PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



TIRKÎYE: KOMARA DEMOKRATÎK A ÇEKDAR







Devleta Komara Tirkîyê piþtî ku ji bo Yekîtiya Ewrûpayê bûye berendam, bi navê ji nûve lihevrastkirin û nûjenkirina hêza leþkerî ya Tirkîyê bi bihayê derbaskirina ji 150 milyarî Dolar, ji bo kirrîna helîkopterên êrîþê, balafirên modern yên þer, tang, fûzeyên dûravêj ên erdê û hewayî û di vî rengî de çekên qirkirina civakî derketiye, derdikeve/wê derkeve mazata navnetewî. Vê yekê bi nivîs û dîtin bi riya çapemeniyê bo raya giþtî daye diyarkirin.

Pêdiviya bi çekkirina Tirkîyê bi vî hawayê derdemî, di 7ê Adara 2000î de, Musteþar (þêwirmendê) parastina nijadî yê senayî Generalê karbes (pentioner) Celal Gurkan beyanata ku ji çapemeniyê re daye, weha gotiye: Piþtî sazûmana nû ya dinyayê ku rengê xwe bigire, wê gelþên aborî, têkildariyên olî û etnîkî, daxwazên axa dîrokî, derkevin holê. Wê Herêma Balkanê, Rojhilata Navîn û Kafkasya ji berê bêtir bê îstiqrar buya. Û di vê navenda þerê germ de wê risk û xeter ji dema þerê sar tewr bêtir hata guhartin. Ew þerên germ li van herêman, tîna xwe bêtir dide Tirkîyê. Ewçax Tirkîye ji bo parastina xwe û bi stratejiya xwe di vê rewþa jeopolitik de, bê ku destûr û nav ji kesî werbigire, bi vê sîstema nûjen ji bo bi þûndevekiþandinê, hem li herêmê û hem li dinyayê dibe xwediyê peyvê.

Di 10ê Adara 2000î de, serokkomarê Tirkîyê Silêman Demirel, balê kiþande ser Dewleta Kurd a Federe û got ku Kurd, ji bo Tirkîyê ji Balkanê , Qafqasan û Rojhilata Navîn bêtir bûye xeter. Ev beyana wî, tîrêjên xwe dan Çapemeniyê jî. Piþtre di 15ê Adara 2000î de peyama Serokê Giþtî yê saziya leþkerî Huseyn Kivrikoglu balkêþ bû û gotibû ku Dewleta Komara Tirkîyê, bi gelê xwe û axê ve ku nayê dabeþkirin, li pêþberî hemû xeterên derve û hundurî, bi hêzleþkeriyeke xurt a Tirk çêdibe.


TIRKÎYE ENDAMA NATO YE Û JI BO BI ÇEKBÛNÊ DI PÊÞBAZIYÊ DE YE


Piþtî þerê Cîhanê yê Duyemîn (1939-1945) ku sîstema navnetewî bi pêgera Rojholat û Rojava hate xuyakirin, dinyayê kirin du beþ, yek Bloka Nato û ya din Bloka Warþovayê. Di wê tevgerê de Komara Tirkîyê ji bo ku xwe di dorlêgera Rojhilata Navîn de ji aliyê aborî, siyasî û leþkerî ve têxe parastinê, di 18ê Sibata 1952an de cihê xwe di Pakta Natoyê de girt.

Bi çekbûyîna Tirkîyê, hem jo bo parastina sûda Natoyê be, hem ji ber nêzbûna wê ya herêmî ji devletê Pakta Warþovayê ya bi serkêþiya Yekîtiya Sovyetan re be, rewa dihate dîtin. Lê piþtî rûxandina Yekîtiya Sovyetan û nermbûna polîtîqaya wê, herweha piþtî herifandina dîwarê Berlînê jî, êdî Pakta Warþovayê jî belav bû. Xasma jî hin welatên ku di Yekîtiya Pakta Warþovayê de cih girtibûn û ku piraniya wan hewl dane ku bikevin Yekîtiya Pakta Natoyê jî, dema þerê sar jî êdî bi temamî ji holê rabû û dunya jî ket binê desthelatiya Bloka Natoyê. Piþtî wê yekê, li Tirkîye jî êdî rûqalê xetereke siyasî û leþkerî ya navnetewî nabe. Ha li vê gorê, Dewleta Tirkîyê ji roja ku ketiye nava Nato Baskê Leþkerî yê Baþûrê Rojhilatê heta îro, hîç beþdarê þerekî germ ê leþkerî nebûye.

