miljonên kurdên koçber dike rewþeke ne mîrovane.

Keç û kurên kurdan bi pereyekî hindik ketine xizmeta malbatên rûniþtvanên van bajaran. Þermî û þepirze bûna vê jiyana bêdil dike ku kal û pîrên kurdan, keç û jinên kurdan ji hebûna xwe û ji netewe bûna xwe þerm dikin bi zimanê tirkî dipeyivin, xwe asîmîleyî ser civata tirkî û zimanê tirkî kirine - dikin.

Xeyalên wan yên serxwebunê tev ketine avê, hêviya jiyaneke xweþ û geþ li welatê xwe li ser cografya xwe ji kurdan re êdî buye zîndan û goristan.

Di navbera salên 60 û 70 yî de asîmîlesyon û zordestiya li ser kurda ya bi damezrandina Cimhûriyeta Ataturk re hatî hinekî sivik bubu û keç û kurên kurdan dest bi xwendinê kiribun. Xwendin herçikas bi tirkî jî bu, lê þiyarbuna gelê kurd di nava wan 20 salan de pirr bilind bu. Heger salên 80 û 90 jî bi wî awayî berdewam bûba, wê îro bakurê Kurdistanê ji nifûsa xwe bi nêvî nebane, bi miljonan koçber wê li metropolê asîmîle nebuna, îro wê kurda bê teqûrek û bêyî wî þerê çekdarî yê ku di sala 1984 de destpê kiri, mafê xwe yê neteweyî wergirta…!

Lê çi mixabin îro ew bîst salê xerab hatî, 20 salê baþ jî bi xwe re birin û 40 salî doza kurd û Kurdistan li paþ xistiye, nîvê cografya Kurdistanê pûç û tine kiriye.

Yên ku li nîvperçeyê bakur mayî jî îro di binê serdestiya bi sedhezara leþker, korûcu û tirsa çekdarê ”serxwebûna xeyalï” de dinalin, ji tirsa wan di nav nivînên xwe de jî bi tirkî dipeyivin.

Di rastiya xwe de çekdarê li bakurê Kurdistanê heyî tev bi yek armancê dirabin; ew jî ew e ku neteweyê kurd ji cografya wî dûr bikin, zimanê wî pê bidine jibîr kirin, wî asîmîle bikin, ji ber ku tev wek hev dibêjin, wek hev dikin û zimanê wan jî yek e, tirkiye, tev di armanca xwe de dighin hev…!

Xort bi hezaran ji ber vê tofana ha di revin rojavayê tirkiyê û Ewrûpa, li ser cografya Kurdistana bakur kal û pîrên kurdan bêkes û kûs mane, êdî nema dikarin gornên miriyên xwe jî bikolin û wan li gor toreya xwe bigorn bikin.

Zimanê leþker û çekdara çi heþkere û çi nehênî û tevî yên dozxwazê ”serxwebûna xeyalî û cumhûriyeta demokratîk” jî zimanê tirkiye, asîmîlesyon ji bo vê yekê û bi alîkariya wanên ez qala wan dikim ji %90 biser ketiye…

Hêviya neteweyê kurd maye li baþûrê Kurdistanê û biserketina wî perçeyê welatê kurda. Divê her kurdê welatparêz ji bo biserketina wan xebatê bike û yên ku bune sebebê asîmîlesyona mezin, çekdarê PKK jî ji bo ku leþkerê tirk neçe baþûr nexe binê kontrola xwe de, divê ji baþûrê Kurdistan derkevin yan jî xwe û çekê xwe bispêrin hikûmeta Kurdistan. Heger vi tiþtî nekin ti ferqa daxwaza wan û ya tirkan namêne;
. . .

Armanca leþkerê tirk ewe ku li Kurdistan dewletek serbixwe yan jî dewletek federe ji bo kurde neyê damezrandin.

Netewe bi ziman, cografya û toreya xwe netewe ye, dema ev nebe, ji xwe netewe jî wê nebe. Bakurê Kurdistan asîmîle dibe ber bi nemanê diçe, rastî tale lê rastî îro ev e…!

Ji ber tofanê çi bimêne û çi xelas bibe ew jî fêdeye, divê xebat ji bo vê yekê bê kirin.



Reþîd Battê


Uppsala 15/10 2003