Mesela wek sembolîk dema ku beþdarê þerê QOREyê jî bûye, sûd ji kel û pelên Natoyê dîtiye. Di 1991ê de gava ku bi Biryara Yekîtiya Neteweyan, hêza leþkerî ya Natoyê ku li pêþberî dîktatoriya Îraqê dest bi þer kiriye, Tirkîye biryara xwe dabû ku bi kiryarî dabeþê þer nabe, lê wisan nîþan dabû ku destek dike.

Halhewal di 1997an de li BOSNA-HERSEKê, di 1999an de li kirîza KOSOVAyê dema ku hêza leþkerî ya Natoyê dest pê kiriye, Tirkîye daxwaz kiriye ku bi kiryarî dabeþê þer bibe. Çimkî di dema Împeretoriya Osmanî de ku Boþnaq û Arnawudên Bosna-Hersek û Kosovayê bi tewrê devsîrmetî misilman dikirin û pistre jî ew dikirin Tirk, lewra ku gelên Bosnayê, Bosnaqî û Arnawûdî ji Tirkîyê re dibûn baxçeyê piþt malê. Lê wek aktîf neket þerê Bosna-Hersekê. Di dawiya þerê Kosovayê de jî hinek alîkariya aktîf kiriye. Lê di her du eniyan de jî, ji bo parastina aþtiyê di nav hêza Natoyê de li her yekê qefleyek leþker hiþtiye.

Dîsa divê bête pirsîn! Tirkîye di dema þerê sar de kengî û ji aliyê kîjan cîranê xwe ve hatiye tehdîdkirin? Tam vajiyê wê, ji dema ku Komara Tirkîyê di 29ê Kanûna Pêsî de ku hatiye damezirandinê û heta roja îro, ji bilî ku gelên herêmê xasma Kurd, Yunanî û gelê Ermen ku nerihet kiriye û hertim ew di binê tehdîdê de girtine û hiþtine. Mesela: Di 1974an de leþker daxiste dewleta QIBRSÊ û hêjî herêmeke kifþa Qibrisê di binê vegirtina Tirkîyê de ye. Ji 1983an û bi vir ve, operasyonên paþ sînorê bakûrê Îraqê, baþûrê Kurdistanê di binê tehdîda leþkerên Tirk de ye.

Li jorê di binê ruhniya rastiya dîrokê de, di 1923an de, ji dema ku Komara Tirkîyê beyan bûye û heta niha, di qada navnetewî de Tirkîye ji aliyê kesî ve nehatiye tehdîdkirin û êrîþeke çekdarî lê çênebûye ku bikeve þerekî germ. Lê Komara Tirkîyê, di her demeke dîrokê de timî bûye dewleteke êrîþkar.

Nexwe çi þerê germ ku Nato bikevê, pêdiviyên þer ên Tirkîyê ji aliyê Natoyê ve tê temînkirin. Ji vê zêdetir, eger êrîþek ji aliyê welatekî ku ne endamê Natoyê ye li Tirkîyê bête kirin, ji ber hevalbendtiyê, hêza Nato ya leþkerî dê wê biparêze. Nexwe çi hewce ye ku Tirkîye dibe xwediyê çekên wisa yên dervedemî? Nexwe tirsa rastîn a Tirkîyê, ji mafên netewî yên gelên di nava xwe de ye. Yanî pirsa Komara Tirkîyê, ya wan gelan e ku axa wan di binê vegirtina xwe de hiþtiye.


TIRKÎYE YA LI BER DERIYÊ YEKÎTIYA EWRÛPA YÊ!


Tirkîye ya ku li ber deriyê Yekîtiya Ewrûpayê ye, divê ku ahenga Krîterên Kopenhagê bike, lê dest pê kiriye û kesên ku dibêje ez Kurd im û bi behaneya paþverûtiyê ji brokratiya dewletê, leþkerî û aboriyê paqij dike. Ji aliyê Hikûmeta Ecewîtê faþîst ve di Tebaxa 2000î de Qerarnameya di Hukmê Zagonê de ku hatiye amadekirin, bi derketina krîza li jora dewletê derket holê. Wekî din, di 17ê Tebaxa 2000î de hêza leþkerî ya Turk, li niviþtoka Îran, Îraq û Tirkîyê, axa baþûrê Kurdistanê de dîsan ji hewayê ve bomberana kir.

Tirkîye ya ku berendama Yekîtiya Ewrûpayê ye, krîterên endametiyê li dera han, ev rastî ye ku mercên xwe daye pêþ. Mesela: Li Qibrisê sîstema Konfederasyonê ji bo Tirkên devþîrme dixwaze. Lê ji bo 30 milyon Kurdên di nava xwe de û xelkên din, mandala û haþatiyê dike. Sedemê raxistî yê di binê Tirkîye ya ku dibe endama Yekîtiya Ewrûpayê de ev e ku ew di navnetewî de bibe xwediyê destekeke aborî, piþtre xwe li xwezaya Rojhilata Navîn dixe garantiyê û dest dixe gewriya Neteweyê Kurd û zêdetir jî xwedîtî li xwezaya Kurdistanê bike.

Gelek welatên endamên Natoyê ku di damezrandina Yekîtiya Eprûpayê de ne jî, xwediyê gelþên xwe yên hundurîn in. Mesela weke Îtalya, Îspanya, Îngilîztan û Frensa. Lê Nato hevkariyeke siyasî û leþkerî ya navnetewî ye. Di nava hemû welatên Rojava yên ku endamên Natoyê ne daxwaziya wekhevîtî, li gor normên demokratiyê, rêzgirtina ji bo mafên mirovan, di nava sîstema pirdengî ya parlemanî de, desthelatiya sivîl tê meþandin. Lê heçîka Tirkîye endama Natoyê ye jî, demokratiyeke bîçimî û desthilatiyeke leþkerî tê meþandin.

Pirsa ku tê pirsîn û babeta ku lê tê þêwirandin, Tirkîye çawan û di nava kîjan krîteran de dê bibe endama Yekîtiya Ewrûpayê?

Tirkîye heke dixwaze têkeve nav Yekîtiya Ewrûpayê û ji bo ku xwe têxe saziya ahenga Krîterên Kopenhagê, divê ku destdayînên xwe yên aborî ne ji bo çekan, lê ji bo bi pêþxistina çanda xelkên Tirkîyê û wekhevîtiya siyasî û çandî bi dilxwazî û di çarçoveya zagoneke bingehîn a nû de, bi duherêmî û pirnetewayetî, bi avakirina li ser bingeheke FEDERALî, bi destpêkirina pêvajoyeke demokratî bimeþe. Wekî din jî, avakirina xwezaya Kurdistanê ya ku wêran kiriye û birînên kesên ku di zelzelê de jî herifîne bipêçe.


TIRKÎYE BI JIYANA DEMOKRATÎ WELATEKÎ MILÎTARÎST E!


Dewleta Komara Tirkîyê, erkên desthilatiyê ku di destên xwe de girtine bi Desthelatiya Dewleta Kûr bi balkêþî ku li çekdarkirina wê tê nihêrtin, Mistefa Kemal û hevalên xwe jî ku endamên Civata Itihad û Teraqîyê bûn, tê dîtin ku hêjî îdeolojiya senteza Tirk-Îslamê û Pan-Tirkîtiyê wek jîndar tê pêgirtin. Yanî ji rêgeha Balkanan heta Rojhilata Navîn, Ji Rojhilata Navîn heta Qafqasyayê, ji Qafqasyayê hetanî Sûra Çînê ku dirêj dibe, hedef kirine ku împeretoriyeke Tûranî ya safî ava bikin.

Xasma jî piþtî herifandina Yekîtiya Sovyetan, daxwaza rastdêrankirina Împeretoriya Tûranî bi derketina wan dewletên Tûranî (Turkî) ku azad bûne zêdetir werpixiye û Komara Tirkîyê li herêmê û li giþtiya dinyayê jî dixwaze ku bibe hêzeke navendkêþ li þûna Yekîtiya Sovyetan. Ev yek ji çavan jî dûr nabe.

Aliyekî erkên deshilatiya Komara Tirkîyê, ji desthilatiya Dîktator Sedam Huseyn bi þûn de nemaye. Bikaranîna rejîma pirpartîtiya demokrasî ya li Tirkîyê, ne li gor normên hevdemiyê ye lê demokratiyeke bi desthilatiya leþkerî tê bikaranîn. Wek mînak, parlemana ku bi dengên xelkê hatiye hilbijartin û hikûmetên sivîl ên ku tê de derdikevin, bi dîtinê ew hikumet in, lê qet nebûne erkên desthelatiyê. Yanî di Komara Tirkîyê de, demokratiyeke bîçimî hatiye raxistin. Ji ber vê yekê, bîçima desthelatiya Tirkîyê, rejîmek e ku kiþaye hemêza dewletê, lê rejîma dîktayê ye. Ew erkê ku vê rejîmê di nava dewletê de bi îdeolojiya Pan-Turkîzmê weke rêxistineke dide meþandin, nunerê Oligarþî ya Kemalîzmêne.

Li aliyê din jî ku Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) xwediyê îdeolojiya Tûranîtî ya Kontr-Gerîla ye heye. Piþtî hilbijartina dawîn jî ku wê xwe daxist parlemanê, bû hevkarê hikûmetê jî. Dinya jî bêzî ji bo vê Partiya Tevgera Nijadperest a ku nûnerê tevgera Turkîtiyê dike nîþan nade. Çimkî Ecewîtê ’Neo-nasyonalist’ û hevkarê hikûmetê MHP’ya faþîst, aliyê xwe yê kêm ji Partiya Nazîstên Avusturalyayê kêm nînin. Ji ber van sedeman, heta ku li Tirkiyê gelþa desthelatiya sivîl neyê çareserkirin, nikare krîterên demokratiya evrenî bi cih bîne.

Artiþa Komara Tirkiyê, çewa ku ji navê wê jî tê zanîn, hîç nebûye hêza artiþa Tirkiyê. Lê li wê xwezayê, leþkerên Tirk li ser navê Tirkîtiyê bûye bûjena Pan-Turkîstiyê û gelên ku ne Tirk in jî perçiqandine. Ji ber vê yekê, hêza artiþa Tirkiyê, ne nûnerê xelkên Tirkiyê ye. Wek mînak: Hêza artiþa Tirkiyê, bi niyeta perwerdekirinê diçe piþta sînor û li gund û bajarên Kurdistanê, tetbîqata xilaskirina rehîneyan dike, li çiyayên Kurdistanê jî Kurdên bi kincên pêþmergetiyê wek hedef dide nîþandan. Bi vê wateyê, diyar dibe ku Turkiye dibe xwediyê çekên nûjenên berfireh ên gelqirkirinê. Ev yek ew tiþt e ku li xwezaya Kurdistanê hêj pir dê qetlîam, asîmîlasyon û koçeberî çêbibin.


SÎYASETA KOMARA TIRKIYÊ DI DERHEQÊ KURDISTANÊ DE!


Erka desthelatiya Komara Tirkiyê, Çanda Kurdî û Zayendeya Siyasî bo xwe metirsiyeke mezin dibîne. Bi vê yekê re, di Sendroma Kurdistanê de dijî. Yanî Komara Tirkiyê hebûna xwe li ser nedamezirandina Kurdistanê dibîne. Dixwaze ku Neteweyê Kurd ji nava gelþên xwe yên hinavî derxîne. Ji ber hindê qîrkirin û asîmîlasyon bi hawayekî sîstematîk bê ku kêmî têkevê da ku bidomîne, polîtîkaya xwe ji bo gelþa Neteweyê Kurd li ser perçiqandin û þidetê çareser bike rûnandiye.

Ji bo vê yekê li xwezaya Kurdistanê, li pêþberî Neteweyê Kurd, di 1921ê de li Qoçgîrê, di 1925an de li Diyarbekirê, di 1926-27an de li Sasonê, di 1926-32an de li Agirîyê, di 1927-29an de li Motka û Tendûrekê, di 1930î de li Wanê, Mêrdînê, Þemdînan û di 1938an de li Dêrsimê, herweha li hin herêmên din jî qetlîamên faþîzane û koçkirin bi kar anîne û hatine bikaranîn.

Di heyamê þerê Dinyayê yê Yekemîn de, li baþûrê Kurdistanê piþtî ku þerê Azadiya Netewî ya bi serokatiya Þêx Mehmûd Berzencî ku rûxiya, di 1928an de bi serokatiya Þêx Ehmed Barzanî û bi serokleþkertiya Mistefa Barzanî þerê Rizgariya Netewî yê Kurdistanê hate domandin. Di 1934-35an de îcar ji bo perçiqandina þoreþê, Tirkiye û Îraq hevkarî kirin û bi navê Gihandina Îstiqrarê ya Nava Îraqê artiþa Tirkiye û ya Îraqê êrîþ birine ser baþure Kurdistanê.

Wekî din jî, li pêþberî Kurdistana ku di nava çembera Rojhilata Navîn de ye û ku Rizgariya Netewetiya Kurd da biperçiqînin Tirkiye, Îran, Îraq û Pakistan bi hevûdu re Pakt’a Sadabad di 1937an de îmze kirine. Tirkiye di damezirandina wê de dilqekî aktîf leyîztiye. Di xala heftan de ev hebû: "Tedbîrên hevkar li pêþberî çeteyên çekdar, komele û rêxistinên ku li dijê sazûmanê ne yan parastinê dixin xeterê dê bêne girtin. Îcar ew çi li ser sînorê welatekî din bin, li kîjan alî yê din bin bila bibin li pêþberî wan dê mucadeleyeke leþkerî bête kirin." Dema ku mirov li naveroka Paktê dinihêre, tê dîtin ku ev ew welat in ku Kurdistan di nava wan de hatiye dabeþkirin.

Ev Pakta Sadabad xwe di 1955an de ve guhazte bi Pakta Baxdadê. Lê piþtî ku di 1958an de Genera Ebdulkerîm Qasim ku dest danî ser desthelatiya Îraqê, lêborîneke giþtî beyan kir. Ewçax Pêþîwayê Netewî yê Kurdistanê Mistefa Berzanî ji Yekîtiya Sovyetan bi þûnde zivirî baþûrê Kurdistanê. Îraq jî di eynî salê de xwe ji Pakta Bexdadê vekiþand. Navenda Pakta Bexdadê jî hate Enqerê û navê CENTOyê girt.

Di 18ê Êlûna 1983an de ku þerê Îran û Îraqê dest pê kir, Partiya Demokrat a Kurdistanê ku li baþûrê Kurdistanê wek hêza pêþîwayê netewî ya baþûrê Kurdistanê di 1983an de ji nû ve li pêþberî rejîma dîktator a Îraqê dest bi þer kir. Bi wî þerê çekdarî, beþeke mezin ji baþûrê Kurdistanê rizgar kir û di dema ku þahdemara Kurdistanê ku KERKÛK e xist binê dorlêgerê, Artiþa Tirkiyê di 26ê Gulana 1983an de, alîkariya Meleyên Îranê behane nîþanda û sê caran êrîþa hewayê kir, carekê jî êrîþa erdê bi 30 km. ket hundurê bakûrê Îraqê û kiçîmê xelkê baþûrê Kurdistanê kir. Ancax ji bo ku êrîþên xwe di navnetewî de jî rewa bide nîþandan, ji 1984an û þûnde PKKê kir behane û peymana taqîba germ bi dîktatorê Îraqê Sedam re çêkir û heta îro jî êrîþên xwe yên hewayî û yên erdê didomînin.

Çewa ku tê zanîn, gava qefleyek bi navê Apocîtî derket holê, piþtre bi demekurtekê di 27 12 1978an de rêxistineke bi ’nasnameya Kurd, lê bi bîrbaweriya Marksîst-Lenînîst û bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ hate damezirandin. Û êrîþ bire ser rêxistin û rewþenbîrên Kurdistanê. Li ser wê yekê, bala raya giþtî ya Kurdistanê kete ser wê rêxistinê.

Ev yek eþkere ye ku ji 15ê Tebaxa 1984an hetanî pêvajoya Girava Îmraliyê ku þeþê Sibata 1999an e, di vê dema ku bihurî de, PKKa ku dibêje ango wê þerê azadiya netewî daye, hem serokê wê û hem navenda wê li gor taktîk û stratejiya þerê gerîla, hewldana þer ji bo armanca azadiya Kurdistanê bi kar ne anîne. Gava mirov lê dinihêre, li hedefa aborî û stratejiya komara Tirkiyê nexistine. Xasma jî hêzên gerîla yên PKKê, di xwezaya bakûrê Kurdistanê de bi tenê avayiye sembolên dagirkeran aciz kirine. Ew jî ji bo ku hêza leþkerî ya Tirk zordestî li xelkê Kurd bikê û wan bîne rê. Mesela: Komara Tirkiyê ji bo ku xelkê Kurd têxe tarîtiya dema Navîn, deka xwe xist jiyanê. Li bakûrê Kurdistanê xwendin û perwerdekirin hate rawestandin. Ji bo ku bakûrê Kurdistanê têxe binê çavdêriyê û da ku projeya gundbajartiyê têxe jiyanê, 5.000 gund valakirin Deh milyon Kurd ji bo asîmîlekirinê cîhêlê parêzgehên Rojavayê Tirkiyê kirin. Bi hezaran rewþenbîrên Kurd bi cînayetên kirdar diyar/nediyar ji holê wenda kirin. Êrîþê gelek Eþîrên Kurd ên welatparêz kirin ku ew bibin hevalbendên dewletê û parêzgertiya Gundan bi wan dane qebûlkirin. Bi bombebarankirinê xwezaya Kurdistanê wêran kirin. Li seranserê herêmê, aboriyê rûxandin. Û beþa herî zîrek ji Kurdan daxistin îþkecê û ew ber bi mirinê ve ajotin.

Li aliyê din erka desthelatiya Komara Tirkiyê, di nîveka 1990î de li Kurdistanê û li piraniya Tirkiyê, ji bo ku kurdên oldar di binê perçiqandinê de bihêlin, Kontr-Gerîllaya Komara Tirkiyê rêxistinek terorîst bi navê HIZBÛLLAHê derxistin holê. Dewletê bi rîya rêxistina Hîzbûllahê ’Kurdên olîzan û welatparêz’ ji holê dane rakirin. Wekî din, ji bo ku îdeolojiya kemalîzmê xurtir bike, hin demokrat û rewþenbîrên Tirk ji holê dane rakirin. Weke: Ugur Mumcu, Muamer Aksoy, Bahriye Uçok, Ehmed Taner Kiþlali. Di van demên dawî de desthilatîya Tirkiye, ji bo va cinayete diyar/nediyar li ber çavê dinyaye ruwê xwe bi navê Hîzbûllahê sipî derxîne.

Dema ku mirov li tevger, îdeoloji û bîçima avakirina PKK û HIZBULAHê, herweha dinihêre, ji bo stratejiya qetlîam, Koçberî û asîmîlasyona bi rûxandina miletê Kurd, ji bo di Kurdistanê de istikrar û hazirkirina Miletekî ye ku îtaata rejîma kemaltîtiyê bike. Lewra êdî tiþtekî ku veþêrin nemaye, ku ev hêz di binê çavdêriya Serleþkertiya Tirk, MIT û JITEM de ne. Mesela: Weþanên capxane Serxwebûn:82 Agustos 1996 Abdullah Öcalan – Devrimin Dili ve Eylemê de ku pirtûka Wesanxaneya PKKê ye. Öcalan weha gotiye:

"Ez di 1966an de, ji aliyê aborî ve bûme paldayê dewletê. Lê di 1977-78an de jê cuda bûm. Min tam 12 salan bi derfetên dewletê mabeyneke kifþ girt.…. Bifikirin ku ez bi dewletê, rêxistina Kurd dadimezirînim...... Me çewa ku partiya þoreþger a Kurd bi Parestina Milî ya Tirkiyê (MIT) ava kir, dewleta Kurd jî (Niha jî ev dewleta baþûr ê ku em tedene), (behsa Dewleta Sûriyê dike) bi paldaya Dewleta Tirkiyê emê ava bikin." Rast e ku PKK ji aliyê Sûriyê ve herweha û ji aliyê Îran û Îraqê ve jî tê alîkirin. Rastiyeke din jî heye ku ji bo Dewleta Azad a Kurdistanê ava nebe, wezîrên derve yên Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyê her þeþ mehan carekê dicivin. Ev dewletên dabeþkar mafekî nadin kurdên di nava xwe de, lê divê li ser alîkariya wan a ji PKKê re dikin, balkeþe û lazima pir bête fikirandin.

Ji aliyê din ve, di meha Sibata 2000î de ku operasyon li rêxistina teror HIZBÛLAHê kirin, hin pêþîwayên wê hatin girtin û li xwe mikur hatin ku têkiliya wan bi dewleta Îranê re çêbûye. Tê fêmkirin ku rêxistina PKK û HIZBÛLAH herdu jî di binê çavdêri û idare dabeþkarên Kurdistanê de ne. Sedemê bingeha van herdu rêxistinan ku bi hev re þer dikin jî, ev e ku taktîk û stratejiya dewleta Tirkiyê ye.

Lê bi van hewqas tiþtên nehênî ve, di rêxistinên nijadî û îdeolojî de, ew gihandinên îdeolojî yên rêxistinên kutlewî, di binhega wan de gurûbên ku bê bêçavdêrî mane, li gor îdeolojiya xwe ya ku gihane rêxistinê, eger li pêþberî dewleta sazûmana dagirker bi berxwedana demokratiyê û kirina þerê germ jî rewa ye. Ji ber hindê ew welatparêziya ku di bingeha PKKê de tê dîtin jî, encama wê yekê bi xwe ye.


KRÎZA KENDAVÊ Û LI KURDISTANÊ DEMEKE NÛ


Krîza Kendavê di 2ê Tebaxa 1990î de, bi vegirtina Kuweytê dest pê kiriye. Emîrê Kuweytê jî ji welatê xwe reviya. Konseya Ewlekariyê ya Yekîtiya Neteweyan biryara 687 wergirt û di 16. 01. 1991ê de, Emerîka û Hêzên Hevbeþ hêza leþkerî li pêþberî Îraqê bi kar anîn û artiþa Îraqê ji Kuweytê derêxistin. Lê dema dîktatorê Îraqê Sedam Huseyn tehdîdên xwe li ser Emîrtiya Kuweytê domandin, serokê Emerîkanê C.BUSH gazîyek da xelkê Îraqê da ku serhildan bikin û Sedam Huseyn werbigêrin. Li ser wê gaziyê, li baþûrê Îraqê Þîî û li bakûrê Îraqê Hêzên Nijadiyên Kurdistanê dest bi dijberiyeke çekdarî kirin.

Hêza berxwedana Kurdistanê di demek kurt de piraniya herêmên baþûrê Kurdistanê rizgar kirin. Lê alîkariya navnetewî û ya Emerîkayê çênebû, heta bi þûnde jî gav hate avêtin, artiþa Îraqê jî ji bo ku dijberên xwe biperçiqêne, li Kurdistanê sivîlan kir hedef û madeya kîmyewî, çekên biyolojî bi kar anî û xetera qetlîam kir. Herweha ji nîv mîlyonî zêdetir Kurd xwe avêtin ber sînorê Tirkiyê û yê Îranê.

Li ser wê bûyerê, Konseya Yekîtiya Neteweyan di pêncê Nîsana 1991ê de biryara 688an wergirt ku: Îraq wê dawî li perçiqandina serhildaniyan bîne, wê hemû mafên wan ên siyasî û mirovahî binase. Sekreterê Giþiî yê Yekîtiya Neteweyan, wê alikariya wan kesên ku ji warên xwe bûne bike û dê wan bi þûnde vegerine warê wan. Wekî din li gor biryara 688an, Emerîka û hevkarên xwe gotin Îraqê ku ew dê li jora xetgera 36an, leskerên xwe livbazî neke, wê helîkopter û balafirên xwe yên cengî de firandin. Li ser vê yekê beþeke mezin ji baþûrê Kurdistanê bo Kurdan devera ewlekariyê hate îlankirin. Ji bo parastina wê herêmê, hêza pirnetewe dê biparêze.

Ji bo desthelatiya Baþûrê Kurdistanê jî, di 19ê Gulana 1992an de hilbijartin ji aliyê xelkê Kurd ve hate kirin û endamên Civata Netewî (parlamento) kifþ bûn. Parleman bi navê Kurdistana Îraqê palgirê peymanên navnetewî bû û Kifþkirina Mafê Çarenûsa Neteweyan di Sîstema Demokratî ya Federal de 4ê Hezîrana 1992an, DEWLET KURD A FEDERAL (DKF) hate beyankirin. Hikûmeta DKF di 5ê Hezîrana 1992an de dengdana pêbaweriyê wergirt û dest bi karê xwe kir.

Lê belê Turkiye, bi hawayekî vekirî li pêþberî Dewleta Kurd a Federal derketiye. Li ser vê yekê, Ocalanê ku wek serokê PKKê tê dîtin û Komîteya Navendî, li gor îdeolojiya Turkiyê, li bakûrê Îraqê li pêþberî Dewleta Kurd a Federal, dest bi êrîþên çekdarî kirine. Wekî din dîsa tê zanîn ku li nav axa Dewleta Kurd a Federal, barîgehên wan ên perwerdekirina çekan hene û ji wirê hêzên gerîla derbasê Turkiyê dibin. Bi vê yekê, ew tiþtên ku artiþa Îraqê nikaribû bike, bi kiþandina artiþa Tirkiyê, li wirê didine kirin. Bi vê yekê, bingeh hazir dikin ku artiþa Tirkiyê xwe li baþûrê Kurdistanê bi cih bike.

Wekî din jî, ew fermana ji 10 xalan ku Öcalan ji girava Îmraliyê daye serokatiya Konseya PKKê, di hejmara 212, ya Serxwebûnê Tebaxa 1999an de hatiye weþandin. Di beþeke fermanê de: ”Hebûna we li Baþûr (kasdawî baþûrê Kurdistanê ye) divê ku ji bo Turkiyê ne xeter be û divê we wek pêbaweriyekê (guvence) bibîne. Yên ku li dij ve stratejîyê derkevin, wan bêtesîr bikin.”

Desthelatiya PKKê xwe nîþandaneke Kurd dide naskirin, lê xizmeta dewletên dabeþkarên Kurdistanê weke Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê dike. Aw nîsandanîya Kurdî, vê rastiyê naguhirîne. Her di vê wateyê de ez bawer dikim ku PKK li Rojhilata Navîn astengekî mezin e li pêþberî berjewendiyên miletê Kurd.


EM LI PÊÞBERÎ POLÎTÎKAYA KOMARA TIRKIYÊ RAWESTIN


Hedefa çekdartîya desthelatiya Erkê Tirkiyê, xazdarkirina jenosid, koçberî û pêvajoya asîmîlasyonê neteweyê Kurd e . Tirkiye her dem li xwezaya Kurdistanê dikare qetlîamên wek ya HELEBÇEYÊ bike.

Nexwa divê ku hêzên Kurdistanê yên netewî ji bo lêhaydartiya dinyaya hevdem di tewrên xwe yên hevbeþ de bin û bi riya dîplomatiyê xazdar bibin û ji serî ve Emerîka, Yekîtiya Ewrûpayê, Rûsya, Îsraîl û welatên din yên xwediyê teknolojiya çekan, da ji bo nebin alîkarê çekdarkirinê Komara Tirkiyê, herweha çekên qirkirinê nefroþin û ji bo deverên wek Bankaya Dinyayê û IMF kredî venekin û pere bi deyn nedin Turkiyê.

Wekî din dîsa bibin asteng ji bo tewrin nedostane yên Tirkiyê, ku li dinyayê pêþberî Dewleta Kurd a Federal bi kar tîne û li ber zixta siyasî û leþkerî jî ku lê dixe. Herweha xabat û alîkariyê ji bo Dewleta Kurd a Federal, bi pêþvebirin û berfirehbûn û nasandina wê, wek dewlet di navnetewî de. Ez bawer dikim ku ji bo fedekariyê DKF, xwe paþvedan çênabe.


01 09 2000

NEZÎR ÞEMMIKANLI

E – Mail : nezirsemmikanli @ yahoo.se